Di nava meha gulanê de û bi awayekî medyatîk em bi çapkirina vê koleksiyonê hesiyan. Helbet navê Aleksandre Jaba ji Kurdan re xerîb nîne û bi taybetî di van salên dawîn de li ser Jaba gelek lêkolîn têne kirin û êdî mumkin e ji van xebatan jî kuliyatek derkeve holê. Jaba tevî karên xwe yên dîplomatîk bi çand û jiyana Kurdan re jî eleqedar bûye û ji lêkolîn, çavdêrî û têkiliyên bi Kurdan re gelek zanyarî berhev kiriye û piranî jî qeydkirî ye; îro ev qeyd wek delîl û berhemên dîrokî an jî koleksiyoneke entelektuelî tê dîtin.
Gava çapkirina koleksiyonê hat ragihandin, bi taybetî wek tiştekî pîroz an jî bûyereke watedar biqewime, şewqek li min peyda bû. Tevî gelek astengîyan û piştî çar mehan axirîyê min koleksiyona ji 13 cildan pêk tê bi dest xist. Min xwe ji bo xwendina van pirtûkan amade kir û hin xwendinên xwe jî hişt sala pêşîn. Lê mixabin biwêja “ hesabê derve û hundir ti carî hev nagirin” careke din rast derket. Gava ku min dest bi xwendina 13 pirtûkên bi berg û rûpelên xweşik kir; hejmara rûpelên kurdî û naverok dît, tenê yek gotinek ji devê min derket: “Heft xwezîl bi navê te lê ne bi hatina te.” Him xeyalên min ên ji bo xwendinê him jî meraqa ji bo zanyariyên nû serobino bûn. Helbet gelek kesan ji bo wergera beşên koleksiyonê kar kirine, keda wan nayê înkar kirin, lê mixabin rastîya koleksiyonê jî tiştekî din e ez bim. Lewra hemî wergêran tenê xebatên Jaba referans dane û bi awayekî teknîkî di sernavê tewsîfa nûxseyan de; navê berhemê, agahîyên zehrîyeyê, mustensix, cureyên nivîsê, hejmara rûpelan, qalîteya hibrê, kesên ku bûne alîkar û hin taybetmendiyên din bi kurdî rêz kirine. Pêşgotin û çavkanî jî tê de nêzî 472 rûpel tenê bi kurdî ne, hinkî jî tirkî jî heye. Lê wekî din hemî pirtûk bi zimanê erebî û fransî hatine çapkirinê. Di cilda 12b û 4b de kurdî jî tune ye, lê cilda 13an de hema hema kurdî ye. Helbet naxwazim bêjim bi tevahî bêkêr e, lê ne bi vî awayî têrkar nîne. Yanê xwendekar û lêkolînerên ku bixwazin koleksiyona Jaba binasin, ev çap têra wan nake û lazim e dîsa berhema eslî bibînin û werger tenê wek rehberek e. Wisa xuya ye wezareta çand û turîzmê a Tirkîyeyê tenê kurdî ji bo propagandayê derxistiye pêş û xwestîye dilê hinekan xweş bike. Bê guman li welatek di parlamento û hemî saziyên wî da kurdî zimanekî “nayê zanîn” tê binavkirin û bi her awayî qedexe ye. Heta Tirkîye ne tenê di parlementoya xwe de, li welatên din jî nahêle du peyvên kurdî bêne gotin. Lewma jî bi alîkariya wezaretekê û çapkirina berhemên kurdî di serî de ji bo qelskirina vê înkarê nîyeteke baş e. Lê mixabin ev nîyet jî bi kontrol û sînordar e. Bi ya min ewqas mesref, dem û piştgiriya akademîsyenên zanîngeha Artukluyê komî ser hev bûye, lazim bû ev koleksiyon bêtir berfireh ba û naverok zêdetir bihata parvekirin. Helbet dibe hin prosedur hebin, madem dewletê samîmîyeta xwe rave dide; lazim e ji erebî û fransî bêhtir giranî li ser kurdî bûya. Bi rastî jî koleksiyon wek koleksiyon maye an jî wek hejmarek pirtûkên ku ji bo xemilandin û tijîkirina refên pirtûkxaneyê ye. Helbet tê de behs û jêgirtinên ji fîlozof, alim û mirovên hêja jî hene, lê ev ne bese. Mînak, îro di cihana çanda kurdî de êdî berhemên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û yên wek wan gelek in û akademîsyen û weşanxaneyên ku li derveyî nêrîna dewletê kar dikin, li ser vê mijarê gelek xebatên bêalî û azad dikin. Lazim bû koleksiyonê temamkarîya wan xebatan bikira. Lê mixabin wezareta çandê an jî dewletê dîsa tirs û berjewendiyên xwe li ber çavan girtîye û ji dendik wêdetir qafîk zexm kiriye.Bi vî halî koleksiyon çiqas xizmeta çand û zimanê kurdî dike ez nizanim, lê xuyaye wek pêwistiyeke siyasî cihê xwe dîtiye.
Gava li pirtûkên ku bi kîloyên xwe giran û bi hûrgiliyên xwe sivik dinerim careke din baweriya min ji bo wekhevî û rêzgirtina ji Kurdan re kêm dibe. Ez bawer im Aleksandre Jaba sax ba, wê wî nehişta ku karên wî yên bi salan ji Kurdan bê texsîr kirin û navê wî bikeve nav siyaseta vê serdemê. Dîsa jî koleksiyonê ji bo xatirê Jaba, Mele Mehmûdê Bazîdî û keda akademîsyenên kurd datinim nav pirtûkên xwe. Lewra difikirim heger îro li Rûsyayê arşîvek ji bo Kurdan çêbûye, ev ji sedî pênce bi berhewldan û xîreta Bazîdî, pênceyê din jî ya Jaba ye. Koleksiyon bi temamî neyê kurdîzekirin, qe nebe rêya me Kurdistanê dixe.
Ev jî teselîyek e!



