Xwînerê hêja;
Min di nivîsa hefteya borî de behsa rexneya Chinua Achebe ya li hemberî berhema Joseph Conrad “Dilê Tariyê” kiribû. Lewma jî mijara nivîsa min a vê hefteyê berhema Chinua Achebe ya bi navê “Things Fall Apart” e.
Ev pirtûk di sala 1958an de ji Weşanxaneya Penguinê der çûye û ji 151 rûpelan pêk tê.
Çîrok ji devê kesê sêyem, bi dengekî xwînsar î realîst tê vegotin.
Min hefteya borî jî behs kiribû ku di Dilê Tariyê de, mirovê reşik wekî sembola tarîtî, xwezaya kûvî û hemû wan tiştên “ne spî/ ne- ewropî” tê bikaranîn. Di tevahiya romanê de ti lehengê reşik tune. Xwîner ti carî nizane gelo dema hemû ew bûyer diqewimin, mirovê reşik çi difikire.
Chinua Achebe digire, bi vê romanê bersiveke têr û tijî dide mirovê mêtinkar û dibêje ku ka werin ez çîroka miletê xwe ji we re bibêjim.
Lehengê me yî sereke Okonkwo, lawê bavekî “baş lê lawaz” e. Bavê wî mirovekî baş e, ji muzîkê hez dike, ji şer û tundîtiyê dûr disekine, lê ew gelekî xizan e. Heya di nava gund de henekên xwe bi bavê wî dikin û dibêjin heya deynê çivîkên Xwedê jî li ser wî heye. Ew dînamîka navmirovî ya gerdûnî li vê derê jî pêk tê; Okonkwo sond dixwe ku çi dibe bila be, ew dê wekî bavê xwe nebe. Heya bavê wî her çi be, ew dê bibe berevajî wê yekê. Çunkî ew di nav vê civaka bavsalar de zû fêr dibe ku heya mêr xurt nebe, ti kes qedir û qîmetê wî nagire. Bi vî awayî, Okonkwo hê ji xortaniya xwe pê ve mêrbûneke rijd, hêrs û xurt performe dike. Ew dibe xortekî bi hêz, di gulaşê de pêlewanekî navdar têk dibe û bi vî awayî navê wî di civaka Igbo de belav dibe. Ew bi sê jinan re dizewice, gelek zarokên wî, zevî û dewarên wî hene. Her ku pesnê xurtbûn û dewlemenbûna wî belavtir dibe, ew bêtir ditirse ku vê yekê winda bike. Ev tirs jî wî bêtir diguherîne û dike mirovekî zilimkar.
Heya vê beşa pirtûkê Chinua Achebe bi rêya gelek hûrgiliyan ji xwîner re rave dike ku mirovê reşik jî kêm zêdê bi heman dînamîkên malbatî û civakî mezin dibe. Di nav civaka gundekî Nijeryayî de jî mirov bi aliyên xwe yên baş û xerab ve dîsa jî mirov in. Ya ku civaka bindest ji mirovbûna wan dişo û wekî sembola xerabî û kûvîtiyê xuya dike nêrîna serdest a mêtinger e. Lê belê, rastîya mirovî ji vê nêrînê gelekî tevlihevtir e.
Li gundekî nêzîk jinek tê kuştin. Wekî berdela xwîna jina kuştî du zarokan dişînin gundê wan. Okonkwo camêrekî dewlemend û rêzdar e, lewma jî zarokekî bi navê Ikemefuna dişînin mala wî. Ikemefuna li mala wî mezin dibe û heya ji lawê wî baştir, xebatkartir e. Okonkwo ji wî hez dike lê ew nişandayîna hezkirinê wek lawazî dibîne, lewre hewl dide ku aliyên xwe yên hestyar veşêre.
Jiyana gund bi vî awayî berdevam dike û em bi rêya mirin, zewac û pîrozbahiyan fêr dibin ku li wî gundê Nîjeryayê jî zagonên civakî hene, civak li gorî nirxên olî û çandî tevdigere û hevdû kontrol dike.
Bo nimûne, li gorî olê Igbo di hefteya aşitiyê de divê tu şer û doz neyên kirin. Lê Okonkwo li jina xwe dide. Ev yek ji aliyê gundiyan û keşîş ve nayê qebûlkirin. Yanê, belê xurtbûn û dewlemendbûn heya rêjeyekê girîng e lê dîsa jî nirxên civakî di ser hêza wî re ye.
Di ser hatina Ikemefuna re sê sal derbas dibin ku remilvanê gund dibêje dê Ikemefuna bê kuştin. Digel ku jina Okonkwo ji wî re dibêje, ev lawik te wekî bavê xwe qebûl dike, tevli kuştina wî nebe jî Okonkwo dîsa jî tevli seremoniya qurbandayînê dibe. Dema lawikê bêmiraz dibin cihê kuştinê, lawik ditirse û xwe diavêje bextê wî, lê Okonkwo derbeya dawî diavêje li serê lêwik û wî dikuje.
Bi vê çîrokê Chinua Achebe careke din nîşan dide ku lehengê çîrokê, Okonkwo dikare her tiştî qurban bide da ku mêrbûna xwe ya performatîf biparêze û di nava civakê de wek kesekî xurt, serdest bê qebûlkirin.
Wê navberê dê lawê Okonkwo yî biyolojik, Nwoye ji malê û bi taybetî ji bavê wî dûr dixe jî dîsa heman dîmanîka mirovî ye.
Okonkwo naxwaze bibe bavê xwe. Lewre ew dibe mêrekî tund û dijwar. Nwoye jî naxwaze bibe bavê xwe, lewre ew her ku diçe ji mala bavê xwe, zagona miletê xwe û herî dawî jî ji ol û rêya pêşiyên xwe dûr diçe.
Belê, di wêje û hunerê de mêtingerê çêrmspî, mirovê Afrîkî wekî komeke bê çand û bê zagon xuya dike. Navê wan rast hilnade û wan li gorî hewcedarî û fantaziyên xwe pênase dike. Lê, dema heman mêtinger ji bona asîmîlasyona olî û çandî diçe Afrîkayê, ew lap jî van dînamîkên mirovî bi kar tîne. Bo nimûne, dema mirovê spî ji bona kiryarên mîsyoneriyê tê gundê wan, ew pêşiyê mirovên wekî Nwoye, yên di nava civakê de cihê xwe nedîtine, yên xizan, yên lawaz qane dikin û dixin xiristiyan.
Piştî gelek bûyeran, dema Okonkwo vedigere gundê xwe, ew dibîne ku mîsyoneran êdî hemû xizanên civakê qane kirine. Pergala mêtinkar bi bac, leşker, zagon, dêr û mektebên xwe wekî derdekî bê derman ketiye nava civakê. Lê mirovên rêzdar ên berê jî êdî gazinên mîsyoneran nakin. Wan rewşa nû êdî qebûl kiriye û hewl didin ku di nava vê pergalê de ji bona xwe cihekî bi dest bixin.
Herî dawî kesekî nû Xiristiyan, diçe û maskeyê xwedayekî heremî derdixe. Li gor olê Ibgo ev yek kiryareke herî gunehkar e. Di navbera mirovên hê jî ol û baweriyên xwe yên berê diparêzin û Xiristiyanan de pevçûn çê dibin. Yanê ew kesên nû bûn Xiristiyan, li hemberî civaka xwe ya berê şer dikin.
Komîserê Îngilîz daxwaza civînekê dike û serokên serhildanê vedixwîne. Okonkwo jî di nav de hemû temsîlkarên civakê tên. Lê derdikeve mexderê ku ti civîn tune, ew ketine teleya mêtinkaran. Komîser wan dîl digire, şkenceyê li wan dike, rûmeta wan dişikîne û wan neçar dihêle ku cezayê pereyan bidin.
Di vir de dîsa ew rabêja navdar a gelên bindest derdikeve mexderê; “…Em xurt û leheng bûn lê dijmin bi dêk û dolaban em têk birin.” (Helbesta Ahmet Arîf bîne bîra xwe: Em di şerê milan de têk neçûn)
Dema ku pergala nû bi vî awayî xwe di nava civakê de saz dike, kesên wekî Okonkwo jî xwe bi rêxistin dikin.
Okonkwo heya gava dawî li hemberî pergala mêtinkar şer dike lê di dawiyê de dema rêhevalên wî, laşê wî yî mirî li ser darê dibînin, wî hilnadin û li gorî olê xwe bin ax nakin. Ji ber ku di olê Igbo de xwekuştin qedexe ye. Mirovên Okonkwo newêrin destê xwe bidin li laşê kesekî xwekuştî. Îngilîz tên û cendekê wî ji wê derê hil didin.
Yanê dema civaka mêtinkar, bi alavên modern û nêrîneke pragmatîk nêzikî bûyeran dibin, civaka bindest hewl dide ku bi rêya parastina kevneşopî û baweriyan hebûna xwe biparêze.
Komîserê heremê yî Îngilîz di dawiya çîrokê de, henekên xwe bi Okonkwo dike, wî piçûk dixe û paşê dibêje ku ew ê pirtûkekê binivîse û dibe ku di vê pirtûkê de bi çend hevokan behsa jiyana Okonkwo jî bike. Navê pirtûka wî dê “The Pacification of the Primitive Tribes of the Lower Niger” yanê Bindestkirina Eşîrên Prîmîtiv ên li Nîjera Jêrîn be.
Bînin bîra xwe ku çîroka Joseph Jonrad, di derbarê lehengekî mêtinger yanê Kurtz de bû û mirovê reş di çîroka Kurtz de wekî sembola tarîtî, nezanî û prîmîtiviyê hatibû bikaranîn. Yanê lehengê Joseph Conrad, ew komîserê mêtinger e, lewre di çîroka wî derheqa têkbirina reşikan de ye û Okonkwo jî bi tenê hûrgiliyeke ji rêzê ye.
Bi vê gotina dawîn, Chinua Achebe bersiveke tekûz dide mêtinger; ez di çîroka te de dîl û piçûk im, lê di çîroka xwe de digel hemû kompleksbûna xwe, mirovekî bi hêz û bi xîret im.
Min li jorê gotibû ku Chinua Achebe digire, bi vê romanê bersiveke têr û tijî dide mirovê mêtinkar û dibêje ku ka werin ez çîroka miletê xwe ji we re bibêjim.
Li gorî min, dema armanca destpêkê ya nivîskar bersivandina berhemeke sereke ya wêjeya mêtingeran be, bibe nebe, nivîskar dibe ew rêberê ku rê nîşanî kesê biyanî dide. Vegotina ji devê kesê sêyem jî vê yekê bêtir xuya dike, ji ber ku dengê sêyem çîrokê ji nêrîneke derveyî vedibêje lê lehengên çîrokê xwe napeyivin, dilê xwe ji hevdu re venakin. Qey ji ber vê sedemê, carcarna bi min wisa hat ku Chinua Achebe bi miletê xwe re napeyive, lê dixwaze miletê xwe ji mêtinkar bide nasîn. Gerçî Achebe xwe di nivîsa xwe de “An Image of Africa: Racism in Conrad's Heart of Darkness” behs dike û dibêje, mirovê spî ji ber nezaniya xwe Afrîkîyan wek mirovên bê çand nabîne, ew bi zanetî çavên xwe li hemberî çanda Afrîkî digire.
“…Heke di van gotinan de ji cahiltiya temenî yan jî kêmasiya agahiyê bêtir tiştekî din hebe, gelo ev tişt çi ye? Bersiva vê yekê gelekî hêsan e: arezû heya pêwistiya fikriyata Ewropî ye ku dixwaze Afrîkayê wekî neynikekê, heya bêtir wekî zemîneke berevajî li pêşberî Ewropayê bi cih bike. Afrîka wekî mekana dûr hem jî bi awayekî kêmasî û xizaniyên ecêb lê nas tê derhênandin ku bi vî awayî raseriya sincî û ‘şaristanîbûna wê’ êdî diyartir xuya dike.”
Madem ku wisa ye, gelo çi pêwist dike ku nivîskarê Nîjerî bi zimanê Îngilîzî danasîna civaka xwe bike?
Ev ne bi tenê pirsa min e. Nivîskarê navdar Ngũgĩ wa Thiong jî her weha heman pirsê dike.
Bersiva Achebe, jixwe bersiva nivîskarê Bakûrî yî Kurd e; êdî Nîjerî jî Îngilîzî bi kar tînin, lewma em dikarin bi Îngilîzî çîroka xwe bibêjin.
Lê di vê xalê de, pirsa min a bingehîn ev e; tu çîroka xwe ji kê re dibêjî? Yanê, heke navenda çîroka te mirovên te bi xwe be, ew mirov êdî her kîjan zimanî be, bi armanca hevdu fehmkirinê bi hevdu re bipeyivin, wê demê dibe ku wêjeya te alîkariya avakirina “em” yan jî “warekî me xwe” bike. Lê di vê xalê de dîsa pirseke sereke ev e; gelo te, yanê nivîskar xwe ji nêrîna serdest rizgar kiriye ku tu karibî di wî zimanê serdest de warekî parastî biafirînî û li wê derê bi mirovên xwe re bipeyivî?
Ji bona min zimanê Îngilîzî jî, civaka Nijerî jî biyanî û dûr in. Ez dê wekî xwendekareke Kurd, nikaribim bersiva vê yekê ji bona Chinua Achebe bidim. Lê tecrubeya min a xwendinê ya nivîskarê Kurd î bi tirkî dinivîse, nîşan daye ku nivîskarê civaka bindest, ti carî nikare qadeke notral, parastî di zimanê serdest de ava bike û li wê derê bi xwînerê xwe re tenê bimîne. Berevajî vê, nêrîn û îdeolojiya serdest mîna gardîyanekî zilimkar çavên xwe her dikute li ser te, hewl dide her tiştî kontrol bike. Gelek caran nivîskar dibe rêber, leşkerên dagirkeran dide li pey xwe û tîne rê û şiverêyên gundê xwe li wan nîşan dide.
Ev lawikê xwendî yî eşîrê, yan jî nivîskarê me Chinua Achebe dixwaze xweşikî û dewlemendiyên civaka xwe ji hevalên xwe yên dewlemend ên bajarî nîşan bide. Hêvîya wî ew e ku ew dê heyfa xîreta xwe ya şikestî bistîne û ji aliyê wan hevalan ve bê qebulkirin. Lê heke hevalên wî, yanê nivîskarên ji miletên serdest wî wek wekhevên xwe qebul bikin, ew dê çawa bi rêya hemberîhevdukirinêke hêsa xwe baştir, şaristanîtir, xwendetir hest bikin? Ji bona mirovê serdest ne hêsa ye ku dev ji serdestiyê berde û berê xwe bide hebûna xwe. Lê ji bona mirovê bindest? Mixabin ji bo wî jî ne hêsa ye. Bo nimûne, ew hewl dide ku heyfa xîreta xwe ya şikestî bi hêza mêrekî xurt û tund hilde. Yanê xîret û durustî dîsa di hebûna mêrekî de tê parastin lê behsa jinan wek mirov nayê kirin. Ew bi tenê wek keç, jin, jinebî, li gorî pêwendiya wan a bi mêran re hene. Yanê hebûna wan dekora çîroka mêran e. Ew bi tenê di çîroka mêran de, ji bo armancên mêran hene. Bê guman, divê neheqiyê ji Chinua Achebe nekim, cihê jinan di nava civakê de çi be, di çîrokê de ew qas e.
Heke çîrok bi dengê sêyem nehata vegotin û lehengên jin karîbûna bipeyivîna, wê demê dê xwîner cihê jinan ê di civakê de bêtir zanibûya. Lê vegotin nahêle ku xwîner vê yekê fehm bike.
Di çîroka Chinua Achebe de leheng bi nakokiyên xwe hene, nirxên civakî nehatine îdealîzekirin, ya ku mirovan kontrol dike; tirs, tundîtî û zirbawerî ne.
Belkî ji ber vê yekê, Chinua Achebe nabêje “Afrîka pir xweş bû lê mêtinkaran ew xera kir” ew dibêje “Derdê me ne kêm bû, mêtinkar jî bûn serbarê li ser.”
Toni Morrison derheqa vê yekê de gotinên balkêş dike, lewre ez dê hefteya bê romana Toni Morrisonê ya bi navê “Beloved” bixwînim. Heya wê çaxê, bimînin di xêr û xweşiyê de
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



.webp&w=3840&q=75)