Hewlêr (Rûdaw) - Di Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de Metro Holding Kayserispor û Batman Petrolspor 2-2 wekhev man.
Tîma Êliha Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor di hefteya 11an de li Stadyuma Kadir Hasê ya Qeyseriyê bû mêvanê Kayserisporê.
Batman Petrolspor xuleka 2yan bi gola Gokhan Altiparmak 1-0 ket pêş.
Kayserisporê xuleka 71ê bi penaltiya Florent Hasani wekhevî bi dest xist.
Hasani xuleka 82yan careke din tor hejandin û tîma xwe 2-1 xist pêş.
Di xulekên dawî de gola wekheviyê
Batman Petrolsporê xuleka 87an bi gola Yasir Subaşi skor kir 2-2.
Di maçê de golên din çênebûn û her du tîm bi puanekê ji qadê veqetiyan.
Batman Petrolsporê bi vê wekheviyê puanê xwe derxist 20î û rêza 4an de cih girt.
Karta sor ji bo Selçuk Şahîn
Rahênerê Batman Petrolsporê Selçuk Şahîn xuleka 87an karta sor dît û ji qadê hat derxistin.



.jpg&w=3840&q=75)
