Di gelek mitolojî û çîrokên kevnar de, cihekî taybet ê têkiliya di navbera mirov, xweza û hêzên xwedewendî de heye. Di mitolojiya Mezopotamyayê û folklora Kurdî de jî motîfa veguherîna mirovan a li heywanan yek ji mijarên balkêş e. Ev veguherîn gelek caran wek ceza, xelat an jî wek rêya rizgarbûnê tê pêşkêşkirin.
Mezopotamyaya ku wek yek ji navendên herî kevn ên şaristaniya mirovahiyê tê nasîn, gelek çîrok û efsaneyên xwedayan di xwe de dihewîne. Di van çîrokan de xwedayî dikarin serdestiya xwe li ser mirovan nîşan bidin û wan biguherînin. Di Destana Gilgameş de, mînakên ku xwedawenda Îştar hin kesan ji ber xezeb an nehezkirinê dike heywan têne dîtin. Ev çîrok nîşan didin ku di ramana Mezopotamyayê de navbera mirov û heywanan ne dîwarekî qelew bû.
Di folklora Kurdî de jî motîfa veguherînê gelek caran xuya dibe lê li vir hest, evîn, xem û gazindî bêtir cih digirin. Gelek efsaneyan behsa keçan, lawan an dayikan dikin ku ji ber zilm, şer an jî nexweşiya rihî diayan dikin û ji Xwedê dixwazin ku wan ji rewşa wan rizgar bike. Di encamê de ew dibin kevok, qelindor, kew, bilbil an jî xezal.
Di van çîrokan de veguherîn ne tenê guherîna laşî ye. Wateya wê ya herî kûr ev e ku mirov ji êşa dinyayê derdikeve û dikeve formeke din a hebûnê. Carinan çivîkbûn nîşana azadiyê ye; carinan jî xezalbûn nîşana pakî û bedewiyê ye. Ji ber vê yekê, heywan di efsaneyên Kurdî de ne tenê heywan in, ew berdewamiya rih û çîroka mirovan in.
Ev motîf di gelek çand û neteweyan de hene. Di mitolojiya Yunanan de jî mînakên ku mirov dibin çivîk an heywanan hene. Lê taybetiya folklora Kurdî ew e ku veguherîn piraniya caran ji dia, gazin û daxwaza rizgarbûnê derdikeve. Ev jî nîşan dide ku di çanda Kurdî de hêza gotinê, dia û têkiliya mirov bi xwezayê re gelekî girîng hatiye dîtin.
Motîfa veguherîna mirovan a li heywanan di mitolojiya Mezopotamyayê û folklora Kurdî de ne tenê çîrokeke fantastîk e. Ev motîf têgihiştinek kûr a mirovî, têkiliya mirov bi xwezayê re û hêviya rizgarbûnê nîşan dide. Ji ber vê yekê, ev çîrok heta îro jî di bîra gelan de zindî mane û wek beşek ji mîrata çandî ya herêmê têne vegotin.
Em hinek mîtolojî û çîrokan bi xwendivanan re par ve bikin.
Hirç
Hirç kêlûcihû bû. Keçikek bû li ber destê jinbabê bû. Hindî jinbabê yeke we bi serî anî. Serê wê şûşt kire serşûkê da. Derzî serê wê qûtan da pê bimirît. Bû zûriya wê got; eman te ez kuştim ji bo min serê min neşû. Bila ez bimirim serê min neşû. Bire hemamê derzî serî qûtan. Derzî serî qûtan îdara wê nehat carekê rabû dia li xwe kir, çû geriya, dinyayê ket. Dia li xwe kir got; ya rebî tu ji bo xatira navê xwe bikî. Tu min bikî hirçek, dahbeyek tu min bi dînyayê bêxî. Ez ji ber destê vê jinbabê biçim. Benê ez kuştim guneh ji min têt.
Hima rebîl Alemîn kire hirç dînyayê ket û çû. Hima vê gavê jî kêlûcihû ye. Tu vê gavê ji bibînî bêjî; şemo şemo hey te cilkên cihûya şûştiyê. Dê zivirîte te kerbên wê vedibin rûnite xwarê.
Teyrîkê Cotyaro
Cotyar û Bapîro ji keçikek bû. Keçkeke biçûk bû. Dayika wê nan dayê nanê Bapîrê wê bû. Bahar bû Bapîrê wê li ber cotî bû cot dikir.
Got: dayê hilû ji bo Bapîrê xwe nanî bibe. Cotî nêzik e hilû nanî ji bo Bapîrê xwe bibe here.
A ha rabû çû bo bapîrê xwe nan bir û çû. Li derdora mîjûlbû ma leyîsyoka ve. Destên xwe şûştin, bi ava leyîst. Roviyek tê nanê wê bet. Rovî dacemhit nanê wî bet. Hindî rahêlayê, rebenê biçûk bû neşiya rovî. Rovî nanê wê revand.
Ha vêca çû gazî kire bapîrê xwe; Cotyaro Bapîro Cotyaro Bapîro. An ku hewara min were. Rovî nanê min bir. Wekî teyirik xwînit; Cotyaro Bapîro Cotyaro Bapîro…Eev ji jinbab bû newêra biçe mal got; ez biçim mal dê min bikujit. Dê bêje ka te nanê bapîrê xwe çi lêkir. Ew ê ji dia li xwe kirin û bû teyrikê Cotyar. Berê dia hemû qebilîn.
Pepûk
Ew ji dîsa sêwî bûn. Dayika wan miribû li ber destê jinbabê bûn.
Gotê hilûn herin bo xwe giyayî bînin. Bihara herin bo me hindek pincarî bînin. Ka li deştê bûn ka li kî derê bûn, erdê gurik lê. Radibûn her du dûyek kevin biçûkotik bûn çûn ji bo xwe giyayî dikin. Parzûnikê giyayê xwe ka kir bû, ka tejî kiribû, tejî nekirîbû. Revda guran têdihiline. Gurgan rahêlayê. Keçikê baz da. Birayê wê ji wê biçûktir bû. Gurgan birayê wê girt xwar. Li pêş çavan gurgan birayê wê çirçir kir û xwar.
A ha vêca ew ê ji berda zûriyê, girî û dia ji xwedê kirin. Ku ez biçim babê min dê min kujit. Babê min pîrtikên min nahêlit. Ez ê ku bikim, teybira min çi ye? Dia wê qebilî bû teyrikê pepûkê. Pepûka birayê xwe ye. Hewarê min pepûkê birayê min çû, hewarê min pepûkê birayê min çû. Hima dê bêjit pepûk pepûk pepûk. Tîrekê li rêhlî dibêje pepûk pepûk.
Teşîrêsik
Merkek hebû du jin hebûn. Jinka mezin emrê xwedê kir. Ya biçûk ma. Jinka mezin keçkek hebû û jinka biçûk jî keçkek hebû, her du hevalên yek bûn. Emrekê dabûn. Gahrana gundî ewan girtibû. Çûne ber gahrana gundî. Xizan bûn çûne ber gahranê gavanetî dikir. Rojekê keça hewiya wê ya mirî diçû ber, rojekê keça ya biçûk çû ber. Gahran lêk dida. Hewiya wê ya mezin çêleke zer û gir hebû. Gava zanî xwedana wê mir, gava keçka jinka mirî an ku xwedanê çû rabû dor heywana zivirî nehêla lib ji libê vebe û kom dikirin. Jinbaba wê baskekî hîriyê kire destî. Gotê; heta êvarî tu xilas nekî ez rihê te nahêlim. Tu dê vê hiriyê rêsî paşê êye ve. Keçik rûnişte ser berekê hiriya xwe rist. Çêla dayika wê li dor gahranê zivirî nehişt heywan ji heywanê derkevit. Ewê teşiya xwe xilas dikir. Kuriya hiriya xwe xilasit kir. Hate ve kêyfa wê pê dihat. Got: Te xilas kir.
Gotê: E min xilas kir.
Roja din bû nobeya keça wê. Baskê hiriya xwe da keça xwe. Gotê; şibî wê rêse libê nehêle paşê were.
Çû nav gahranê. Çêla hewiya wê gotê çêla sor. Çêle sor nav heywana ket vî milî rahêlayê, wî milî rahêlayê heywan tîrawîra dikirin. Evdalê heta êvarî ma pê ve heywan lêk dan. Pê newestiya neşiya teşiyê rêse, teşika wê ma we. Êvarî hate ve, gotê, ka hiriya te ristî.
Got: dayê çêle sor nahêle gahran bisekine. Çêle sor nav heywana kevit bij bij dike. Heta êvarî eza dû ve, ez pê ve peritîm. Ez ê kî ve teşiyê rêsim.
Got: Baş e dayê.
Rojekê, yekê, duya, sisiyan
Gote mêrê xwe hilo vê çêlê serjê bike. Ev çêle ye bêyome dê tiştekê, kûçekê li biçûkekê bide. Welahî tu dê serjê bikî.
Got: Keçê aman dexil ev çêla nestêlih. Em pê îdare dikin, em ê çawa serjê bikin.
Got: Welahî bilahî tu dê çêla wê serjê bikî.
Hindî keçikê berda giriyê got; çêlka diyaka min serjê mekin. Guneh ji min tê çêlika dayika min serjê mekin. Teybir li jinbabê nekir. Babê wê rabû çêlika diya wê danî erdî û serjê kir. Ça vêca ka goştê wê xwar, belav kir. Ka ji bo xwe firot ku lê kir. Vêca keçik çû ber gahranê neşiya teşiyê birêse. Keçik çû ser serê berekê ji qehrên çêla diya xwe da zûriya. Got; ya rabî tu min bikî heywanek bi dînyayê bêxî. Tu ji bo xatira navê xwe min bikî heywanek dinyayê bikevim. Ez biçim ji vî halî ji vê qirê derkevim. Bû teyrikê teşîrêsik. Ji hewa ve disekine û teşiyê rêsit û bêjit teşî.
Gedgedok
Çûne ber karikên xwe rêhl bû taribû. Jinbabê gotibûyê heke tu piştiyekî dara êvarî neînî. Ez rihê te nahêlim. Gotê, bira tu li ber karika be heta ez piştiyek dara ji bo xwe lêdik vedim. Tu li ber karan be. Birayê wê biçûk bû guh neda karika. Karikên wan şibî şeytana rêhlî ketin û çûn. Heta wê darkên xwe vêdan.
Got: Kanê kar?
Got: Kako xwedê nizanim. A ha li vêrê dev min bûn yên li min berze bûyî.
Lê geryan û lê geryan heta li bû mexreba tarî. Nezanî kar erd çûn ezman çûn. Êvarî bû zûriya wan hatin mal.
Gotin jinbaba xwe dayê karên me berze bûn.
Got, wîîî he we ku kar berze kirin. Rabûyê gotê, ez ê he we kujim, he xeniqinim. Axir heta siharê, şeveqê zû rabin herin li karan bigerin. Rabûn çûn bû karan. Geriyan geriyan geriyan, evdala rêhlên taribûn newêra biçine nav ra. Kar çûn nav rêhran re newêra biçin nav ra. Çûne serê berî dia li xwe kir. Gotin ya rabil alemin tu ji bûna xatira navê xwe kî tu me bikî teyr û tewal bi dinyayê bêxî. Em ê ku biçin mal teybira me çi ye? Dê me kujit xwedê dê me her duya kuşit. Rabil alemin hez kir bûne du teyrik bi dinyayê ketin. A ha vêca xwişik gazî dike bêjit: gedo gedo gedo. Birakê wê dibêjit; te dît. An ku te kar dîtin. Ev e ji ged gedok in. Teyrikên geliyan e li geliyan diminin.
TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji lêkolînên li qadê yên Mehmet GUR pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.



