Hewlêr (Rûdaw) - Werzişkara ji Ameda Bakurê Kurdistanê Nehîr Aytulunê di Kupaya Cîhanê ya Kîck Boksê ya WAKOyê de bû şampiyon.
Kupaya Cîhanê ya Kick Boksê ya WAKOyê di navbera 13-18ê Çiriya Pêşîn de li Taşkenta paytexta Ozbekistanê hat lidarxistin.
Werzişkara Amedî Nehîr Aytulunê di beşa 48 kîloyan a jinên ciwan de her du hevrikên xwe yên Qazaxistanî têk birin û bû şampiyona cîhanê
Ev serkeftina Nehîr Aytulunê li Amedê û li dibistana wê bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.



.jpg&w=3840&q=75)
