Çend sal berê, min gotarek li ser pêwendiya di navbera roman û helbestê de nivîsandibû. Di wê nivîsê de ez li ser vê baweriyê rawestiyabûm ku roman û helbest, her çi qas di wêjeyê de du cureyên cuda bin jî di navbera wan de pêwendiyeke xurt û hevseng heye.
Wê demê, hinek kes li dijî vê nêrînê derketin. Ji bo wan roman roman e û helbest helbest e.
Roman bi çîrok, karakter û bûyeran re têkildar e. Helbest jî ji hest, rîtm, wêne û peyvên ku di navbera xwe de pêwendiyekê çêdikin pêk tê lê ez hîn jî di wê baweriyê de me.
Ji ber ku wêje ji me re ne tenê cure û navan nîşan dide, wêje beriya her tiştî awayekî vegotina mirovan û jiyana wan e.
Carinan pêdiviya çîrokê bi romanê heye û carinan jî pêdiviya hestan bi helbestê heye lê ev her du cîhan ew qasî ji hev ne dûr in ku em karibin di navbera wan de dîwarekî bilind ava bikin.
Roman dikare helbestî be.
Helbest dikare mîna vegotina çîrokekê be.
Carinan çîrok bêyî ku em pê bihesin, di hundirê xwe de helbestekê hildigire.
Roman û dengê helbestê
Gava em romanekê dixwînin, em li pey çîrokê diçin. Em karakteran nas dikin, bi wan re dijîn, bi wan re xemgîn dibin û carinan jî bi wan re kêfxweş dibin.
Lê di nav van rûpelan de carinan kêlî hene ku çîrok hêdî û sist dibe û hest derdikeve pêş.
Peyvên nivîskar tenê agahiyê nadin. Ew wêne û rîtmê çêdikin û di hundirê xwîner de deng vedidin.
Di wê kêliyê de, em dikarin bibêjin ku dengê helbestê di nav romanê de tê bihîstin.
Helbest ne tenê ew e ku nivîskar çend rêzên kurt bi awayekî taybet rêz bike.
Helbest dikare di awayê vegotinê, hilbijartina peyvan, wêneyan û di hesta ku nivîs di dilê xwîner de dihêle de jî hebe.
Ji ber vê yekê, dibe ku roman pexşan be lê hinek aliyên wê helbest in.
Helbest jî bi xwe dikare çîrokekê hilgire
Li aliyê din, helbest jî her tim ne tenê hesteke kurt e.
Di helbestê de jî dibe ku bûyer, dîrok, evîn, şer, koçberî, windabûn û serpêhatî cih bigirin.
Helbest dikare bi çend rêzan çîrokekê bide me.
Dibe ku em di helbestekê de mirovekî bibînin ku ji welatê xwe koçber bûye yan jî mirovekî ku evîndar e.
Dibe ku em dayîkekê bibînin ku zaroka xwe winda kiriye yan jî kesekî bibînin ku li pey welat û nasnameya xwe têdikoşe û li çarenivîsa xwe digere.
Şêrko Bêkes: Li cihê ku helbest dibe roman
Di vê mijarê de navê helbestvanê mezin ê Kurd Şêrko Bêkes derdikeve pêş. Bêkes yek ji wan helbestvanan e ku sînorê di navbera helbest û romanê de nerm kiriye.
Di hinek berhemên wî de, zimanê helbestê bi hêmanên çîrokbêjiyê, karakter, bûyer, dîrok û serpêhatiyan re dikeve nav pêwendiyekê.
Ji ber vê yekê, hinek berhemên wî wekî "romana helbestî" yan jî "deqa vekirî" tên binavkirin.
Di berhemên wekî "Kîjêkî Kurd" û "Êsta Kîjêk Nîştimanim e" de, em dibînin ku helbest dikare çîrokekê hilgire.
Dikare karakteran biafirîne û dîrokekê vebêje, bêyî ku ji helbestbûna xwe dûr bikeve.
Ev jî bi awayekî zelal piştrast dike ku di navbera roman û helbestê de ti dîwar nînin. Her du dikarin di hundirê hev de bijîn û ji hev wate û rengê bistînin.
Medenî Ferho: Li cihê ku roman û helbest hevdû dibînin
Di navbera roman û helbestê de sînorên herdemî tunin. Carinan peyvên romanê jî dikarin deng, rîtm û wêneyên helbestê hilgirin.
Di berhemên nivîskarê Kurd Medenî Ferho de, ez vê pêwendiyê bi awayekî berbiçav dibînim.
Di romanên wî yên wekî "Xaltîka Zeyno", "Berxwedan Jiyan e", "Marê di Tûr de" û "Selwa"yê de, çîrok, karakter û serpêhatî bingehê vegotinê ne.
Lê di nav hinek dîmen û vegotinên wan de, ziman bi hest, wêne, rîtm û ahenga xwe nêzîkî dengê helbestê dibe.
Li aliyê din, di berhema wî ya helbestî ya bi navê "Banga Hawarê" de jî em dibînin ku helbest dikare ji hestê wêdetir biçe.
Dikare dengê dîrokê, serpêhatî û jiyana mirovan hilgire.
Ji ber vê yekê, di xebatên Medenî Ferho de, roman û helbest ne du cîhanên ji hev qut in. Ew du awayên cuda yên vegotina heman jiyana mirovan in.
Di vê xalê de, ji bo min girîng ew e ku em ne tenê di navbera berheman de, di hundirê berheman bi xwe de jî vê pêwendiyê bibînin.
Roman dikare di hinek kêliyan de helbestî be. Helbest jî dikare di çend rêzan de serpêhatiyekê hilgire.
Dibe ku ev yek ji taybetmendiyên wêjeyê be. Form dikare cuda be lê hest, mirov û jiyan her tim li dora hev digerin.
Roman dikare hestên me vebêje.
Helbest dikare serpêhatiyên me vebêje.
Her du jî dikarin mirovan ji hundirê wan ve nîşan bidin.
Belkî ji ber vê yekê ye ku nivîskarên mezin ên mîna Dostoyevskî, di romanê de tenê çîrokekê nabêjin.
Ew mirovan bi hemû nakokî, tirs, êş û hêviyên wan didin ber çavên me.
Di romanê de mirov ne tenê karakterek e ku di nav bûyeran de dimeşe. Ew cîhaneke hundirîn e.
Dema ku nivîskar karibe vê cîhana hundirîn bi zimanê xwe bixe ber çavên xwîner, roman nêzîkî helbestê dibe.
Li vir jî sînorê di navbera roman û helbestê de hinekî nerm dibe.
Roman dikare hestên me vebêje.
Helbest dikare serpêhatiyên me vebêje.
Her du jî dikarin mirovan ji hundirê wan ve nîşan bidin.
Ma ev pêwendî tenê di navbera roman û helbestê de ye gelo?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



