Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê beriya maça xwe ya bi Galatasarayê re, li Koşka Esma Sultanê ya li taxa Ortakoyê ya Stenbolê ji bo piştgiriyê şevek li dar xist.
Ev şev bi armanca dabînkirina piştgiriyê ji bo tîmê û bihêzkirina hevgirtinê hat lidarxistin û ji çapemeniyê re girtî bû.
Di şevê de siyasetmedar Ahmet Turk, ji Partiya Ji Nû Ve Refahê Halîs Kahrîman, hunermend Rojda û Mîkaîl Aslan, lîstikvanê ji Amedê Ferît Kaya û fenomenê navdar Îbrahîm Tîlaver (Ebo) jî di nav de gelek kesayet amade bûn.
Her wiha Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl, Serokê Herêma Pîşesaziyê ya Organîze (OSB) Mustafa Fîdan û Serokê Komîteya Şêwirê ya Amedsporê Nesîh Aktepe jî di nav beşdaran de bûn.
Di çalakiya li Stenbolê de Serokê Amedsporê Nahît Eren û rahênerê tîmê Besnik Hasi jî amade bûn.
Ev şeva hevgirtinê ya Amedsporê bi bihayê vexwendinameya xwe jî ketibû rojevê.
Hat destnîşankirin ku bihayê beşdariya her kesî 500 hezar lîreyên Tirkî bûye.
Di peyama vexwendinê de hatibû diyarkirin ku ji bo beşdaran dê bilêteke maça îro ya li hemberî Galatasarayê were diyarîkirin.
Tîma kesk û sor bi vê çalakiyê hewl dide ku piştgiriyê bide paşeroja klubê, tora piştgiriyê berfireh bike û alîgir û hezkiriyên xwe li dora armancên hevpar bicivîne.
Çalakiya klubê ya li Stenbolê rojek beriya pêşbirka li hemberî Galatasarayê hat lidarxistin.




