Berteka navdewletî û cîhanî li ser hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê, surprîzeke siyasî ya pirr mezin bû.
Di dema wergirtina posta xwe ya nû de, ne ku mîna serokê herêmekê yan serokdewletekî ji rêzê, lê belê nola serokekî cihê qedirgirtin û rêzgirtina temamiya cîhanê, peyamên pîrozbahî û piştevaniyê ji her çar aliyên dinyayê bi ser wî de bariyan.
Ev piştevaniya berfireh ku welatên Afrîqayê jî li xwe girt, mîna destpêkirina qonaxeke siyasî ya nû ji bo Kurdistanê li ser asta navneteweyî tê analîzkirin û ravekirin.
Ev piştevaniya bihêz û berfireh, ji Kurdistanê û doza wê re jî derfeteke pirr mezin e. Lê rêya sûdwergirtina ji vê piştevaniyê di aramî û rewşeke saxlem a siyasî û îdarî ya navxweyî û rewşeke aborî ya xurt re derbas dibe.
Eger ew zemîn û bingeh hebe, Nêçîrvan Barzanî dikare bi wê piştevaniya bihêz pêgeh û statûya Kurdan li Iraqê pirr bihêztir bike. Ew piştevaniya bihêz a cîhanî wiha dike ku Iraq jî sûdê ji wê piştgiriyê werbigire û pêwendiyên Iraqê jî bi derve re bihêz bike, eger zemîn û bingeha wê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bê çêkirin.
Roja 10ê vê mehê (10.07.2019) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek yek ji dîdar û hevdîtinên xwe yên girîng (hevdîtinên girîng ên din jî dê li pey vê bên), li Koşka Êlyzê bi serokê bihêz ê Fransa û serokekî bihêz ê Ewropa û cîhanê re gotûbêjan dike.
Gotûbêjên wan li Êlyzê pirr xas û taybet dibin. Çimkî ew hesta wefadarî û dilsoziyê ya Nêçîrvan Barzanî heye ku roja 02.12.2017, vekirina deriyê Êlyzê ji wî re, nîşana têkbirin û şikandina wê embargo û dorpêça siyasî û aborî bû ku hikûmeta wê çaxê ya Iraqê dixwest bi rêya wê û bi bêdengî dawî li hikûmet û qewareya Herêma Kurdistanê bîne.
Rola Nêçîrvan Barzanî jî ji bo Emmanuel Macron, pirr cihêreng û balkêş bû; ji ber vê jî serok Macron di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê nola “qonaxeke girîng”, ji bo “Herêma Kurdistan” û “hemû Iraqê” rave kir.
Pêwendî û têkiliyên Ewropa û Kurdistanê bi sedema şerê DAIŞê bihêztir bûn. Ev bihêzî dê ji ber girîngiya stratejî ya Kurdistanê di warê nehîştina terorê û parastina ewlekariya cîhanê di salên bê de jî her bimîne. Herwiha jî çêbûna bingeha pîşesaziya petrol û enerjiyê li Kurdistanê û çêbûna têkiliyên aborî bi Ewropayê re. Ev têkilî û pêwendî, Kurdistanê dibin qonaxeke bihêztir û pêgeh û statûyeke pirr girîngtir jê re misoger dikin.
Bîranîneke Koşka Êlyzê ya pirr girîng li ba Kurdan heye. Çimkî Êlyzê wêrekiya piştevanîkirina Kurdan ji berjewendiyên aborî û siyasî wêdetir ajot. Gava ku pêwistiya çêkirina “navçeya dijî firrînê” bi proje biryara 688 bir Konseya Ewlekariya Navdewletî, ji bo parastina Kurdan.
Bi wê biryarê doza Kurd ji bo cara yekê bi awayekî fermî li ser asta navdewletî bû pirsgirêkeke siyasî ya naskirî û lêmikurhatî. Herwiha garantiyeke navdewletî jî ji bo xwerêvebirina Kurdan peyda bû.
Wê biryarê parastina gelan ji destê rejîmên zordar û dîktator gihand qonaxeke din li seranserê cîhanê. Çimkî bi biryara 688, bingeha “desttêwerdana mirovî” ji bo parastina gelên di çarçoveya welatan de ji destê hikûmetên wan ên zordest û çewsîner bir warê cîbicîkirinê û li Yugoslavya û welatên din jî hate cîbicîkirin.
Pêşniyarkarê wê prensîbê dostê Kurdan Bernard Kouchner bû ku di kongreya navneteweyî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di sala 1989an de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, ew binemaya xwe pêşniyar kir.
Nêçîrvan Barzanî û Macron, îro bi bingehgirtina ji awayê çêkirina hevbeşiyeke cîhanî ji bo qayîmkirina parastina azadî û ewlekariya cîhanê piştî şerê DAIŞê, gotûbêjan dikin li ser çêkirina hevpariyeke cîhanî li ser bihêzkirina gotûbêjên aştiyane û berfirehkirina berjewendiyên hevbeş li Rojhilata Navîn a nearam.
Çimkî baweriya herduyan ne bi şer, lê bi hevbeşiyê heye û herwiha baweriya wan bi şiyanên hev jî heye.
Baweriya mezin ku di navbera herdu aliyan de çêbûye jî, wiha dike ku ew li ser pirs û mijarên mezin û hestyar û nazik gotûbêjan bikin.

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
