Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê îro li Stenbolê "Şeva Piştgiriyê" li dar dixe.
Armanca vê şevê ew e ku hêza darayî û sazûmanî ya tîmê were xurtkirin û paşeroja wê li ser bingeheke qewîntir were avakirin.
Şeva Piştgiriyê ya Amedsporê dê îşev (6ê Çiriya Paşîn) li Qesra Esma Sultanê ya li navçeya Ortakoyê ya Stenbolê pêk were.
Em bi hev re bihêztir in
Di vê şeva taybet de, hunermendên Kurd Rojda û Mîkaîl Aslan jî dê beşdar bibin û derkevin ser dikê.
Birêvebiriya Amedsporê li ser vê bernameyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de peyama yekîtiyê hat dayîn û ev tişt hatin gotin:
"Em bi hev re mil didin paşeroja Amedsporê. Ji bo ku em piştgiriya xwe zêde bikin û li dora armancên hevpar kom bibin, em tên gel hev. Em bi hev re bihêztir in. Em tev yek in!"
Komîteya amadehiyê
Tîma Amedsporê bi salan têkoşîneke mezin kiriye û di dilê bi milyonan kesan de cih girtiye.
Ji bo ku serkeftinên tîmê mayînde bibin, pêwîstî bi pergaleke bihêz û domdar heye.
Ji bo amadehî û organîzasyona vê şevê komîteyek hat avakirin.
Endamên vê komîteyê Azîz Elaldi (Endamê Komîteya Şêwirmendiyê û Serokê DÎMDERê), Sezaî Ayas (Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê) û Şeref Gokçe (Serokê GUNTÎADê) ne.
Şeva piştgiriyê dê bi vexwendnameyê bi rê ve biçe û dê gelek karsaz û hezkirên tîmê jî beşdar bibin.




