Di name û resmên girtiyan de hîngavtineke li derveyî zeman heye. Tu ne dikarî jê derbas bibî ne jî dikarî pê bijî. Wêneyê Demîrtaş ê dawîn jî tesîreke wiha li min kir. Gava min ev resim dît, helbesta Kemal Burkay a bi navê “Mamak Türküsü” hat bîra min. Helbest bi hevoka “Geldiğimizde otlar yemyeşildi ve kuzeydeydi güneş / Gava em hatin giya hêşîn bû û tav li bakur bû” dest pêdike û ji çavên girtiyekî guherînên li derve tên texmînkirin.
Demîrtaş û hin hevalên wî 10 sal berê di payîzeke Kurdistanê de hatin girtin û wê çaxê jiyan ji îro cudatir bû. Ji xwe di reng û rûyê Demîrtaş de ev 10 sal bi hemû giraniya xwe tên xuyakirin. Bê guman ji bo siyaseta Bakurê Kurdistanê girtina serokên partiyan tiştekî surprîz nîne. Serokên wekî Saît Kirmizitoprak, Saîd Elçî, Hatîp Dîcle, Şerafettîn Elçî û Murat Bozlak jî hatin girtin lê ji bilî Saît Kirmizitoprak, Demîrtaş ji hemûyan ciwantir e. Bê guman ji wan dûrtir nîne lê Demîrtaş enerjiyeke teze anî ser sehneya siyaseta Kurd û Tirkan.
Demîrtaş, hema hema xwe gihand mala her Kurdî û hin pêşdarazên gelê Tirk jî hilweşandin û perdeya ber çavê wan vekir. Teqdîr û neteqdîr li alîyekî lê Demîrtaş li her du welatan ji anorek da siyasetê. Helbet profesyonel nebû, xefik û xefikbazên li derdora xwe nedîtin. Derfetên demê bi kar neanîn, gelek caran biryarên xwedîrîsk bi Kurdan dan qebûlkirin û bi Kurdan hin tişt dan windakirin lê dîsa jî heta li ser text bû, bi zêhn û zîrektiya xwe partiya xwe mobîlîze kir, gel qanî kir, rengek da zimanê siyasetê û qîmeta gotinê zêde kir. Ya ku dewlet herî aciz kir û hîna jî dike ev e. Di dewra wî de hêzgirtina siyaseteke sivîl, rêbazên bêşidet û daxwaza li gorî dengê hilbijêran piştî gelek salan li kolanan olan da û rola welatiyan wek hêzeke civakî bû şirîkparê dewletê.
Demîrtaş tenê dengê hilbijêrên xwe zêde nekir, ji bo qîmeta sindoqê jî Tirk hişyar kirin. Em siyaseta Bakurê Kurdistanê ji salên 1990î vir ve dişopînin. Di navbera Fehmî Işiklar û Demîrtaş de gelek partî û serokên Kurdan behsa xwe gihandina miletên li Tirkiyeyê, xebatên li parlamentoyê, bidestxistina hin meqam û mewzîyan kir. Ev tişt geh bûn taktîk, geh jî bûn stratejî lê ti carî vê daxwazê serê xwe nedigirt û pêş ve neçû. Helbet konjonktur pir caran qedera siyasetê diguhere lê heta kesekî bi konjonkturê nelîze nikare di siyasetê de bibe çareser.
Helbet mirov nikare bi tevahî bêje ku Demîrtaş avakarê konjonkturê ye lê Demîrtaş bi hin alîyên statukoya heyî lîst û kevirekî piçûk ji dîwarên wê vekişand. Kevirê ku wî kişand kevirê herî rast bû û siyaseta Bakur çend sale nanê vê dixwe. Demîrtaş, di temenekî ciwan de bayê sîyasetê girt pişt xwe û dengê Kurdan di medyayê de, li meydanan bi tevlîbûna mîlyonan ragihand cîhana modern. Lewma hîna jî Kurd bi dengê wî an jî bi fotoyekî wî yê dîlgirtî xemgîn dibin. Di navbera miletê Kurd û Demîrtaş de frekansa rexneyê û dostaniyeke hevseng heye. Demîrtaş, siyaset, hesanî û cîwantir kir. Ji platformên sar û emrî-vakî, ji korîdorên bêhesabdayîn derxist û kir kelîyeke jiyana rojane. Lewma jî kî tê şûna wî wek xemlekê dimîne.
Lê ev xweşmêr û camêrê ku sîya wî li derve, bi xwe li zîndanê hinekî kal bûye. Helbet hîna ronahiya çavên wî bi ken e, ji hezar metreyan mirov şewqa ken û şexsiyeta wî dibîne. Zeman karîzmaya wî li gorî xwe xurttir jî kiriye lê dîsa bêyî ku sedem hebe 10 sal ji jîyana wî hatîye girtin. Ne tenê li jîyana wî, li sîyaseta Bakur neheqî tên kirin.
Ev du sal in behsa pêvajoyek an jî mizakereyên ser girtî tê kirin lê ya ku encamê nade kêmasiya rêberekî sivîl, demokrat yanî rola Demîrtaş e. Xuya ye heta Demîrtaş nebe û azad nebe ev kar serê xwe nagire û gel qanî nabe. Lazim e êdî Demîrtaş were berdan. Ji xwe bi milyonan şopînerên wî her roj bi hezaran resim, vîdeo û gotinên wî parve dikin. Ev 10 sal in hilbijêrên wî li şûna wî kar dikin û wî ji bîr nakin. Îro Demîrtaş derkeve jê re ne kongre û ne jî propaganda lazim e. Tenê ji wî û bi deh hezaran girtiyên Kurd ên siyasî re tenê azadî lazim e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)

