Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Kurd ê ku li Amerîkayê dijî Sezgîn Baran Korkmaz, ji bo yekemîn serkeftina Amedsporê ya di Lîga Super de devê xurcika xwe vekir.
Korkmazê ku soza 5 milyon lîreyan (bêhtirî 100 hezar dolarî) wekî xelat dabû, diyar kir ku dê ew pere derbasî ser hesabê klubê bibe.
Amedspora ku tîmeke nû ya Lîga Super e, di lîstika xwe ya yekem de mazûvaniya Erzurumsporê kir.
Tîma kesk û sor bi piştgiriya 33 hezar alîgirên xwe, di nîvê duyem de lîstikeke bêhempa lîst û derfet neda tîma Erzurumsporê ku bêhnê jî bistîne.
Di lîstikê de Dia Saba du gol kirin û Gokhan Gul jî golek kir û maç bi encama 3-0 bi dawî bû.
Amedsporê bi vê serkeftinê li Lîga Super destpêkeke bihêz kir û hefteya yekem bi averajê di rêza yekem de temam kir.
Piştî vê encamê, li Amedê û di nava alîgiran de coş û şahiyeke mezin çêbû.
Karsazê xelkê Qersê Sezgîn Baran Korkmazê ku ji ber çend dozan li Amerîkayê dijî, beriya lîstikê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir.
Korkmaz ragihand ku eger Amedspor bi ser bikeve, ew dê 5 milyon lîreyan wekî xelat bide klubê û got: "Bila soza min a 5 milyonan ji bo serkeftinê hebe."
Piştî serkeftina 3-0 ya Amedsporê ya li hemberî Erzurumsporê, alîgirekî ew soza pereyan anî bîra Korkmaz.
Korkmaz li ser vê yekê di bersiva xwe de got: "Di nav hefteyê de dê ew pere derbasî hesabê klubê bibe."


.jpg&w=3840&q=75)
