Dibe ku Îraqê ji ber dizîna petrola xav a li herêma Curf Sexrê bi sedan milyon dolaran ji dest dabe. Torên berfireh ên qaçaxçîtiyê li seranserê Îraqê salane bi milyaran dolaran ji samana niştimanî ya petrolê talan dikin.
Lêkolîneke ajansa Reutersê ya ku 16ê Çiriya Paşîn hat belavkirin toreke berfireh a qaçaxçîtiya petrolê li herêma Curf Sexrê ya li başûrê Bexdayê eşkere kir ku komên ser bi Ketaîb Hizbulahê ve tê de beşdar in.
Li gorî zanyariyan, dizîna petrolê li wê navçeyê ji sala 2021ê ve dest pê kiriye û bi rêya qulkirin û kişandina neyasayî ya ji boriya sereke ya hikûmeta Îraqê ve bûye. Piştre petrol ji bo embarên veşartî yên binerd hatiye veguhastin û ji wir jî bi tankeran ber bi parzûngehên neyasayî û cihên din ve hatiye barkirin.
Ew boriya ku petrol jê hatiye dizîn, rojane şiyana veguhastina herî kêm 200 hezar bermîl petrola xav heye lê ev hejmar tenê şiyana veguhastinê ya boriyê ye, ne ew qebareya ku bi kiryarî hatiye dizîn.
Lêkolînerên Îraqî heta niha qebareya hûr a petrola talankirî diyar nekiriye, her çend Reutersê amaje pê kiriye ku dibe bihayê giştî yê petrola dizî bigihîje bi sedan milyon dolaran.
Modela aborî ya qebareya dizîna petrolê li Curf Sexrê
Li gorî modeleke aborî ya ku li ser bingeha bihayê giştî yê ji 200 heta 500 milyon dolarî û bi navîniya bihayê 65 heta 80 dolarî ji bo her bermîlekê petrol hatiye danîn, derdikeve holê ku piştî sala 2021ê di navbera 2,5 heta 7,7 milyon bermîl petrol de hatiye dizîn.
Di senaryoya bingehîn de (bihayê giştî yê 350 milyon dolarî bi bihayê 75 dolarî ji bo her bermîlekê), qebareya petrola dizî di nava nêzîkî şeş salan de digihîje 4,7 milyon bermîlan ku ev jî dike nêzîkî 2 hezar û 200 bermîl di rojekê de (nêzîkî 800 hezar bermîl di salekê de).
Li gorî vê yekê, vê operasyonê salane nêzîkî 60 milyon dolarî û mehane nêzîkî 5 milyon dolarî dahata petrola berhemhatî ya Îraqê talan kiriye. Bi vî awayî bihayê wê yê giştî heta Çiriya Paşîn a 2026an digihîje nêzîkî 350 milyon dolarî, her çend ev hejmar texmînên modelekê bin jî û ne qebareya fermî ya pîvandî bin.
Qala du milyar dolaran tê kirin
Li gel vê yekê jî texmîneke gelekî bilindtir ji navxweyê Îraqê derketiye holê. Kanala El Hurreyê 16ê Çiriya Paşîn ji zarê endamekî Komîteya Lêkolînê ya Îraqê belav kir ku ev tora qaçaxçîtiyê salane bi qasî du milyar dolaran petrolê didize.
Eger bihayê bermîla petrolê bi 75 dolaran bê danîn, bidestxistina wî pereyî pêwîstî bi dizîna rojane ya nêzîkî 73 hezar bermîl petrol (nêzîkî 27 milyon bermîl di salekê de) heye. Ev jî 33 qatê wê qebareyê ye ku di şîroveya bingehîn a Reutersê de hatiye.
Ev cudahiya mezin hîn nezelal maye û ew hejmara bilind bi amarên fermî yên şiyana veguhastina petrolê ya boriyan nehatiye piştrastkirin.
Binesaziya lojîstîk a torê
Lêkolînan binesaziyeke mezin a lojîstîk eşkere kiriye. Li gorî encamên lêkolîneke ku Ajansa Anadolê (AA) belav kiriye, dest danîne ser nêzîkî 25 tankeran ku şiyana her yekê ji wan 36 hezar lître ye.
Şiyana giştî ya van tankeran bi hev re 900 hezar lître ye ku ev yek hevberî nêzîkî 5 hezar û 660 bermîl petrola xav e. Bi bihayê 70 heta 80 dolarî ji bo her bermîlekê, bihayê barê temam ê vê karwanê di navbera 396 heta 453 hezar dolarî de ye lê hejmara tankerên ku dest danîne ser wan bi tenê wê yekê yekalî nake ka rojane çend karwan kirine.
Torên din ên berfireh ên qaçaxçîtiyê
Dosyeya Curf Sexrê tenê beşek e ji aboriyeke gelekî berfirehtir a qaçaxçîtiya petrolê ya li Îraqê. Kanûna Pêşîn a 2024an, lêkolîneke din a Reutersê eşkere kir ku sotemeniya giran (petrola reş) a ku bi bihayê piştgirîkirî yê erzan ji bo kargehên qîrê dihat terxankirin, hatiye talankirin.
Qebareya petrola bi qaçaxî derxistî mehane di navbera 500 heta 750 hezar tonan de bûye (nêzîkî 3,4 heta 5 milyon bermîlan) ku li gorî çavkanî û pisporan, salane herî kêm milyarek dolarî ji bo wan koman dabîn kiriye ku xwe wekî komên Bereya Berxwedanê (Muqaweme) didin nasîn.
Di heman demê de li gorî nirxandineke sala 2025an a Enstîtuya Washingtonê ya ji bo Siyaseta Rojhilata Nêzîk, dibe ku dizîna petrola xav a li qadên cuda yên Îraqê rojane ji 50 hezar bermîlan derbas bibe ku ev jî mehane digihîje 100 milyon dolarî.
Astengiya bingehîn a li pêşiya darayiya Îraqê
Tevahiya van lêkolînan nîşan didin ku samana petrola Îraqê di çendîn kanalên cuda re tê dizîn, ji qulkirina rasterast a boriyan bigire heta sextekariya di para sotemeniya piştgirîkirî ya kargehan de.
Heta texmînên herî nizm jî amaje bi zerereke gelekî giran dikin ji bo welatekî ku darayiya wî ya giştî bi rêjeya zêdetirî ji sedî 90î bi dahata petrolê ve girêdayî ye.
Pirsgirêka sereke ew e ku Îraq heta niha ne xwediyê amarên fermî û zelal e li ser qebareya rastîn a petrola dizî, dema xebitîna wan toran û tevahiya wê dahata ku ketiye destê komên çekdar.
Heta ku berawirdkirineke serbixwe di navbera pîverên boriyan, tevgera tankeran û berhema parzûngehan de neyê kirin, qebareya rastîn a vê zerera aborî dê nediyar bimîne.
Ev amar di dawiyê de pirseke çarenûssaz datînin ber hikûmeta Bexdayê: Çi qas ji samana petrolê digihîje xezîneya giştî ya dewletê û çi qas di nav torên siyê yên li derveyî kontrola yasayê de tê talankirin?



