Bavê wî miriye, Hesam
sêwî ye. Mamê wî, wî xweyî dike. Derwêş Axa wî xweyî dike, heta mezin dibe,
emrê wî diçe pazdeh, şaşdeh, bîst salî. Demê zewaca wî hatiye. Mamê wî dixwaze
wî bizewicîne. Pê kêfxweş bibe, pê şad bibe. Ji mamê wî re kur nînin. Kurê mamê
Hesam, kurê Derwêş Axa nînin. Keçeke wî tenê heye. Bêje Hesam ka te kî divê, te
jinek bi vê ez ê te bizewicînim kurê min. Bes destê xwe pê ve bike.
Ya te divê kî be;
keça axayekî be, keça gavanekî be, feqîr be, dewlemend be, têr be, birçî be, ez
ê ji kurê xwe re bînim.
Şerm dikir ji
mamê xwe, bêje mamê xwe min ev e divê. Mamê wî rabe diçe hevalên wî yên ku pê
re kar dikin dibîne. Bêje hevalan bibin seyranê ka hûn ji bin dernaxin ka dilê
wî li ser hinan heye, li ser hinan nîne. Diçin seyranê, xort in dişetixilin; te
kî divê, te kî divê. Ew behsa ya xwe dike, ew behsa wî dike. Her kes ya di dilê
xwe de dibêje. Ew jî dibêje wekê min Lelîxana Goveyî divê. Goveyî çima Goveyî
ye? Goveşîn gundekî me yê Botanê ye, ew jî wekê bêjî Feraşîn, Goveşîn ji wê re
dibêjin Lelîxana Goveyî, Lelîxana Goveşînî. Lelîxana Goveşînî keça Mehzûl Axa
ye.
Aha xortek tê
mizgîniyê dide Derwêş axayê mamê Hesam. Dibêje: “Mizgîniya min li te, min zanî
Hesam kî divê.”
Bêje: “Fîlan kes
keça Mehzûl axa ye, Lellîxana Goveyî ye.”
Got: “Oo ji xwe
Mehzûl axa dostê min e. Ez û wî bira ne.”
Diçî siwar dibe,
çend xulaman bi xwe re siwar dike, heke çend kesan bi xwe re dibe û diçe mala
Mehzûl Axa. Dibêje: "Mehzûl Axa, hal û mesele ev e. Ez hatime keça te ji
biraziyê xwe Hesam re bixwazim."
Mehzûl Axa jî
dibêje: "Min Lelîxanê da te."
Vedigere tê malê,
dibêje: "Hesam, me ji te re Lelîxan xwest."
Kêfa Hesam
destpêkê tê. Fetirkê - demekê, heft - du - sê diçin. Dotmama wî dikeve bin serê
wî de. Dotmama wî, keça Derwêş Axa, dilê wê li ser Hesam heye. Hesam bi çavê
biratiyê li wê dinêre, lê dilê wê li ser Hesam heye.
Bêje: "Te
yek xwestiye, ma tu nabêjî, tu pirs nakî ka spehî ye, ka ne spehî ye, çawa
ye?"
Bêje:
"Wallahî min husn û cemala wê seh kiriye, lê tu dotmama min î, tu dikarî
herî ji min re sehkê bî."
Dotmama wî ji xwe
kar dike, diçe. Berê ka çi ne, fêkî-mêkî ne, ka cil in, cil û berg in, ka çi ne
jê re radike. Diçe wê derê, şevekê du şevan dimîne, vedigere.
Dibêje: "Ho
Hesam! Mala te xirab bûyo, te çi jinek xwestiye! Ma qey bavê min ji te re jinek
xwestiye? Capala heram e, reş e, bêmarêz e, pîs e, genî ye."
Tiştekî wisa
dike, li ber çavên Hesam reş dike.
Hesam dibêje mamê
xwe: "Wallahî mamo, min Lelîxan navê."
"Kuro te
çawa navê, me soza xwe daye! Em axa ne, filan in, bêvan in. Em rihspiyên derdorê
ne, çênabe."
Dibêje:
"Wallahî min navêt."
Hefteyek-duduyan,
meha-dudan, Derwêş Axa neçû ser Mehzûl Axa. Mehzûl Axa radibe hindekiyan rê dike,
dibêje: "Ka cewabekê bidin van insanan, çima heta niha cewab nedane?"
Nêzîkî salekê çû. Derwêş Axa siwar bû, çû cem Mehzûl Axa.
Got: "Mehzûl
Axa, hal û mesele ev e."
Dibêje:
"Derwêş Axa, min keça xwe Lelîxan da te. Tu ji xwe re dibî, didî gavanê
xwe, tu didî şîvanê xwe, tu didî xulamê xwe; min daye te."
Derwêş Axa
Lelîxana Goveyî ji xwe re tîne. Vêca wexta ji wê ve tîne, xêr û der, filan û
bêvan diçin pê ve; ma nê bûk e, dê ev xeliya wê hebe. Vêca erf û edetên berê
siwar hebûn, siwarên gundiyan hebûn, bezinê (qazîd) dikirin. Diçûn nêçîrê,
diçûn nîşanê. Lelîxana Goveyî jî li ser mehînê ye, çarîka wê serê wê de ye.
Dibîne siwarek bezinê (qazîd) dike. Mehîna wî mehîneke spî ya kihêl e bin de
ye, wekî bêjî mehîneke rehwan bin de ye. Dide pêşiya siwaran, diçe, li wan
dizivire û nîşana wî derbûyek e. Lelîxanê jî zilamekî îxtiyar serê mehîna wê
girtiye.
Lelîxanê got:
"Mamo, ji bo Xwedê ez pirsekê ji te bikim?"
Got: "Kerem
bike."
Got: "Ev
xurtê kî ye welê diçe û tê? Hesaba ji siwaran nake, nîşancî ye û welê zîrek e,
jêhatî ye."
Got: "Hoo,
mala bavê wî xirab be! Manê aha tu ya wî bûyî, aha ew Hesam e. Aha qîma xwe bi
te neanî, aha mamê wî rabû tu ji xwe re anî."
Bêje:
"Neee!"
Bêje:
"Erê."
Hesam diçe û tê,
diçe û tê. Çarê taliyê ber Lelîxanê re diçe. Lelîxan çarîka xwe ji ser ruyê xwe
radike. Wexta Hesam çav li Lelîxana Goveyî ket, husn û cemala wê dibîne. Vê
derê dibêje: "Wey were mala min çendî êvar e li min doma! Bayek rabûye, ji
vî bakî jî me minet e. Çarik û çarîxiya Lelîxana Goveyî dida ser rûkê sor û
hilete. Xwezika tu yê bûka mala bavê min bûyayî, ji me re ji mirina miriyan bes
e."
Hesam ji qehr û
kulên xwe derdikeve, ji welat û gundê xwe derdikeve. Lê dide, diçe. Ji qehra re
terkê dinyayê dibe.
Kurekî Derwêş Axa
çêdibe ji Lelîxanê. Temenê wî kurî jî mezin dibe, diçe bîst, bîst û pênc salan.
Hatibû demê
zewacê. Daweta kurê Derwêş Axa heye. Pêşiya dawetê hinek diçin Hîcazê, hecê, ka
diçine ku derê, Hesam li wê derê dibînin. Hesam riha xwe berdaye, xwe kiriye
evdal. Hesam wexta ji gund derdikeve, soz û biryarên xwe dide. Dibêje:
"Soz û biryar be, ez riha xwe û neynokên xwe nequsînim. Ez xwe bikim evdal
û piştî Lelîxana Goveyî berdim dinyayê."
Diçe bîst salên
wî diqedin. Ka vêca di wan bîst salan de serê xwe neşo, riha xwe nequsîne, xwe
tîraş neke, tiştekî din neke, mirov teqez dibe evdalek. Hinek gundiyên wî diçin
hecê, Hesam li wê derê dibînin.
Tên, dibêjinê
Derwêş Axa: "Wallahî me Hesam li Hîcazê, li Hecê dîtiye."
Dibêje:
"Mala wî xirab be, ma çi bikim? Mala xwe jî xirab kir, ya min jî xirab
kir."
Daweta kurê wî
ye, daweta kurê Derwêş Axa ye; Hesam vedigere.
Dibêje zilamekî
îxtiyar: "Ev daweta kê ye?"
Dibêje:
"Daweta kurê Lelîxanê ye, ya Derwêş Axa ye. Bes qeda li dinyayê bikeve,
Lelîxan ya Hesam bû. Mala Hesam xirab be, dest ji Lelîxanê berda, çû terkê
dinyayê bû."
Vê derê Hesam tê
govendê, vê derê stran dest pê dike:
"Hesamo te
çi kul e
Çi derd e
Xêlîkên Hesamê
min hatine ji welatê Gavajê
Destekî dahol û
mehtirxane
Şabaşa ewilî me
ji kîsê xwe danî"
Stran
Way were mala
min, lêê hêê, lêê hêê,lêê.
Here, çendî mala
bayek rabî ji vî bagekî bilind e.
Lêê, heyla dînê,
lêê lêlê, lêêê hêêê.
Here, lê Çar û
carxiya Lelîxana Goveyî didan.
Ser rukê sor e lê
de lê ê ê
Heyla dînê, lêêê
lêlê, hêêê lêêê, hêêê.
Hoy hoy de rabe,
ho zerê, ez xulamê.
Te gundî û çîranê
xizmetkarê lê lê lê lêêê
Way were mala
min, lêêê lêêê, hiii lêêê, hiii lêêêê
Were min dît,
bîra kefenê min vesînand lêêê.
Heyla dînê,
lêê lêlê, lêêê hêêê, lêêê.
Welê hatin du
feqe, du mela darbezka min.
Xelbiland lêêê
lêêê, lêêê hêêê
Ez evdala xwedê
ne xemika mirina xwe bim
Piştî min bejnikê
bilind xevlîko û xêlikê xwe şêmirand lêêê.
Heyla dînê,
lê,lê hêê lê ê ê, hêêê, lêê
Hoy hoy de rabe,
ho zerê ez xulamê
Te gundî û çîran
xizmetkarê lê lê lê lê ê.
Were mala min, lê
ê hêê lêê, hê ê lê ê
Weyla mala babê
şewitiyê.
Me xenikek hebû
ji mehela torê lê ê, hêê, lê ê
Weylê te bejnika
bilind hosta bî
Şagirtiya xwe da
dûr e lê ê ê
Heyla dînê, lêê,
hê ê, lê ê, hê ê, lê ê
Xwezika tu ya
bûbayî bûka mala bavikê min
Rebenê xwedê ê ê.
Bila berê min
evdalê xwedê ê,
Heft sala ketiba
welatê Gavajê ê ê.
Weyla dînê, li
ber embûrê lê lê, hê ê, lê ê
Way way de rabe,
zerê ez xulamê.
Te gundî û cîranê
xizmetkarê lê, lê, lê ê
Way were mala
min, lê ê, hê ê, lê ê
Hesamo dibêje
Lehlîxana Goveyî
Me xaniyek hebû
ji mehela me dûr e lê ê
Heyla dînê, lê ê,
hê ê, lê ê
Weylê te zînçiko
û gulika zer e
Tê rûkê wî
bixwîne, lê ê, hê ê, lê ê.
Wextê xalxalok û
xezêm kevin mêrga sêncêrî
Ez ê bextê we
xwedê me, ji bejnikê bilind ra
Nekin çi lome û
çi qisûr e lê ê ê.
Heyla dînê, lê ê,
hê ê, lê ê
Way way de rabe,
zerê ez xulamê
Te gundî û cîranê
xizmetkarê lê, lê lê, lê ê
Way were mala
min, lê ê, hê ê, lê ê
Herê Lelîxana
Goveyî dibêje;
Hesamo, te çi kul
e çi derd e lo o hoo lo lo
Ez evdala xwedê
pîr bîme ê ê
Min ê fîtlê sor û
spî hûnandin lo oo
Heyla dîno lo ho
lo lo
De sala berî vê
salê te jî
Rihka xwe ber
da loo ho lo lo
Helê Hesamo
dibêje; mala bavê lê şewitiyê ê ê,
Ez ê çawa terka
bejnika bilind bikim?
Heta hestikê min
evdalê xwedê
Binê gorê giranda
bigere zincar û zeng e lê ê, hê ê.
Wey de rabe, zeriyê,
ez xulamê ê ê
Te gundî û cîranê
xizmetkarê lê ê, lê ê
Way were mala
min, lê ê, hê ê, lê ê
Hesamo xêlî, sed
caran li min xêlî lo o
Heyla dîno lo o
ho lo lo
Min dît xêlîkê
Hesamê axa derketibî
Ay lê ji deştika
jêrî lê, lê hê ê, lêê
Ay lê hinê
dibêjin yên şetî,
Yên dintîrî Xez
Xelîlan lo o lo o ho lo
Welê Lelîxana
Goveyî dibêje; gelî heval û hogiran
Îsal heft sal e
Hesamê axê vegera ji welatê xeribiyê
Ez ê bextê we û
Xwedê me, werin em ê domekê herin serî lê ê ê
Heyla dînê lê ê,
hê ê, lê ê, hê ê, lê ê ê
Wey de rabe, ho
zerê, ez xulamê ê
Te gundî û cîran
xizmetkarê lê ê, lê ê ê
Way way were lê ê
ê, lê ê ê, hê ê, lê ê, lê ê ê
Way lê Hesamo
dîno,
Malik lê xirabiyo,
Êvar e, çendî li
me dom e lo ho lo lo o
Ay lê birek zerî
û esmer yên li ber deriyê Derwêş axa
Ay lê bîne kome
lo lo ho lo ho lo o o
Ay lê hinek
dibêjin sefera şahê Ecem e,
Na wallah min
evdalekî Xwedê digot;
Bûlûkek eskerê
Rom e lo lo o
Heyla dîno lo ho
lo o
Way de rabe,
zeriyê, ez xulamê ê
Te gundî û cîranê
xizmetkarê
TEBÎNÎ: Ev
nivîs bi tevahî ji lêkolînên li qadê yên Mehmet GUR pêk tê. Nabe bêyî destûra
nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.
.jpg&w=3840&q=75)


