Navê nivîsa min ji pirtûka Yael Tamirê ya bi navê “Çima Neteweperwerî?” tê û her ku lê dinêrim, asofirehîya pirtûkê cihê xwe yê cuda bêtir diparêze. Lewra di cihanê de bi mîlyonan mirov mixetab û mixalîfên van du hevokan in. Bi taybetî ji bo neteweyeke ku bi tena serê xwe li ber xwe daye, bi sedhezaran keç û xortên xwe ji bo xeyala serxwebûnê kirine qurban, ev mijar bêtir muhim e. Tewr di vî warî de Kurdistan laboratuara dîroka du sedsalên dawî yên cihanê ye. Ev qas laboratuar e, bi her awayî dane tê de hene û roj bi roj xwe bi bir tînin. Hefteya borî jî wisa bû. Jenosîda Enfala Barzaniyan, salvegera qetlîama malbata Dedeogullariyan, kuştina hunermend û aktîvîstê Rojhilatê Kurdistanê Mehdî Tewekulî, dayika wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewekulî ku 27ê Tîrmehê li ser rêya Bane û Merîwanê ji aliyê dewleta Îranê ve hatin kuştin û ziyareta bavê Narîn Guranê ya li gel siyasetmedarê girtî Selahedîn Demîrtaş mijarên herî girîng bun. Enfal, Dedeogulları, Mehdî Tewekulî, Narîn Guran û Selahedîn Demîrtaş, her yek bi cih, mekan û zeman ji hev dûr bin jî rewşa wan di cihekî de xwe digihîne hev: Ev jî pirsgirêka netewebûnê an jî ji netemamiya netewebûnê ye.
Bê guman li Rojhilata Navîn neteweperwerî ji aliyên wê yên sosyal, aborî, çandî, ewlehî, perwerde, mîmarî, xwezayî û şexsî hatiye dûrxistin û tenê neteweperweriya di xizmeta Gladioyê û hin rastgirên provokatîv de asê maye û bi salan e li ser vê qadê hin hêz hespê xwe dibezînîn. Lê rastî ji me re tiştekî din dibêje. Divê beriya her tiştî ev hegemonya çepgiriya Rojhilatî bê şikandin û sedemên şêlûkirina neteweperweriyê bên dîtin. Ne hewce ye mirov biçe peymana Magna Cartaya 1215an û Fransaya 1789an. Em kurtasî werin sedsala 20î û berê xwe bidin ronakbîriya vê serdemê û milletên ku bi saya neteweperweriyê xwe xilas kiriye nas bikin. Bê guman adresên vê naskirinê pir in. Lê ronakbirên Îsraîlî jî xwediyê şoreşa zanistê û neteweperweriya modern û gelek serkeftîyên vê demê ne. Piştî Yunan, Îtalyan, Îngilîz û Fransizan, Yahûdiyan jî ala ronakbîriyê gihand astekê û cîhan xistin nav neteweperweriya teknîk û teknolojîk û ji bo milletên bindest rê û rêbazên azadîxwaz vekirin.
Bi ya min neteweperî di destê wan de bû xwediyê superdewletekê û vê dewletê gelê xwe ji kampên mirinê tov kir; zanist, zanyarî, çand, avedanî û problemên çînî ji nû ve şîrove kirin, bi sosyalîzma siyonîst miletê xwe perwerde kir, aborî û sazûmanîya welatê xwe li gorî dînamîkên xwe çareser kir. Yanê heger em li serkeftina ronakbîriyê, sosyalîzm û neteweperweriyê bigerin, çîroka rewşenbîr û entelektuelên Îsraîlî çîroka herî bikêrhatî ye. Lê mixabin dewletên herêmê nehişt ev bandora serkeftî li Rojhilata Navîn belav bibe û neteweyên li benda roja xwe ji vê sûdê bibînin. Yael Tamir akademîsyen, dîplomat, siyasetmedar û aktîvîsteke Cihû ye û li Almanya, Brîtanya û Amerîkayê ders daye. Pirtûka xwe ya bi navê “Why Nationalism-Çima Neteweperwerî?” di 2019an de nivîsandiye. Ev pirtûk dîsa ji aliyê Fexriya Adsayê ve ji Îngilîzî hatiye wergerandin û pirtûk yek ji xebatên Avestayê ye ku li ser ramangerî û dîroka Cihûyan e.
Her çiqasî pirtûk bi 5 beşan hatibe dabeşkirin jî 21 gotarên Tamirê tê de cih girtiye. Hemî gotar li gorî berdewamiyekê ne û her mijar temamkarê ya din e. Pirtûkên teorîk di her zimanî de dem û motîvasyonê dixwazin lê zimanê vê pirtûkê lawaz e. Her gotar bi serê xwe îlhamdar bû ji min û min pîştî her gotarê heman pirs dubare kir; Kurdistaniyan çima ronakbîrî û neteweperwerîya Cihûyan dereng bihîstin? Hêzên me yên li Moskow, Prag, Tehran, Vîetnam, Enqere, Angola û Filistînê li sosyalîzmê digeriyan, çima ji welatê ku sedsala 20emîn û 21emîn kaşî nav şoreşa herî demokratîk kiriye re biyanî mane? Ew miletê ku ji kampên Naziyan xilas bû, çawa di nav 50 salan de sosyalîzma herî kbiêrhatî, demokrasiya herî civakî û neteweya herî ciwan amade kiriye? Yael Tamir bi hurgîlî, li ser aliyên neteweperweriyê wiha sekiniye, şopên wê yên di nav jiyana me de rêz kirine. Wê giranî û tevlîheviyên teorîk û mîtolojîk ji mijarê dûr xistine û behsa feydeyên wê yên şexsî û sosyal kiriye. Tamir neteweperweriyê piştî demeke dirêj ji galegalên derve rizgar dike û dike hundirê malê û ew bi me re çawa dijî nişan dide. Tamirê ev têgeh ji destên megolamaniyan rêber û teorîsyenan derxistiye û teslîmê xwediyê wê yanê teslîmê milet dike. Di cihekî de vê teslîmê wiha bi nav dike: “Piraniya jiyana neteweyî di qada banal de diqewime; neteweperwerî şikil dide tama devê me; mîmarî û dekora me dişêwîne; melodiya jiyanên me diyar dike û lixwekirina me, xwarina me û xeyalên me diyar dike.”
Helbet em hemî xwedî fikrên neteweperwer in lê gava li teoriyên Tamirê dinêrim, hewce dibînim ku tam wextê revîzyona hin nêzîkatiyên me hatiye. Ji xwe Tamir di gotara duyemîn de behsa “neteweperweriya nû” dike û dibêje, “Neteweperwerî li derê ye.”
Îro sîstema cîhanê di nav şer û qeyranên siyasî, aborî û fikrî de ye, her kes di kozika xwe de dixwaze vê krîzê derbas bike lê ev krîz krîza globalîzmê û kêm netewe-dewletê ye. Heta cihan berdêla globalîzma bêwate dide û kêm netewe-dewletî jî hesabê vê dipirsin. Bêsinorî û bênirxkirina civak û koman di nîvçirkeya sedsalê de bextewarî neaniye, ev eşkere ye. Dewleta sosyal, xwedîhiqûq, garantoriya ewlehiyê, parastina makezagonê, perwerdeya bêpere û mecbûrî, kontrola piyase û jiholêrakirina feqîriyê destkeftiyên netewe-dewlatan bûn. Globalîzmê ev kirin hedef û piçûk dîtin. Gelek nirxên neteweyan fetisandin û hundirê wan vala kir. “Laissez faire, laissez passer” di encamê de nîşanî me da ku globalîzm nikare bê neteweperweriyê bimeşe û bibe sîstem. Tamir, van mijaran bi pêşveçûnên modernîzmê ve girê dide û modernîzmê wek trena neteweperweriyê dibîne. Bi taybetî di beşa vegera evîn û zewacê de nêzîkatiyên neteweperweriyê bi berfirehî vedikole.Tamir di vir de behsa peymaneke nû ya civakê dike û wê bi “çar hemleyan” de pêşniyar dike. Ev çar hemle him rewşa cîhana hîperglobal him a neteweyî bi hemî demografî û dinamîkên cihguhertî ve hevbeş analîz dike.
Gava mesele tê ser peymanan, bibe nebe Kurd jî dikevin navê. Lewra îro hemî cîhan li ber bijareke dîrokî ye. Em jî xwedî federalîzmeke li ber kêrê û nîvfederalîzma têkçûyî ne. Bakur û Rojhilatê me hin bêqerar in. Bo vê jî pirsiyarên miletê Kurd her diçe li dora: “Em netewe ne yan mafê me yê dewletbûnê çima çênabe?” kom dibin! Gelo em dê wek duvikên dewletên herî paşverû û bermahiyên Gladioyê bimin an jî em dê nav mala xwe, dibistanên xwe, fabrîqe û zeviyên xwe bi xwe bixebitînin? Em dê gaz, petrol, av û enerjiya xwe di santral û tesîsên xwe de bişixulînin û bi xwe bazara xwe bikin an na ? Jin û keçên me dê “çarşefa Ereban” an jî “turbana Tirkan” li xwe bikin? Dê xwarinên pêşgeha me bibin “Markeyên Tirkan”, dê stran û stranbêjên, lîstikvan û werz,ivanên me yên herî jêhatî li ser navên dewletên din birevin û biwestin her tim? Ev pirs mijarên neteweyî ne û em nikarin ji van re bersivên çareserî yên yekane bidin. Lewra Tamir dibêje: “Ew fehm her diçe xurttir dibe ku netewe-dewlet bi hemû kapasîteya xwe ya siyasî, çandî û civakî divê vegere qada lîstikê.”
Heger were em dê çawa û bi çi bi ser bikevin?
Hevkî îronîk e lê êdî neteweperwerî ne meseleya di pirtûkan de ye, ew êdî li her derê ye. Belkî jî xeyaleta vê sedsalê jî ev e û li ser serê cîhanê digere!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)


.webp&w=3840&q=75)
