Xwînerê hêja;
Min dil heye ku ez îcar jî heft berhemên Science Fiction (Honaksaziya Zanistî) bixwînim û bidim nasîn. Piştî xwendina berhemên Kurdên diyasporayê û wêjeya dijmêtinkar, min çima xwest ez berhemên honaksaziya zanistî bixwînim? Çend sedemên vê yekê hene lê belê ez dê behsa sedema sereke bikim. Ev jî ew e ku di rojên tarî de, pêwistiya min bi hinekî dûrketinê çê dibe. Ez hêvî dikim ku bi saya vê projeyê em dê karibin ji mijarên welêt hinekî dûr bikevin û berê xwe bidin gerdûnên xeyalî.
Berhema me ya pêşî “Мы“ yan jî “Em” a Yevgeny Zamyatin e. Yevgeny Zamyatin (1884–1937) nivîskar û endezyarê keştiyan ê Rûs e. Roman di navbera salên 1920–1921ê de hatiye nivisîn. Yanê di ser Şoreşa Cotmehê re sê-çar sal derbas bûbûn ku ev berhem derketiye holê. Lê mixabin piştî şoreşê şert û mercên wê serdemê destûr neda ku ev berhema bi zimanê xwe yî resen, bi Rûsî li Sovyetê çap bibe.
Roman cara yekem di sala 1924an de li New Yorkê bi wergera Îngilîzî hate çapkirin.
Em a Yevgeny Zamyatin wekî metneke bingehîn ya wêjeya dîsutopîk tê qebûlkirin. Jixwe ev berhem beriya 1984a George Orwell û Cîwana Wêrek a Nû ya Huxley hatiye nivisîn.
Min wergera Îngilîzî ji Hugh Aplin xwend.
Bijî bijî azadî!
Lê gelo çi ye azadî?
D-503, lehengê sereke yê romanê matematîkzan e. Ew dixwaze raporên zanistî binivîse ku welatê xwe “One State” yan jî Yek Dewletê (Tek Dewlet) bide nasîn. Armanca wî ew e ku pergal û îdeolojiya dewletê rave bike da ku mirovên li gerdûnên din jî ji Yek Dewletê haydar bin. Heya dibe ku ew jî xwe bi heman awayî bi rêxistin bikin. Li Yek Dewletê, tevahiya jiyanê li gorî prensîpên zanistî hatiye nirxandin, pîvandin û birêxistinkirin. Li vê derê birçûbûn tune. Nediyarî tune. Her tişt lê her tişt ji aliyê dewletê ve hatiye kontrolkirin. Kumreşî û heya çêtirgirtinên şexsî jî ji aliyê dewletê ve hatine verastkirin. Jiyana mirovan li gorî sazûmaneke matematîkî bi rê ve diçe. Yanê her tişt jixwe bi awayekî wisa rêk û pêk hatiye çareserkirin ku jixwe pêwistiya azadbûnê jî nayê bîra mirovan.
Taybetiya tirsdêr a Yek Dewletê ne tundîti û qedexekirin e. Berevajî vê yekê taybetiya wê ya tirsdêr ew e ku mirov êdî pêwist nabînin ku biryarê bidin, şaşiyan bikin, evîndar bibin û ji bona evîna xwe bigirîn.
Ji dewsa navên taybet, her welatî bi nimreyekê tê binavkirin. Ew di xaniyên şûşe de dijîn, yanê qadeke şexsî ya taybet tune. Ew heke bixwazin bi kesekî re razên, serî lê didin, civanek tê çêkirin.
Mirov êdî ne “ez” e, diranekî çerxa “em”ê yan jî Yek Dewletê ye.
D-503 di destpêka pirtûkê de bi vê yekê şanaz dibe. Jixwe min di nivîsên berê de jî gelek caran gotibû, pergala dewletê bi tenê mirovan kontrol nake, her wiha ji wan re dibêje gelo ew divê di derheqa çi de çawa hest bikin.
Di romanê de şabûn wekî dijbera azadbûnê tê sazkirin. Yek Dewlet her pêwistiya bûjenî ji bo welatiyan peyda dike. Wateya her tiştî ji aliyê Yek Dewletê ve hatiye diyarkirin. Madem ku wisa ye, welatî êdî şa û bextewar in. Ne wisa?
Dibe ku mirov heman yekê wiha bipirse, heke her pêwistiya hemû mirovan bê peydakirin, azadî dê ji bo çi pêwîst be?
Mirov berê xwe bide fezayê jî ew dê her heman wê çîroka bingehîn vebêje!
Pêwist nake bibêjim lê helbet D-503 mêr e. Di destpêkê de ew di nava pergalê de şad û şanaz dijî, jixwe nikare xeyal bike ku ji xeynî Yek Dewletê dibe ku îhtimaleke din jî hebe.
Lê rojekê jineke balkêş derdikeve hemberî wî; I-330.
Yanê D-503 (Adem) di Yek Dewlet an jî biheşta bêqisûr de dijî lê I-330 (Hewa) tê û ji wî re dibêje, tu mirov î, ji te re azadî divê!
D-503 bi saya hebûna I-330ê di jiyana xwe de cara yekem ji dewsa îtaetê arezû dike, ditirse, kumreşiyê dike, xewnan dibîne û xeyalan dike û wekî encama vê yekê dikare cara yekem bibêje “Ez.”
Lê belê I-330 bi tenê deriyên arezûyê ji D-503 re venake, ew her wiha serhildêriyê jî fêrî D-503 dike.
I-330 wekî Hewayê deriyê zanîn û arezûyê ji mirovahiyê re vedike lê çîroknivîs mêr e. Lê ciyawaziya di navbera çîroka dînên Brahimî û çîroka Yevgeny Zamyatin de ew e ku I-330 wekî Hewayê nayê sûcdarkirin. Jixwe zimanekî notral ê çîrokbêj heye ku li sûc û sûcdaran nagere, zêde pênase nake, bi tenê rewşa heyî vedibêje.
Ez bi rastî jî bi awayekî erênî şaş mam ku Yevgeny Zamyatin lehenga jin, I-330 bes bi wekî jineke bedew, sembola arezûya mêrê heteroseksuel nedaye nasîn. I-330 ji vê yekê bêtir, wekî aktivîsteke polîtîk, keseke xwedîarmanc hatiye nivisîn.
I-330 tê û D-503 hişyar dike. Ew tovekî diavêje derûniya D-503 û dihêle û diçe. D-503 cara yekem dikeve nava deryaya xem û xeyalan, dixwaze wê dîsa bibîne, wê meraq dike yan jî rojên destpêka evîndariyekê çawa bin, D-503 jî rojên wisa derbas dike. Lê ji ber ku ew vê rewşa derûnî cara yekem azmûn dike, ev ji bo wî rewşeke derasayî, ne normal e. Ew nikare bala xwe bide karê xwe, êdî wekî berê dilşa û aram nîne. Lewma jî berê xwe dide Ofîsa Tenduristiyê da ku raveyekê ji bo rewşa xwe bibîne.
Li Ofîsa Tenduristiyê di navbera wî û doxtir de axaftineke gelekî balkêş derbas dibe;
“…Belê, pir xerab e. Wisa xuya dike ku di te de rihek çê bûye.”
“Rihek? Ev peyva ecêb a kevnar ji zû ve hatibû jibîrkirin.”
“Gelo ew… pir bi tehlûke ye?”
“Dermanê vê yekê tune.” (Rapora 16emîn, rûpel 87)
Doxtir mijarê ji D-503 re wiha rave dike; berê hişê mirov wekî zemînekî rex bû û her çi lê bixe, diteyisî û diçû; lê niha ew zemîn nerm bûye, êdî şopa tiştên lê dixe li ser dimîne. Yanê D-503 êdî bes dinyaya derveyîn nateyisîne, ew heman demê de dihêle ku dinya têkeve derûniya wî.
Bê guman li gorî Yek Dewletê ev yek ne pêşketin, nexweşî ye. Doxtirê Yek Dewletê eşnasiyê bi awayekî rast dike. Ew dibîne ku D-503 gav bi gav mirovbûna xwe azmûn dike yanê rihê wî şîn dibe. Lê doxtir nizane gelo çareya vê yekê çi ye, lewma jî bi awayekî îronîk wî dişîne meşên dirêj û dibêje biçe serdana Mala Kevnar.
Yanê doxtir bêyî ku zanibe D-503 dişîne cîhana I-330ê. Li Mala Kevnar bermayiyên cîhana berê hene, I-330 jî alîkariya wî dike ku ew gav bi gav bibîne gelo Yek Dewletê çima û çawa mirovayetiya wan qedexe û kontrol kiriye. Wê demê ew pirsa girîng derdikeve mexderê: Ma mirov ajalê çewlikan e? Yanê heke dewlet hemû pêwistiyên madî çareser bike û pêwîst neke ku mirov çareya serê xwe binêre, gelo mirov dê dîsa jî daxwaziya azadiya fikrî bike?
Zamyatin hewl nade bersiva vê pirsê ji bo tevahiya mirovan bide. Nexwe azadî bi xwe re berpirsiyariyê jî tîne. Yanê mirovê azad ê ku hildibijêre, her wiha neçar e bi encamên hilbijartînên xwe jî qayîl bibe.
Lê I-330 û Mephi, yanê hin kes daxwaziya azadiya mirovbûnê dikin. D-503 hêdi hêdî ji rola “welatiyê evîndar” derdikeve û dibe serhildêrê dijmintiya Yek Dewletê. Ew êdî ne tenê mirovekî nexweş e, ew tehlûkeyeke polîtik e jî.
Derziya “Benim annem de Türk” yan jî Emeliyatên Dewletê
Bîrhatinên zarokatiyê bi awayekî ecêb mayînde û zindî ne. Mîna roja îroyin di bîra min de maye ku Abdullah Ocalan hatiye yan jî ketiye ber destên dewleta tirk. Malbata min jî di nav de, gelemperiya Kurdan hêvîşkestî û xemgîn in. Lê paşê, hevpeywînên pêşî yên digel Ocalan tên belavkirin û gelemperiya Kurdan îcar şaş û metel dibin; nexwe serokê tevgera Kurdan, pesnê dewleta tirkan dide, dibêje “Dêya min jî tirk e” bi israr dibêje ku ew ji bo xizmetkirina dewleta tirk amade ye. Kesek nizane gelo çi hest bike yan jî bibêje. Ne hêsan e ku mirov qebûl bike ku kesê serokatiya tevgerê dike, niha dibêje ku ew her xizmetkarê dewleta Tirkan bû. Wê demê, milîsên tevgerê li nava mirovan digerin û wê raveya efsûnî belav dikin; dewletê derziya “benim annem de türk/Dêya min Tirk e” li serok xistiye, ew li ber bandora derziyê wiha xeber dide yan na, serokê me ti carî tiştên wiha nabêje.
Ez wê demê zarokeke 6-7 salî bûm û ji derziyan gelek ditirsiyam. Qey lewma jî vê gotinê bandoreke kûr li ser min kiribû û ez gelekî tirsiyabûm ku mirov bi derziyekê çawa dikare kontrola xwe winda bike.
Helbet paşê Ocalan heman gotin pir caran dubare kirin. Heman mirovên partiyê gotin ku “Serok taktîkan dike” niha êdî van rojên ku ez vê nivîsê dinivîsim ew êdî behsa taktîkan jî nakin lê rasterast dibêjin “Ew ji bo Kurdan heya mafên bingehîn yên civakî jî di nav de, ti tiştî naxwazin.”
Yanê siyaset û vegotina siyaseta tevgerê roj bi roj diguherin û êdî rasterast dijbertiya berjewendiyên wî miletî dikin ku ew tevger pêk aniye. Lê ev yek wekî pêvajoyeke wisa xwînrêj û êşdar diqewime ku êdî hêz, taqet û cesareta mirovan namîne ku bipirsin: Em ji bona çi derketin li ser rê û me çi bi dest xist?
Yan jî ka werin em Yek Dewleta xeyalî ya Zamyatin û “Tek Devlet, Tek Millet, Tek Dil, Tek Bayrak/Yek Dewlet, Yek Milet, Yek Ziman, Yek Al”a em di tê de dijîn piçekî bidin ber hevdu.
Yek Dewleta Zamyatin, pêşiyê hemû kêşeyên bûjenî yên mirovan çareser dike û wekheviya civakî saz dike, paşê azadiya şexsî ji holê radike.
Yek Dewleta Tirkan bi awayekî sîstematîk Kurdan feqîr dike, çavkaniyên bûjenî û mirovî yên Kurdistanê dişêlîne û dibe li navenda dewletê bi kar tîne.
Yek Dewleta Zamyatin peyva “ez” ji nava ziman derdixe da ku her mirovek xwe bi wekî parçeyê heman “em” ê bibîne û nikaribe xwe ji wê “em” ê cuda bifikire.
Yek Dewleta Tirkan destûrê nade ku bi milyonan mirov zarokên xwe bi zimanê xwe yî zikmakî perwerde bikin. Lê di heman demê de di yekane zimanê derbasdar û fermî, Tirkî de jî wateya her peyvê xwe diyar dike. Bo nimûne, her mirovê li Tirkiyeyê mezin bûye, baş dizane ku peyvên wekî “xayîn, kiro, yan jî terorîst” behsa kê dikin. Ji bona ku mirov wateya van peyvan fehm bike, pêwîst nake ku kontekst bê dayîn an jî ev peyv di nava hevokekê de derbas bibe. Dewletê zimanê xwe yî fermî, peyvên xwe yên îdeolojîk çê kirine û dane qebûlkirin.
Yek Dewleta Zamyatin, cîhaneke aşopî ye. Ew serhildêrên dewletê emeliyat dikin û rihê wan yekser ji bedena wan derdixin.
Yek Dewleta Tirkan ji gelek aliyan ve ji Yek Dewleta Zamyatin dîsûtopîktir e. Lê belê ew nikare teviya serhildêran di carekê de emeliyat bike û xeyala rizgarî û azadiyê ji serê wan derxe. Lewma emeliyata Yek Dewleta Tirkan wekî pêvajoyeke gelekî tevlihevtir û xwînmêjtir dimeşe. Ew emeliyat e ku pênaseya Kurdbûnê bi awayekî sîstematîk ji miletbûnê hate dûrxistin û Kurdbûn wekî aîdiyeteke partiyekê hat qebûlkirin. Yanê dema kesek bibêje “Ez Kurd im” ew kes yekser wekî endamê PKKyê hate qebulkirin. Paşê pênaseya endamtiya partiyê jî dîsa bi destê dewletê wekî “Apocîtî” hate ravekirin. Bi vî awayî nasnameyeke qedîm a gelekî kompleks hat bû şopînerên Apo. Bi vî awayî Yek Dewleta Tirkan bi plansaziyeke bê-qisûr dest da li ser vîna Kurdan.
Lewma jî heke mirov bi çavekî rexneyî çîroka modern a Kurd û Kurdistanê bixwîne, dê bi awayekî zelal xuya bike ku li hemberî azmûna me bi xwe, berhema Yevgeny Zamyatin ew qasî jî ne dîsûtopîk e.
Ya ku ev bîrhatina min a zarokatiyê, yanê derziya dewletê careke din anî ji bîra min rewşa D-503 û I-330 bû. Di dawiya pirtûkê de Yek Dewlet serhildanê ditepisîne. D-503 emeliyat dike û hêza wî ya xeyalkirinê bi rêya emeliyatê ji serê wî derdixe. Yanê derziya dewletê ji wî dixe. Lewma jî dema Yek Dewlet şkencê li I-330ê dike, D-503 bêyî ku ti tiştî hest bike, tenê temaşeya şkenceyê dike.
Rihê D-503 ji wî tê derxistin û ew êdî careke din lawikekî baş û bieqil î dewleta xwe ye.
Lê I-330?
Ew tê girtin. Şkenceyên giran li wê dikin lê ew navê rêhevalên xwe nade. Yek-Dewlet wê û rêhevalên wê yên girtî înfaz dike.
Xwînerê hêja, wekî tu dibinî ez nikarim berê xwe rewşa welêt vegerînim cihekî din an jî berê xwe vegerînim kû derê, rewşa welêt dibînim.
Gelo te “12 Eylül Karanlığında Diyarbakır Zindani/Zindana Diyarbekirê di Tarîtiya 12ê Îlonê de” xwendiye?
Tu dixwazî “12 Eylül Karanlığında Diyarbakır Zindani” ya Selim Çürükkaya bixwîne yan jî “Em”a Yevgeny Zamyatin, tu dê heman yekê bibinî; li hemberî milîtarîzmê, dîktatoriyê û her cûre tundîtiyê vîn û hêza mirovayetiyê ji xwe re rêyekê dibîne û li ber xwe dide.
Lê belê em vegerin pirsa xwe ya pêşîn; bijî bijî, lê çi ye azadî?
I-330 bersiva vê pirsê wiha dide: Azadî ew e ku mirov karibe pêkaniya cîhaneke din xeyal bike.
Nîşe: Ez ji bo rexne û pêşniyaziyên wê yên hêja, spasiya Fexriya Adsayê dikim.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



