Silêmanî (Rûdaw) – Kombûna nerazîbûnê ya xwandekarên beşa pizîşkiya didan li fakulteya pizîşkî ya Zanîngeha Silêmaniyê berdewam e, ku derbasî heftiya sêyem bûye.
Xwendekarên nerazî heyama 3 heftiyan e ku proseya xwendinê baykot kirine û li polên xwendinê amade nabin.
Herwiha xwendekarên nerazî daxwaz dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê guh li daxwaziyên wan bigire û pêdawîstiyên xwendinê ji wan re dabîn bike.



