کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Alaya KCKyê / Wêne: Rûdaw

Alaya KCKyê / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e
Kurdistan26-11-2026

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) got, "Xwefesixkirina PKKyê ya di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de destpêkeke nû ye."

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 27ê Çiriya Paşîn a 1978an hat damezirandin.

Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya salvegera 48emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Salvegera 48emîn a damezirandina PKKyê li Rêber Apo, gelê me, dostên wê û hemû hêzên têkoşînê pîroz be.

Em şehîdên xwe yên ku PKK ava kir û hişt 52 salan têkoşînê bike, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin."

Têkoşîna 52 salan

KCKyê destnîşan kir ku Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan bi bîranîna Hakî Karer dest bi xebatên damezirandina partiyê kiriye.

KCKyê her wiha diyar kir ku tevî êrişên mezin, girtin, şkence û valakirina gundan jî, têkoşîna wan a bi pêşengiya PKKyê 52 salan bênavber domandiye.

KCKyê bal kişand ser pêvajoya nû ya çareseriyê û got:

"Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ya ku ev 2 sal in didome û stratejiya nû ya têkoşîna siyasî jî li ser têkoşîna 52 salan pêş ketine.

Wekî ku Rêber Apo destnîşan kiribû, PKK romanek, stranek û helbestek e ku dawî lê nehatiye.

Xwefesixkirina PKKyê di têkoşîna azadiyê de destpêkeke nû ye."

Hevdîtinên Îmraliyê şêwazeke têkoşîna siyasî ne

KCKyê tekezî li ser wê yekê kir ku hevdîtinên li Îmraliyê wekî şêwazeke têkoşîna siyasî tên meşandin û anî zimên:

"Xeta Rêber Apo û PKKyê ya ku destpêkeke nû kiriye dê ji vir û şûn de jî ji gelê me û hemû mirovahiyê re bide karkirin.

Li ser vî esasî em cejna vejînê ya hemû gel û dostên xwe pîroz dikin û di têkoşînên wan ên azadî û demokrasiyê de serkeftinê dixwazin."

PKK 27ê Çiriya Paşîn a 1978an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hatibû damezirandin.

Di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de, PKKyê Gulana 2025an biryara fesixkirinê û danîna çekan dabû.

Piştî wê jî qonaxên vekişînê û pêngavên yasayî yên li parlamentoyê hatibûn rojevê.


Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e
Kurdistan26-11-2026

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

Pirsên