Sê tîmên Kurdistanî li Tirkiyeyê xwe ji bo du lîgên cuda amade dikin. Tîma Amedsporê ji bo Lîga Super û tîmên Dihok û Zaxoyê jî ji bo Lîga Stêrkan a Îraqê. Ev cara yekem e ku sê tîmên ji du parçeyên Kurdistanê li yek cihî kampa rahênanê û perwerdeyê çêdikin. Dema ku pirs Kurd û Kurdistan be, nabe ku Rûdaw li wir nebe.
Hema ku min zanî ev her sê tîm dixwazin li Tirkiyeyê rahênanê bikin û kampa xwe ya rahênanê dibin wir, min got ev derfetek e û dibe ku gelek wext hewce bike heta ku careke din dubare bibe. Ji ber vê yekê me planek çêkir û me got divê Rûdaw li wir be.
Berî nîvroya roja 26ê Tîrmehê ye û pileya germê li Hewlêrê nêzîkî 40 pileyan e. Em bi otomobîlê bi hevalên xwe re ber bi bajarekî ve bi rê ketin ku min berê navê wî nebihîstibû û nizanibû bi rastî li kû ye. Ev bajar Burdurê yê Tirkiyeyê ye.
Me 26 saetan ajot û bêyî ku em razên, piştî nîvroya roja yekşemê em gihîştin wê derê. Bajarekî biçûk lê paqij û bi hewayeke gelekî cuda. Nîvro pileya germaiyê ya herî bilind 33 pile bû.
Zû me pêwendî bi tîman re danî da ku cihên xwe ji me re bişînin. Wê rojê Zaxoyê li hemberî Antalyasporê lîstikeke dostaniyê dilîze, Dihok tê pêşberî Wehdeyê û Amedspor jî rahênanê dike.
Me tîma xwe dabeş kir, yek ji bo lîstika Zaxo û Antalyayê û ya din jî ji bo lîstika Dihok û Wehdeyê. Hema ku em çûn ba tîman, gotina yekem a Xalid Muşîrê Endamê Desteya Birêvebir a Tîma Dihokê û Serperiştyarê Tîma Futbolê ji me re ev bû: "Hûn çawa gihîştin vir?" Min jê re got, "Kurd li kû bin, Rûdaw li wir e."
Pişt re kar dest pê kir û ez dixwazim ji vir hinek agahiyan ji we re veguhêzim ku min li wir ji nêzîk ve dîtine.
Amedspor: Tîma futbolê ya Amedsporê di sezona nû de dê beşdarî Lîga Super bibe. Ew piştî lidarxistina kongreya xwe bi birêvebiriyeke nû û tîmeke nû xwe ji bo sezoneke nû û dîrokî amade dikin lê serokê wan hîn jî Nahît Eren e.
Amedspor rojane du rahênanan dike, yek serê sibehê û ya din jî êvarî. Di tîmê de çend lîstikvanên Kurd hene, yên herî diyar Celal Hanalp, Mehmet Yeşîl, Ayaz Eraslan û Kahraman Demîrtaş in.
Besnik Hasi rahênerê tîmê ye, rahênerekî cidî û girtî ye di warê kesayetiyê de lê di karê xwe de gelekî cidî ye û bi hûrgiliyeke zêde li ser planên xwe dixebite. Ew dixwaze bi ezmûna xwe tîmeke cuda ji bo kesk û soran amade bike.
Tiştê ku ez li ser Amedsporê herî zêde kêfxweş kirim, ew bû ku lîstikvanên Amedsporê em nas kirin. Celal Hanalp bi Kurdiyeke gelekî xweş bi me re axivî û got, "Xizmên min li Kerkûkê dixebitin û ez dê bêm Hewlêrê û we li wir bibînim." Ayaz Eraslan, berî ku ji bo tevlîbûna tîmê bê Burdurê, nameyek ji min re şand û got, "Ez dixwazim em li wir hev bibînin." Em bi hev re rûniştin û ew bi Kurdiyeke gelekî xweş diaxivî.
Ayaz ji min re got, "Ez dixwazim rojekê di tîmeke Başûrê Kurdistanê de bilîzim."
Me bi serokê Amedsporê re ji nêzîk ve gotûbêj kir. Ew bi heman coşa piştî serkeftina ji bo Lîga Super, ji bo Amedsporeke gelekî cuda dixebite û got, "Hîn gelek transfer mane ku em bikin û karê me dê ji bo her kesî bibe cihê serbilindiyê."
Tiştê ku herî zêde em kêfxweş kirin, pêşwaziya germ a alîgirên Amedsporê ya li Rûdawê bû. Li ser platformên cuda yên medyaya civakî, wan rojane bi me re pêwendî datanî da ku zêdetir dîmenên her sê tîmên Kurdistanî bibînin. Bi taybetî jî dîmena dayîna pasê ji tîma Amedsporê re karvedaneke mezin çêkir û her kes kêfxweş kir.
Tîma Dihokê: Tîma futbolê ya Dihokê xwe ji bo Kupaya Super a Kendavê û sezona nû ya Lîga Stêrkan a Îraqê amade dike. Tîmê bi rahênerê navdar ê Îranî Yehya Gulmihemedî re peyman îmze kiriye da ku serperiştiya tîmê bike.
Rahêner ji min re got, "Tîma min hewceyî gelek karan e heta ku amade bibe." Lê birêvebirên tîmê ji şiyana lîstikvanên xwe razî ne û serokê tîmê dibêje, "Baweriya min a mezin heye ku em dê di sezona nû de bibin tîmeke hevrik."
Li Dihokê Peter û Harûn du lîstikvanên herî diyar in ku ji tîmê derketine. Ji wan 16 lîstikvanên ku ji tîmê çûne, gelek lîstikvanên navdar jî tevlî tîmê bûne, wekî Rêwan Emîn, Mehmûd Mewas, Kumeyl Sedî, Menaf Yûnis û çend lîstikvanên din.
"Heloyên Çiyayan" li cihekî amadekarî dikir ku 1377 kîlometreyan ji bajarê wan dûr bû lê ji aliyê hewa û guncavbûnê ve, te digot qey Zawîte û devera Berwarî Bala ye.
Cihekî ku çar stadyumên rahênanê lê hene, oteleke şahane û balkêş. Dihokê bi rahênerê xwe re, erkê birêvebirina tîmê daye destê Xalid Muşîr, stêrka berê ya tîmê. Ew ji lîstikvanan zêdetir rahênanê dike, berî her kesî ji xew radibû û ji her kesî derengtir radiza da ku haya wî ji hemû hûrgiliyên tîmê hebe.
Roja lîstika Amedspor û Dihokê, ez bi Xalid Muşîr re axivîm û di weşana zindî ya Rûdawê de got, "Min ji lîstikvanên xwe re digot, xwezî li şûna we ez niha lîstikvan bûma û min li hemberî Amedsporê bilîsta, ew qas hesteke min a xweş heye."
Tîma Zaxoyê: Zaxo ji hemû tîmên Îraqê cuda xwe ji bo sezona nû amade dike. Tîmê piştî ku birêvebiriya wê hat guhertin û Çiya Emîn wekî serokê tîmê hat diyarkirin, peymanên gelekî balkêş îmze kirine. Transfera Harûn Ehmed, Şêrzad Temirov, Mistefa Sedûn û nûkirina peymana Emced Etwan û Şêrko Kerîm, alîgirên tîmê kêfxweş kirine û ew bi kelecan in ku di sezona nû de hevrikiyê li ser nasnavan bikin.
Zaxo bi logoyeke nû, bi formeyek û tîmeke nû dikeve nav hevrikiyan. Pêwendiyeke wan a gelekî xurt bi Amedsporê re heye û roja lîstika dostaniyê ya di navbera her du tîman de, beşek ji alîgirên her du tîman hatibûn stadyumê û bi hev re her du tîm teşwîq dikirin û bi hev re qîriyan "Kîne em? Kurd in em". Vê yekê tameke gelekî Kurdane dabû wê lîstikê.
Min gelek dîmenên xweş li wir dîtin lê ti yek ji wan bi qasî wan dîmenan ez kêfxweş nekirim, dema ku tîma Amedspor û Dihokê bi hev re rawestiyan û wêneya bîranînê girtin. Lîstikvanên Zaxo û Amedsporê bi hev re wêneya bîranînê girtin, çûn ber alîgiran û şahî kir. Piştî wê jî Zaxoyê formaya hejmar 3 da Amedsporê û wan jî formeya hejmar 21 da Zaxoyiyan, wekî nîşanekê ji bo bîranîna sersala Kurdî û Newrozê.
Hemû tiştên ku min di nava wê hefteyê de li wir dîtin û ji we re li Rûdawê hatin veguhastin, çavkaniya wan Rûdaw bi xwe bû. Bi taybetî dema ku sala 2025an tîma Zaxoyê ji bo kampeke rahênanê çû Sakaryayê, wê demê ti pêwendiyên Amedspor û Zaxoyê bi hev re nebûn lê Rûdawê destpêşxerî kir û her du tîm bi hev dan naskirin. Pêwendiya di navbera wan de hat avakirin û berhema wê jî lîstika dostaniyê bû, lîstikek ku wateya wê ji lîstikeke dostaniyê gelekî zêdetir bû.
Harûn Ehmed ji min re got, "Her carê ku em têk diçin, hesteke min a nexweş heye lê dema ku em li hemberî Amedsporê têk çûn, ew hest bi min re nebû, ji ber ku em hemû serkeftî ne." Belê, di wê kombûna Kurdistanî de Rûdaw, Amedspor, Dihok û Zaxo serkeftî ne, yekbûn û bihevrebûn serkeftî ye.



