Di gotarên berê de em li ser rêya dirêj a helbesta Kurdî rawestiyan; ji helbesta klasîk a Ehmedê Xanî û mîrata wî heta guherînên ku bi derketina helbestvanên sedsalên paşîn re di ziman, form û naveroka helbestê de çêbûn. Me dît ku helbesta Kurdî bi demê re tenê formên xwe neguherandine lê dengê xwe jî li gorî şertên nû yên jiyanê nû kiriye.
Di vê rêya berdewam de, di destpêka salên 1980yî de, navekî din derdikeve pêş: Ew jî Ehmed Huseynî ye.
Ehmed Huseynî ne bi awayekî asayî ket qada helbestê. Wî di demeke ku helbesta Kurdî ji bandora mîrata kevn ber bi nûjeniyê ve diçû, bi zimanekî din, wêneyên din û şêwazeke taybet cihê xwe di nav helbestê de ava kir. Li gorî ku tê zanîn, wî piştî bûyerên Hekariyê helbesta "Bûka Êgir" nivîsiye. Ev destpêk nîşan dide ku têkiliya wî bi helbestê re ji jiyana rastîn, bûyer û hestên kûr ên mirovan ve hatiye.
Bûka Êgir: Ji bîranînê ber bi helbestê ve
Gava em rêwîtiya helbesta Ehmed Huseynî dişopînin, Bûka Êgir cihê taybet digire. Ehmed Huseynî di destpêka salên 1980yî de bi vê helbestê re nêzîkî cîhana helbestê bû û ev berhem yek ji wan nîşanên destpêkê ye ku nêrîna wî ya nûjen li ser helbestê nîşan dide.
Li aliyên din, di sala 1960î de ku şewata sînemaya Amûdê bûyerêke giran li pey xwe hişt; di wê bûyerê de birayê Ehmed jî jiyana xwe ji dest da. Ev bûyera ku di zarokatiya wî de cih girt û bû wekî dîmenekî pir bi êş û di rêwîtiya wî a jiyanê de bi rê ve çû. Wekî ku em ezmûna Ehmed Huseynî dişopînin tê zanîn tiştê ku di jiyana wî de wekî windabûn û keser hatiye jiyîn, di salên paş de di rêya helbestê de veguhere wêne, sembol û dengê qêrînan.
Ji vî aliyê ve, Bûka Êgir û Şewata Sînemayê dikarin wekî du xalên girîng di rêya Ehmed Huseynî ya ber bi helbestê ve werin dîtin. Tiştên ku di zarokatiya wî û di bîranînên wî de wekî êş û windanbûn cih girtine, di salên paşîn de di helbestê de bûn peyv, wêne û hest. Ji ber vê yekê, êş di helbesta wî de tenê mijarek nîne ku ew behsa wê bike; êş ji jiyana wî tê û di nav helbestê de dibe deng. Bi vê wateyê, Bûka Êgir tenê helbestek ji destpêka rêya wî nîne; ew wekî destpêka veguhertina bîranîn û êşê bo peyv û helbestê were xwendin.
Peyv, wêne û zimanê nûjen di helbesta Huseynî de
Girîngiya Ehmed Huseynî tenê di vê yekê de nîne ku ew di salên 1980yî de derket holê. Girîngiya wî di wê yekê de ye ku wî bi helbestê re awayekî din ji dîtin û derbirîna mirovan, ji têkiliya peyvê bi jiyan û cîhanê re pêşkêş kir.
Di helbesta wî de peyv tenê ji bo vegotina hestan nayên bikaranîn. Peyv dibe wêne, dibe sembol, dibe deng û pirê caran jî dibe êş. Ev êş di nav hestên kûr de cih digire û dihêle ku xwendevan hin tiştan ne tenê bixwîne lê wan hîs bike.
Ehmed Huseynî hewl da ku di nav peyvan de qadeke hestbar ava bike; qadeke ku xwendevan bikare wê hîs bike, heta ku ne her tişt bi peyvan re were gotin. Ji ber vê yekê, di helbesta wî de wêneyên helbestî, hestên hundirîn û zimanekî ku carinan rasterast û carinan bi awayekî veşartî diaxive, ev hemû hevdu temam dikin û dengê taybet ê helbesta wî ava dikin. Lêkolînên li ser helbesta wî jî balê dikişînin ser hostayiya wî di hilbijartina peyvan, avakirina wêneyên helbestî de, ev taybetmendî û bikaranîna sembolan helbesta wî berz dike.
Helbest wekî zimanê hebûnê
Ji bo Ehmed Huseynî, helbest tenê huner û rêbazek ji bo derbirîna hestan nîne; ew awayekî hebûnê ye, zimanek e ku mirov bi wê re xwe, cîhan û pirsên jiyanê nasdike. Wî di rêya helbestê de dikarî zimanê Kurdî biparêze û di heman demê de nasnameya gelekî di nav demê de bi helbestê re zindî bihêle.
Ji ber vê yekê, di nêrîna wî de helbest ji sînorên welat, dewlet û siyaseta rojane wêdetir e; ew şûnek e ku ziman, azadî û raman dikarin bê astengî hev bibînin. Ji aliyê din ve, felsefeyê jî bandorek mezin li ser nêrîna wî hiştiye. Huseynî helbestê wekî qadeke kûr a ramanê û hestê didît; cihê ku evîn, azadî, hebûn û pirsên gerdûnî dikarin di zimanekî hunerî de bibin yek.
Belkî ji ber vê yekê ye ku helbesta wî ne tenê dixwaze hestekê bi peyvê vegerîne, lê hewl dide li pişt wê hestê jî pirsê bike: mirov kî ye, ji ku tê û çawa dikare di nav cîhaneke bê sînor de xwe bibîne. Di vê wateyê de, helbest ji bo Ehmed Huseynî hem parêzvana zimanê Kurdî ye û hem jî deriyek e ber bi azadiya ramanê ve ; zimanek ku mirovan ji bîranînê ber bi pirsê û ji pirsê ber bi azadiyê ve dibe.
Ehmed Huseynî bi vî awayî di navbera mîrata helbesta klasîk û hestên mirovên nûjen de cih digire. Di nêrîna wî de, nûjenî tenê bi şikandina formên kevn nayê pîvan; ew bi awayê dîtina mirovan, bi têkiliya wan bi evînê, welat, bîranînê, jiyanê û êşê re jî tê pîvan.
Di helbesta wî de welat tenê erdnîgariyek nîne. Welat carinan dibe bîranîn, carinan dibe birîn, carinan dibe evîn û carinan jî dibe cihê ku mirov ji dûr ve li pey digere. Ev taybetmendî helbesta wî ji tenê helbesteke siyasî an jî neteweyî derdixe û wê dike ezmûna mirovekî ku bi dîrok û welatê xwe re têkiliyek kûr heye.
Di vê qonaxê de, ziman jî di helbesta Ehmed Huseynî de girîngiyeke taybet digire. Wî ne tenê peyvên Kurdî bi kar anîn; wî hewl da ku ji hundirê zimanê Kurdî dengên nû derxe holê. Ev yek ji wan aliyên girîng e ku helbesta wî ji helbestên berî xwe cuda dike.
Ji ber vê yekê, gava em dibêjin Ehmed Huseynî yek ji dengên girîng ên helbesta Kurdî ya nûjen e, mebesta me tenê nav û navdarî nîne. Mebesta me ew e ku wî di şêwaz, ziman, wêne, hest, avakirina helbestê û têgihiştina nûjen a helbestê de rêyekî taybet vekiriye. Hin nivîskar û rexnegir jî ew wekî yek ji pêşengên helbesta Kurdî ya nûjen bi nav dikin û bandora wî li ser nifşên paşîn girîng e.
Ehmed Huseynî çi kir ku helbesta Kurdî ya nûjen dengê xwe yê taybet bibîne?
Bersiva vê pirsê belkî ne di yek taybetmendiyê de lê di kombûna çend hêmanan de ye: Di zimanê wî de, di wêneyên wî de, di awayê avakirina helbestê de, di têkiliya wî bi jiyan, welat, evîn, bîranîn û êşê re û her wiha di azadiya wî ya dîtin û derbirînê de derdikeve holê.
Ji Ehmedê Xanî heta Ehmed Huseynî, rêya helbesta Kurdî rêya rawestanê nîne. Ew rêya guherînê ye; rêya peyvên ku her nifş wan ji nû ve dibîne û ji wan dengê xwe derdixe. Di vê rêyê de, Ehmed Huseynî ne tenê navê helbestvanekî ye; ew jî beşek ji wê guherînê ye ku helbesta Kurdî bi wê re hêdî hêdî dengê xwe yê nûjen dibîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)

