Piştî ku karên wergerê û berhemên biyanî bi zimanê Kurdî tevî jiyana me bûn, edebiyata me jî teşeyeke nû girt. Berî her tiştî mesafeyên di navbera zimanan, miletan û çandên din de kêm bûn û enflasyona berhemên polîtîk û îdeolojîk daket jêr.
Ne tenê naskirin û fêrbûna çandên din, dewlemendî û sermiyana zimanê me jî bi van xebatan re derbasî qonaxeke din bû. Bi vê yekê ve girêdayî di Kurdistanê de rewşenbîrî û entelektuelî hêdî hêdî berê xwe didin mijarên eslî û çalakiyên lazim û lêpirsîner. Bê guman di vir de kar û fedakariya herî mezin ya wergêran e. Mixabin çend qirneyên me ji ber kêmbûna wergêrên serbixwe û Kurdewar bi dehan salan xizmet û propagandaya serdestan kirin û Kurdistanî ji mijûliyên rasyonel dûr xistin.
Me encamên vê dûrxistinê gava weşan û weşanxaneyên Kurdî zêde bûn dîtin û rola wergerê jî ferq kir. Heta îro di hin rizîbûnên siyasî de bandora wergerên ku bal dikşand ser nakokiyên çînî, olî û dijminahiya navxweyî û teşwîq dikirin, zêde ye. Îro di edebiyata Kurdî de Îngilîzî, Fransî, Erebî û Almanî zimanên naskirî ne û ji van zimanan gelek berhem têne wergerandin. Di wergerê de herî zêde çavkaniyên Îngilîzî, Erebî û Fransî û hevkî jî Almanî tên tercîhkirin. Kurd li diyasporayê herî zêde li Almanyayê dijîn lê berhemên herî kêm têne wergerandin jî yên Almanî ne. Edebiyata Almanî di kevneşopiya miletên Ewropî de xwedî roleke girîng e û qîmeta wê jî zêde ye.
Ji xwe edebiyateke ku Goethe, Schiller, Nietzsche, Mann, Rilke, Schopenhauer û Hesse derxistiye, dê çawa xwedî par nebe? Tew Goetheyê ku bi tena serê xwe di entelektuelîzma Alman de bûye ekolek, dê çawa nebe xwediyê rêz û lêkolînan? Li Ewropaya Almanî îro sêyemîn jenerasyonên Kurdan mezin dibin lê di sala 2026an de pirtûkeke Goethe li Kurdî tê wergerandin. Hêviya min ew e ku em rojekê Buddenborkên Thomas Mann jî bi Kurdî bixwînin û ji Weimarê biçin Lübeckê.
Lê vê gavê nivîskar, mamoste û wergêr Abdullah Încekan rêberiya me ya li Almanyayê dike û berhemên hêja jî werdigerîne. Încekan vê carê Dîwana Goethe wergerandiye Kurdî. Bawer im di karê Încekan de xebata herî zehmet wergera vê pirtûkê ye. Lewra dîwana Goethe, bi qasî roman, çîrok, helbest an bîranînên wî hêsan nîne. Dîwan, wek sohbetên dualî, bi jêgirt û behsên ji edebiyata cîhanî tijî ye. Bi ya min car heye zimanê rojane ji yê edebî û zanistî zehmettir û firehtir e. Lewra sînorên mînakan, qalib an jî dem ji bo nivîsên wiha pirsgirêk nînin. Heta bi ya min a ku berhemên klasîk bi salan dide xwendin jî ev e. Îro edebiyata xwedî klasîk jî wek miletên xwedî dewlet astek e û di nav edebiyata cîhanê de wek îsbata hunerê tên hesibandin. Mixabin me ne Xanî, Feqî û Cizîrî kirin nirxên netewî û navneteweyî û me ne jî xwe bi wan da naskirin. Şansê Goethe ev e ku dewleta Almanan heye û ew kiriye aktorê cîhana xwe ya edebî, çandî û perwerdeyî. Bi saya dewleta wî navê Goethe ji pirtûkfiroşan bigire heta enstîtuyên global di sazûmaniya Almanî de wek formasyon e. Abdullah Încekan di pêşgotinê de di derbarê Goethe de gelek agahiyan dide û sedema ku Goethe Dîwana Xerb û Şerq nivîsiye bi zelalî rêz dike. Ji pêşgotina Încekan em derdixin ku Goethe bi zanebûn û piştî xwendinên dûr û dirêj dîwana xwe nivîsandiye. Di zimanê pirtûkên wisa de hewayeke nerm û afirîneriyeke bêstres heye. Nivîskar bi bêhn, bi hewes, wek mamosteyekî û her tim bi niyeteke paqij gotinên xwe dibêje, aramiyê wed dike û ahengeke xweşbext hakim dike. Lewma Goethe eleqa xwe ya bi her mijarê re wek pirtûkekê girtiye dest. Încekan jî 11 sernav li gorî şêwaza nivîskar bi hev girêdaye: Mixenniname /kitêba dengbêjan, Hafizname/kitêba Hafiz, Eşqname /kitêba evînê, Tefekurname /kitêba tefekurê, Derdname/kitêba keseran, Hikmetname/ kitêba hikmetan, Zuleyxaname/ kitêba Zuleyxayê, Saqîname/ kitêba saqî, Meselname/kitêba meselan, Farisname/ kitêba Farisan, Xuldname/ kitêba beheştê; beşên pirtûkê ne.
Gava min risteyên dîwanê xwendin, Faustê ku Goethe nivîsandibû qet ji bîra min neçû. Faust jî yek ji berhemên Goethe ye û bandora wê ya ramanî gelek e. Çêkerê Mephisto (karekterê berhema Faust) çawa di heman salan de li ser mistîsîzma şerqê jî xebitiye? Gelo li gor Goethe Faust Xerbê, Dîwan jî Şerqê dihewîne? Zuleyxaname û Tefekurname dê çawa tarîtiya rihê Mephisto kêm bikin? Lê wek Goethe dibêje “Peyv mina baweşanê ye!” Bawer im, ew nişkavbûn û radîkalbûna bilimetkar neba, berhemên fena Xerb û Şerq li dijî hev ji wê dernekevin. Goethe di pirtûka xwe de xwedî empatiyeke ye û nivîskarên rojhilatê wek dostên nêzîk dibîne û bangî wan dike.
Di beşa Hikmetnameyê de dibêje:
“Îtiraf bikin! Şaîrên rojhilatê
Mezintir in ji yên me yên rojavayî.
Lê em xwe digihînin asta wan
Di hesudiya kesên wek xwe de.”
Di pirtûkê de cihê herî li xweşiya min çû ji beşa Hikmetnameyê ye. Lewra ev beş bi tevahî ji şîret û temiyan pêk tê. Bê guman ji bo min hilberîna şexsî û fikrên takekesî biryareke bêtewîz e. Lê rasyonalîte û lîberalîzm her diçin li dijî teknolojî û takekesiya bêsosyalî têk diçin û takekesî di nav lepên dijîtalîzmê de bêsinor tê xerckirin.
Lewma ji hewcedariya takekesiyê bi fikrên nû û felsefî heye; şîret û hişyariyên Goethe ji vê teseliyê didin.
Lê xwezîla Goethe, Xanî baba yan jî Cizîrî jî bixwenda, wê çaxê nerînên wî behtir bi bandor û coş bibûna. Min dîwana Goethe bi zimanekî din nexwendibû heta niha, lê Abdullah Încekan bi wergera vê pirtûkê em û Kurdî bi hev re şa kirin.
Heta Încekan bi vê wergerê di kariyera xwe de, di sînorên ziman û ferhengsaziya xwe de xebata herî bijare derxistiye holê. Ev wergera wî ji yên din gelekî serkeftîtir e.
Ji bo me hezkirên xwendin û nivîsê dîwana Goethe û meseleyên xerb û şerqî teze dest pê dikin. Lewra aliyekî me li xerbê dinêre, yek jî li şerqê û şerê van her du cîhana di rojên xwe yên herî dijwar re derbas dibe. Dîwana Geothe, bi etîketa Nûbiharê derketiye û li benda hezkirên xwe ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



