Hewlêr (Rûdaw) - Galatasaray û Amedspor di lîstikeke gelekî balkêş û tijî gol de hatin pêşberî hev.
Galatasaray di vê maça ku 7 gol tê de hatin avêtin de, 4-3 zora Amedsporê bir û pêşengiya xwe parast.
Nîvê yekem: Galatasaray bi 2 golan ket pêş
Lîstikê bi êrişên bilez ên Galatasarayê dest pê kir.
Lîstikvanê Galatasarayê Torreira xuleka 7an gog ji Leanoyê re şand û Leano li pêşiya qeleparêz bi tenê ma û gog şand nav toran û Galatasaray 1-0 ket pêş.
Piştî vê golê Amedsporê hewl da bibe bersiv.
Dia Saba di xuleka 17an de bi şûtekê hewl da golekê biavêje lê qeleparêzê Galatasarayê bi zorê gog şand kornerê.
Amedsporê di xuleka 20î de li ser hev 3 caran korner bi kar anîn lê ti encam bi dest nexist.
Lîstikvanê Galatasarayê Matrakovî ber bi dawiya nîvê yekem ve, xuleka 45an ji derveyî qada cezayê bi awayekî bihêz li gogê xist..
Qeleparêzê Amedsporê Lafontî ku hinekî li pêş bû, nekarî gogê derxe û Galatasaray bi vê golê ferq derxist 2yan (2-0).
Amedsporê di nîvê duyem de bersiv da
Rahênerê Amedsporê Besnik Hasî di nîvê duyem de destwerdana tîma xwe kir.
Wî Diagne û Gokhan ji lîstikê derxistin û Alî Turan Bulbul û Yira Sor xistin qadê.
Lê di xuleka 58an de Matrakovî careke din derket ser dikê û gola sêyem a Galatasarayê avêt (3-0).
Tevî vê encamê jî Amedsporê dest ji lîstikê berneda.
Di xuleka 62yan de Dia Sabayê ji lêdana serbest gogek rasterast şand nav her du dîrekên qeleyê û qeleparêzê Galatasarayê nekarî tiştekî bike. Bi vê golê encam bû 3-1.
Sê xulekan piştî vê golê, di xuleka 65an de Furkan Soyalpî gog bilindî nav qada cezayê kir.
Gîft Orbanî bi serê xwe lêdaneke xweş kir û ferq daxist yekê (3-2).
Piştî golê lîstikvanê Amedsporê Dellova ji qadê derket û Mehmet Yeşîl ket cihê wî.
Xulekên dawî û encama lîstikê
Di xuleka 80yî de lîstikvanê Galatasarayê Sarayê gog bilind kir û Bariş Alperî bi serê xwe gola çarem a tîma xwe tomar kir (4-2).
Lîstikvanên Amedsporê dîsa jî têkoşîna xwe domand.
Di xuleka 90+2yan de Amedsporê êrişeke baş saz kir. Piştî dan û standina gogê ya di navbera lîstikvanan de, Yîra Sorî gola sêyem a Amedsporê avêt û encam diyar kir: 4-3.
Bi vê serkeftinê Galatasarayê puanên xwe derxistin 28an û pêşengiya xwe parast.
Amedspor jî di 23 puanan de ma û niha di rêza duyem de ye.

.jpg&w=3840&q=75)


