Tirkiye dawî li şerê 40 salî tîne û di heman demê de pozîsyona xwe ya li Rojhilata Navîn ji nû ve pênase dike. Lê bêçekkirina rêxistineke çekdar pirsgirêkeke dîrokî çareser nake. Aştiya ku xwe ji bilêvkirina navê wî gelî dide alî, dikare aramiyê pêk bîne lê nikare lihevhatinê çêbike.
10ê Tebaxê dikare li Tirkiyeyê bibe yek ji wan demên siyasî ku wateya wê ji wê rojê wêdetir biçe. Ji ber ku ew şertên ku nîqaşên paşerojê dê li ser werin kirin diguherîne. Parlamentoya Tirkiyeyê qanûnek pejirand.
Di dengdanê de 468 dengên erê û 88 dengên na hatin dayîn. Ev qanûn dikare darizandina endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rawestîne, bi şertê ku rêxistin bi temamî were belavkirin û bêçekkirin.
Piştî şerekî çar dehsalan, ev nûçeyek e ku divê neyê piçûkxistin. Bêdengbûna her çekekê tê wê wateyê ku malbatek kêmtir li benda keç an kurê xwe ye. Her operasyona ku nayê kirin, tê wateya tabûtekê kêmtir.
Tevî vê yekê jî di vê qanûnê de valahiyek heye. Hikûmet projeya xwe wekî pêvajoyek ber bi "Tirkiyeyeke Bê Teror" bi nav dike. Ev hevok gelekî zelal e, ji ber ku xwe ji bilêvkirina tiştekî din dide alî.
Qala teror, çek, belavbûn û tevlîbûnê dike. Lê belê qala Kurdan, zimanê wan, înkarkirina bi dehan salan, gundên wêrankirî, kesên winda yan jî miriyên her du aliyan nake.
Dibe ku mirov bibêje ev neheqî ye. Enqere pir caran bi germî qala "birayên me yên Kurd" dike, lê cudahiya girîng jî tam ev e. Biratî hestek e, ne statuyeke hiqûqî ye. Dikare were dayîn û paşê dîsa were sitandin, û di ti pirtûkeke qanûnê de nîne.
Ev peyv di navê pêvajoyê de an jî di metna qanûnê de derbas nabe. Maf ji metnan dertên, ne ji axaftinan. Mînakeke berbiçav heye: Kesên ku beriya Hezîrana 2005an bi cezayê heta hetayê hatine cezakirin sûdê ji vê qanûnê nabînin.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî di nav de ye. Pêvajoyek ku li ser kesekî ava bûye lê wî efû nake, niyeta xwe bi xwe nîşan dide.
Zimanê siyasî ti carî bêguneh nîne. Ew diyar dike ka kî mijara dîrokê ye û kî tenê wekî astengiyekê tê dîtin. Eger pirsgirêkeke sed salî tenê wekî terorîzmê bê pênasekirin, wê demê ji aliyê mantiqî ve tenê terorîst, hêzên ewlehiyê û di dawiyê de jî pêvajoyeke bêçekkirinê hene.
Pêwîst nake ti kes were naskirin, pêşeroj were lêkolînkirin û li ser statuya zimanekî were fikirîn. Çimkî wisa tê qebûlkirin ku qedexekirina wî zimanî ti carî nebûye pirsgirêk.
Tam di vê xalê de zîrekiya rewşenbîrî û metirsiya siyasî ya vê pêvajoyê derdikeve holê. Dibe ku ev pêvajo bi ser bikeve. Dikare PKKyê bêçek bike û tundiyê gelekî kêm bike. Dikare aramiya ku dewlet ji bo projeyên xwe yên navxweyî û derveyî hewce dike bîne.
Heta dikare bi salan aramiyeke rêjeyî çêbike. Lê serkeftin û aştî ne heman tişt in. Pirsgirêkek dikare ji aliyê leşkerî ve biqede lê ji aliyê siyasî ve bidome. Dikare şiklê xwe biguherîne bêyî ku sedema xwe ya bingehîn winda bike.
Ji Mekeyê heta Enqereyê
Sê roj beriya ku qanûn li Parlamentoya Tirkiyeyê were pejirandin, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Şazadayê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li Mekeyê li ba hev bûn. Wan peymaneke parastinê îmze kir.
Li gorî vê peymanê, êrişeke li ser yek ji van sê dewletan wekî êrişeke li ser her sêyan tê qebûlkirin. Ev madeyeke parastina hevpar a li ser modela NATOyê ye. Her wiha bi hevkariya di warê teknolojiya parastinê, îstixbarat û parastina asmanî de hatiye xurtkirin.
Erebistana Siûdî sermaye û statuya xwe ya parêzvanê cihên pîroz, Pakistan hêza xwe ya nukleerê û Tirkiye jî pîşesaziya xwe ya parastinê û artêşa duyem a herî mezin a NATOyê tevlî dike. Erdogan got, "Dibe ku dewletên din jî tevlî bibin."
Hinek kes ji niha ve qala NATOyeke Sunî dikin. Hilbijartina cih ne tesadufî bû. Tifaqeke ku di navenda cîhana Îslamî de tê pêşandan, ne tenê ji bo berjewendiyên leşkerî, di heman demê de ji bo rewaybûnê jî ye.
Encamên stratejîk ji metna peymanê wêdetir diçin. Tiştê ku pêk tê, hewldana organîzekirina ewlehî, enerjî û çavkaniyên herêmekê ye, bêyî navbeynkariya welatên Rojavayî. Tirkiyeyê bi salan siyaseta vekirîhiştina gelek deriyan meşandiye.
Ew endameke NATOyê ye, sîstemên parastina asmanî yên Rûsyayê dikire, stasyoneke nukleerê ya Rûsyayê ava dike û hewl dide bibe endama BRICSê. Tam jî ev yek Enqereyê ji bo Riyad û Îslamabadê balkêş dike: Şirîkek ku dikare teknolojiya Rojava bi kar bîne lê girêdayî Rojava nîne.
Bloka ku petrol, gaz, korîdorên veguhastinê û hilberîna çekan digihîne hev, bi Washington, Moskow û Pekînê re ji pozîsyoneke cuda dan û standinan dike. Di vê pozîsyonê de, Rojava rola xwe ya ku jê nabe, ango rola xwe ya garantorê ewlehiyê winda dike.
Divê rexne jî li ber çavan werin girtin. Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku dewletên Kendavê di warê leşkerî de hîn jî girêdayî Amerîkayê ne. Û hîn jî ne diyar e ku eger krîzeke rasteqîn derkeve, ev hevpeyman dê çawa li cem hev bisekinin.
Tifaqeke li ser kaxezê hîn ne bloka hêzê ye. Lê armanc bandorên siyasî dikin, heta ku bicihanîna wan ne diyar be jî. Û armanca li vir gelekî eşkere ye.
Dê nezanî be ku mirov Mekeyê û Enqereyê wekî bûyerên ji hev qut bibîne. Dewleteke ku xwe wekî hêzeke herêmî dibîne, nikare şerekî navxweyî hilgire. Ev yek leşkeran asê dike, pereyan dixwe û dibe kartek ku hêzên din dikarin bi kar bînin.
Loma Pirsgirêka Kurdan ne ji ber ku dema lihevhatinê hatiye, tê çareserkirin. Tê rakirin, ji ber ku Enqere dixwaze qada tevgera xwe fireh bike. Pêwîst nake mirov vê yekê texmîn bike, ew bi eşkereyî tê gotin.
Erdogan gelek caran armancên xwe rêz kirin: Belavbûna PKKyê bi xwe, bêçekkirina bêmerc, bidawîkirina temamî ya bandora wê ya siyasî û xurtkirina eniya navxweyî. Ev ne bernameyeke demokratîkbûnê ye, bernameyeke nîzam û pergalê ye.
Kesê ku bixwaze bandora siyasî ya aliyê din biqedîne, planeke şirîkatiyê nake, planeke qonaxa derbasbûnê dike. Tevgera Kurd wekî garantorê aramiyê, ji bo mîmariya nû ya hêzê wekî depoya dengan û wekî delîlek ku nîzam û pergala nû berfireh e, pêwîst e. Di paşerojê de, ev şirîk ne pêwîst e.
Pêwîst nake ev bibe komployek. Dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Û hema bêje her peymana aştiyê ya dîrokî, berhema guherîna hevsengiya hêzan e. Tiştekî xirab nîne ku Enqere ji bo berjewendiyên xwe li aştiyê bigere.
Pirsgirêk wê demê dest pê dike ku siyaseta li ser bingeha berjewendiyan wekî lihevhatinê tê pêşkêşkirin. Û ji xelkê tê xwestin ku bawer bikin bêçekkirina rêxistinekê dîroka wê jî çareser dike.
Dîroka Pirsgirêka Kurdan
Kesê ku sala 1984an, ango sala yekem a êrişa çekdarî, wekî destpêka pirsgirêkê qebûl dike, ji xwe diyar kiriye ku ew dixwaze ev pirsgirêk bibe pirsgirêkeke çawa. Hingê her tişt li gorî kronolojiyeke leşkerî diçe: Serhildan, bersivdana bi tundiyê, operasyonên ewlehiyê, dan û standin û bêçekkirin.
Lê beriya wê yekê Koçgirî di sala 1921ê de qewimî, beriya avakirina komarê. Serhildana Şêx Seîd a sala 1925an û Agirî ya sala 1930yî. Qanûna Îskanê ya sala 1934an ku wekî materyalekî ji bo belavkirina xelkê dihate bikaranîn. Û Dêrsim di salên 1937 û 1938an de.
Paşê doktrîna dewletê ya "Tirkên Çiyayî" û qedexekirina zimanê Kurdî ya ku heta salên 1980yî ajot. Girtîgeha leşkerî ya Amedê ya piştî darbeya 1980yî. Û piştre di salên 1990î de valakirina bi hezaran gundan û cînayetên kiryar nediyar.
Ev dîrok, tundiya PKKyê rast û neçareyî nake. Lê bêyî vê dîrokê jî mirov nikare fêm bike çima Pirsgirêka Kurdan bû xwediyê hêzeke siyasî û hestyarî ya ku îro jî didome.
Trawmayên dîrokî dema ji çîroka dewletekê werin derxistin, wenda nabin. Ew derbasî nav malbatan dibin. Diçin nav navan, wêneyan, axaftinên li ser maseya xwarinê û bêdengiya di navbera dê û bav û zarokan de.
Malbatên Kurd Dêrsim, Amed û kesên winda diparêzin. Malbatên Tirk jî wêneyên leşkerên mirî û bîranînên êrişan hildigirin. Arşîveke êşê ya her du civakan jî heye û her duyan fêr bûne ku êşa xwe li hemberî êşa ya din biparêzin.
Alexander û Margarete Mitscherlich, di derbarê civaka Almanyayê ya piştî şer de, behsa neşiyana şînê kir. Ev ne jibîrkirina pêşerojê ye, belkî ew neşiyana tevlîkirina wê di nava xwe de ye bi awayekî ku encamên wê ji bo dema niha hebin.
Vamik Volkan nîşan da ku çawa komên mezin windahiyên xwe yên ku şîna wan nehatiye kirin, ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin û wekî trawmayên ku ji aliyê siyasî ve têne bikaranîn radigirin. Tiştê ku nayê bîranîn û safîkirin, nabe tiştekî bêalî, ew li bendê dimîne. Ji ber vê yekê ye ku xeyalkirina qedandina pirsgirêkekê tenê bi derxistina forma wê ya leşkerî, metirsîdar e.
Tiştê ku şîna wê nayê kirin, vedigere. Ne wekî heman rêxistinê û ne di bin heman alayê de. Lê wekî bêbaweriyekê, wekî siyaseta nasnameyê û wekî tevgereke nû vedigere ku dixwaze bi dengekî bilind tiştê ku dê û bavên wan tenê bi pistepist digotin, bibêje.
Johan Galtung tunebûna tundiyê bi tenê, wekî "aşitiya negatîf" bi nav kir. Peyv teknokratîk e, lê tiştekî gelekî mirovî pênase dike: Sibehê rabûn û guhnedana ti teqînekê. "Aştiya pozîtîf" tenê wê demê dest pê dike ku mirov di heman pergala siyasî de bijîn û nasnameya yekî wekî gefekê li ser yê din neyê dîtin.
Ji ber vê yekê John Paul Lederach lihevhatin bi peymanekê re sînordar nekir. Belkî ew bi rastî, dadmendî, naskirin û paşerojeke hevpar ve girêda. Hema bêje tiştekî wisa di qanûna 10ê Tebaxê de xuya nabe.
Kî li ser navê Kurdan diaxive?
Cihê PKKyê di vê dîrokê de heye. Kesê ku şerê 40 salî analîz bike, nikare wê tenê wekî têbîniyeke jêrîn bibîne. Alîgirên wê, kevneşopiyeke wê ya siyasî, qurbaniyên wê, berpirsyariyên wê hene û bandoreke wê heye ku ji avahiya wê ya leşkerî gelekî wêdetir e. Lê ew bi civaka Kurd re ne hevwate ye û cudakirin ji bo her du aliyan jî zehmet e.
Ji bo Enqereyê, wekhevkirina PKKyê bi Kurdan re hêsan e. Ji ber ku ew pirsgirêkeke civakî vediguherîne dan û standina bi aktorekî re. Ji bo tevgerê jî hêsan e, ji ber ku ew îdiaya wê ya mafê axaftinê yê li ser navê hemû civakê piştrast dike. Dewlet mixetabekî dixwaze, tevger jî dixwaze bibe ew mixetab.
Ev yek ji bo civakekê metirsîdar e. Wê demê ma Kurdên mihafezekar, lîberal, dîndar, laîk, Elewî, Êzidî û femînîst ên ku ji kevneşopiya PKKyê nayên, li kû derê dimînin? Ma ew malbatên ku rastî tundiya dewletê hatine û ji ber vê sedemê ne mecbûr in bi xeta Îmraliyê re hevbîr bin an jî yên ku tenê dixwazin Kurd bin bêyî ku bi ti rêxistinekê ve girêdayî bin li kû derê dimînin?
Civakeke demokratîk bi yek dengekî bilind nayê pênasekirin, belkî bi wê yekê tê pênasekirin ku karibe tehemulî dengên dijber bike.
Ev rexneyek e li aliyê hundir. Giringiyeke sembolîk a Ocalan ji bo beşên mezin ên tevgerê heye ku zehmet e mirov bi piçûkî bibîne. Pirsgirêk ne ramanên wî ne, pirsgirêk nebûna dengên dijber ên di heman astê de ye.
Qadeke giştî ya ku rêgeza wê ya serekî ji zilamekî ji sala 1999an ve di girtîgehê de ye tê destnîşankirin û bi rêya partiyekê tê ragihandin, dikare xwedî hêzeke mezin a tevgerekê be lê dîsa jî dikare ji aliyê demokratîk ve nîvco bimîne.
Xaleke din jî heye ku kêm caran tê nîqaşkirin ji ber ku ne xweş tê bihîstin. Ew serkirdayetiya ku vê pêvajoyê li aliyê Kurdan bi rê ve dibe, nîv sedsal e li cîhaneke girtî derbas kiriye: Çiya, kamp, jêrzemîn û girtîgeh.
Rêxistineke ku li gorî prensîba navendîbûna demokratîk dixebite, rexneyan wekî parçebûnê dibîne û hevgirtina xwe li ser îradeya kesekî ava dike, ji aliyê civaknasî ve, saziyeke mitleq e. Ew dîsîplîn, amadebûna fedakariyê û dilsoziyê çêdike.
Tiştê ku ew hilnaberîne jiyanên wisa ne ku kesek fêr bûye di hilbijartinekê de bi binkeve û desthilatdarên reqîbên xwe wekî xiyanetkaran nebîne. Ev ne biryareke exlaqî ye, biryareke binesazî ye: Mirov dikarin biguherin lê sazî destnîşan dikin ka mirov dikarin çi bikin.
Û tiştê ku ev kadro dikarin pêşkêş bikin, hêza rêxistinî û gihandina biryaran bi awayekî bawerpêkirî ye. Tam ew tişt e ku polîtîkayeke xweparastinê ya parastina nîzamê hewce dike. Metirsî jî di vir de ye ku ew ne wekî nûnerên berjewendiyên Kurdan, belkî wekî bingeha sîstemeke nû ya nîzamê pêwîst in.
Her wiha cihê balkişandinê ye ku kîjan wêneyên dîrokî ji bo rewakirina vê têgihiştinê tên bikaranîn. Ocalan balê dikişîne ser tifaqên kevn: Tifaqên mîrên Kurdan bi Sultanê Selçûqiyan Alparslan re û piştre jî Îdrîsê Bedlîsî bi Yavuz Siltan Selîm re.
Her du peyman jî peymanên di navbera elîtan de bûn ku bêyî agahiya xelkê hatin kirin û ya duyem jî li dijî Şîe û Elewiyan bû. Kesê ku di sala 2026an de vê modelê bi kar bîne, bêyî ku bizanibe, bi awayekî zêde baş tiştê ku diqewime vedibêje: Peymaneke ku civakê paşguh dike û bi çarçoveyeke olî ve girêdayî ye ku ji bo Elewiyan bîranîneke din a dîrokî dihundirîne.
Ji aliyê din ve, Enqere nikare gilî û gazinan ji nebûna pirdengiya Kurdan bike. Piştî bi dehan salan ku partiyên mixalefetê, dezgehên ragihandinê û şaredaran qedexe kirin, tawanbar kirin an ji wezîfeyê dûr xistin. Dewletek ku bi awayekî sîstematîk cihêrengiyê kêm dike, di dawiyê de heman hêza dijber a monopolîst çêdike ku piştre gazincan ji serdestiya wê dike.
Ew rastiya ku dadgehekê di meha gulanê de kongreya partiya mixalefetê ya herî mezin betal kir û serokatiya wê ya hilbijartî dûr xist, di nav heman hesabê de ye. Hikûmetek tenê bi dan û standina li gel mixalifekî demokratîk nabe, dibe ku tenê mixalifên xwe ji nû ve saz bike.
Dibe ku Kurdî xuya bibe lê ne wekhev
Dibe ku ti pirsek wekî vê yekê bi awayekî eşkere nîşan nede ku Tirkiye heta kû derê amade ye biçe. Çanda Kurdan îro ji pêşerojê bêtir xuya ye. Muzîka wê tê bihîstin, rêzefîlmên wê li ser televîzyonan xelkekî dibînin, Newroz dikare bê pîrozkirin. Kesên ku bi dehsalên berê dizanin, baş fêm dikin ku ev asayîbûn çi qasî guherînekê nîşan dide. Lê çandek dikare bêyî bandoreke rasteqîn a wê hebe jî xuya be.
Paşeroja zimanekî ne ji ber wê ye ku mirov dikarin pê stranan bibêjin. Lê ji ber ku dikarin pê fêr bibin, hîn bikin, lêkolînan bikin, birêvebikriyê bikin û bi pêş ve biçin. Dema ku Kurdî di jiyana taybet û çandî de tê pejirandin lê Tirkî wekî zimanê bêguman ê paşeroja sazûmanî dimîne, mekanîzmayeke asîmîlasyonê ya pir nûjen derdikeve holê.
Pêwîst nake ti kes qedexe bike ku zarok bi zimanê dayîka xwe biaxive. Bes e ku mirov ji dê û bavan re eşkere bike ka kîjan ziman dê fersendan bide wan. Hingê mirov ne ji ber tirsê, lê ji ber mantiqê ziman diguherînin. Hêza vê sîstemê jî tam li vir e: Ji bo asîmîlasyona kevn cendirme pêwîst bûn. Ya nû pêwîstî bi bendewariyan heye.
Mirov dikare ji vê re bibêje entegrasyon. Lê entegrasyon pêwîst dibîne ku tiştê tê entegrekirin, wekî xwe were naskirin. Zimanekî bêyî paşerojeke sazî, dîrokeke bêyî cihekî giştî û nasnameyeke bêyî navekî destûrî nayê entegrekirin. Heta ku ji aliyê siyasî ve bêencam bimînin, ew tên pejirandin. Naskirina ku ji bo dewletê ti bedel nîne, naskirina tam nîne. Ew dîtbariyeke di bin kontrolê de ye.
Peymana Mekeyê qateke din jî lê zêde dike. Fikra civakeke Tirkan û Kurdan li bin sîwana Îslama Sunî ya hevpar dikare balkêş be. Bi taybetî ji bo Kurdên Sunî yên mihafezekar, ev wekî xwe-teslîmkirinê nayê dîtin. Rengvedaneke wê ya dîrokî heye û dibe ku ji etno-neteweperestiya tund a dehsalên pêşerojê lihevhatîtir xuya bike. Lê nasname divê ne tenê bi kê dihundirînin, belkî bi kê dikişînin qeraxan jî werin dadizandin.
Pergaleke Sunî ji bo Elewiyan, ji bo Êzidiyan, ji bo Xiristiyanan û ji bo Kurdên laîk tê çi wateyê? Kesê ku hewl bide bi rêya nasnameyeke olî ya hevpar pirsgirêkeke etnîkî aram bike, dibe ku berî çareserkirina pirsgirêka kevn, kêmîneyên nû çêbike. Komar bi vî şêweyî dizane: Bi îdiaya ku ciyawazî di rêza duyem de ne, soza yekîtiyê tê dayîn. Kesên ku dixwazin ciyawaziyên xwe biparêzin, dibin pirsgirêk.
Aştî nayê wê wateyê ku cudahî wenda dibin. Aştî tê wateya ku cudahî êdî nabin gefek. Ji ber vê yekê ezmûna sereke ya salên paşerojê ne ew e ku Tirkiye karibe Kurdan di nasnameyeke mezintir de bihelîne. Belkî ew e ka dikare pergalekê ava bike ku ji bo bibe wekhev, pêwîst nake kes were helandin.
Divê ev yek neyê romantîzekirin û ne jî meylên exlaqî lê werin barkirin. Mafên kêmîneyan gelek kêm caran ji comerdiyê hatine dayîn. Eger hikûmetek ji bo berjewendiyên xwe jî wan mafan bide, dîsa jî ew wekî maf dimînin. Ya girîng ew e ku bi rastî werin dayîn.
Soz ne garantî ne
Gelek siyasetmedar wekî bersiv dibêjin ku ev tenê gava yekem e. Û demokratîkbûn, mafên çandî û statuyeke nû ji bo zimanê Kurdî dê li pey bêçekkirinê werin. Dibe ku ev yek ji dil be lê ji aliyê siyasî ve têrê nake.
Pirsa girîng ne ew e ku îro kîjan soz tê dayîn, belkî ew e ku dê çi sibe jî derbasdar be. Kû ne peymanên eşkere, maweyên diyarkirî, pabendbûnên saziyan? Kîjan maf bi qasî pêwîst bi hêz hatine misogerkirin ku ew ê bi piraniya parlamentoyê ya bê re wenda nebin?
Dîroka Tirkiyeyê daxwaza hişyariyê dike. Kêmîne û endamên mixalefetê gelek caran dîyine ku derî çi qasî zû dikarin bêne girtin û soz çawa ji nû ve werin şîrovekirin. Gelekî ku ji milyonan kesî pêk tê nikare paşeroja xwe li ser niyetên baş ava bike. Tiştê ku peymaneke dîrokî ji peymaneke taktîkî cuda dike ev e.
Têgîna rasteqîn a vê yekê di çend hevokan de dikare were gotin. Madeyeke destûrî ku navê Kurdan wekî Kurd bi lêv bike. Kurdî wekî zimanê perwerdeyê be, ne tenê wekî derseke bijarte. Sîstemek ku tê de nûnerên hilbijartî yên şaredariyan bi biryarnameyên îdarî ji kar neyên dûrxistin.
Komîsyoneke rastiyê ku bikaribe xwe bigihîne arşîvên gundên wêrankirî, kesên winda û şkenceyê û bi heman awayî yên Dêrsim, Mereş û Sêwazê. Qerebûkirin li cihên ku mirov hatine koçberkirin û dest danîne ser mal û milkên wan. Kar û barên qanûnî û darizandin li ku pêkan e. Û qadeke giştî ku tê de her bîranîn wekî êrişeke li ser yekîtiya neteweyî neyê dîtin.
Ev yek ne dibe serkeftineke Kurdan a li ser Tirkan, ne jî dibe binketineke Tirkan. Tam jî ev fikra ku naskirin divê yekî bike binketî, ew e ya ku ev pirsgirêk ew qasî dirêj zindî hiştiye. Mafê civaka Tirk jî heye ku bi paşverû nebe tawanbarê kolektîf.
Malbatên leşkerên mirî û qurbaniyên êrişan nikarin ji çîroka aştiyê ya nû werin derxistin tenê ji ber ku çîroka kevn êşên Kurdan veşartiye. Lihevhatin ne guhertina rolan e, ew tê wateya dûrketina ji mantiqê wan rolan.
Di destpêkê de, ev daxwaza lêborînê jî nake. Lêborîn têgeheke pir mezin e û civak nikarin bi hêsanî li ser wê biryarê bidin. Hêviya zelaltir hêviyeke baştir e: Ku mirov êşa yên din qebûl bikin bêyî ku pêwîstî hebe êşên xwe asayî bikin.
Ku bavekî Tirk karibe şîna kurê xwe yê kuştiye bigire bêyî ku gundekî wêrankirî yê Kurdan biparêze. Ku dayîkeke Kurd karibe qala xizmekî xwe yê winda bike bêyî ku êrişekê mafdar bike. Komarek ku karibe vê yekê rabigire dê bi rastî hatiba guhertin.
Nifşê nû
Nifşê nû dê herî kêm pirsên din bipirse. Gelek ciwanên Kurd şer tenê bi rêya çîrokan dizanin. Li Amed, Stenbol, Berlîn yan jî Stockholmê dixwînin, bi hêsanî bi çend zimanan diaxivin û naxwazin Enqere yan jî Qendîl ji wan re bibêje bê divê bibin xwediyê kîjan nasnameyê.
Nakokiyên wan dê kêmtir leşkerî û bêtir polîtîk bin: Ziman, perwerde, dîrok, rêveberiya xweser a xwecihî, bîr û bawerî û pirsa gelo wekhevî wekî heman miameleyê ye yan ew mafê cihêbûnê jî dihewîne.
Ji bo dewletê, dibe ku ev wekî xeterekê kêm xuyabibe. Tehemulkirina nifşekî bêçek, ji nifşekî gerîla hêsantir e. Di rastiyê de, dibe ku kontrolkirina wê gelekî zehmetir be. Rêxistineke çekdar xwedî serkirdayetiyek, kamp û hevpeymanên dan û standinê ye. Mirov dikare li dijî wê şer bike, agirbestan îmze bike û çavdêriya bêçekkirina wê bike.
Lê daxwaza naskirinê ya civakî xwedî baregehekê nîne. Ew daxwaz li zanîngehan, di huner, biryarên dadgehan, şaredarî, diyaspora û di nav malbatan de derdikeve holê. Ti fermana xwe-hilweşandinê nikare li ser wê were sepandin.
Ji ber vê yekê dibe ku 10ê Tebaxê ne wekî dawiyek, belkî wekî guherînekê be. Rengê leşkerî yê Pirsgirêka Kurdan ber bi dawiyê ve diçe. Di heman demê de rengê siyasî bêtir derdikeve pêş. Ev ne wateya têkçûna pêvajoya aştiyê ye. Berevajî wê yekê, armanca wê ya rasteqîn e: Ku pirsgirêkê bibe cihê ku civakên demokratîk pirsgirêkên xwe lê çareser dikin - li parlamento, dadgeh, zanîngeh, rojname û hilbijartinan.
Lê ji bo vê yekê, divê Tirkiye gaveke ku ji bêçekkirinê jî zehmetir biavêje: Divê aştî wekî rewşekê nebîne ku êdî dewlet nayê acizkirin. Dewlet dikare aramiyê ava bike. Lê heta ku dîroka civakekê ji peymanê were derxistin, ew civak li hev nake.
Tenê sê roj di navbera Meke û Enqereyê de hebûn. Dibe ku rojekê mirov bibêjin ku di wê hefteya Tebaxa 2026an de pergaleke nû dest pê kir: Tirkiyeyeke ku şerê xwe yê navxweyî bi dawî kir û di heman demê de xwe wekî hêzeke herêmî ji nû ve bi cih kir. Ka ev yek dê bibe sedema komareke nû yan na, dê bi pirseke din were diyarkirin: Ne bi pirsê ku gelo PKK ji holê radibe, lê bi pirsê ka piştî wê çi tê hiştin ku xuya bibe.
Kêliya herî zehmet a pêvajoya aştiyê ne ew e ku çeka dawî tê radestkirin. Belkî ew dem e ku êdî ti dengê çekan dengê pirsa rasteqîn naqutîne. Hingê divê dewlet rûbirûyî yên ku mane, bibe: Rûbirûyî navê wan, zimanê wan, bîranînên wan û nakokiyên wan bibe.
Aştî wê demê dest pê nake ku aliyek çekên xwe deyne. Aştî wê demê dest pê dike ku aliyê din navê wî bi dengekî bilind bibêje û bi qasî ku bergehê tiştên ku piştî wê têne gotin bigire, xurt be.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



