Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê got, "Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e û divê mafên rewa yên Kurdan bên naskirin."
Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê îro civiya.
Desteyê li ser statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û bipêşketinên dawî daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê di daxuyaniyê de tekez kir ku statuya rewa, yasayî û demokratîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2005an bi Destûra Îraqa Federal hatiye garantîkirin.
Hat diyarkirin ku ev statu encama destkeftiyên dîrokî û îradeya demokratîk a gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê ye.
Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê da zanîn ku parastin û xurtkirina vê statuyê ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo aştiya civakî, aramiya siyasî û paşeroja demokratîk a Îraqê jî gelekî girîng e.
"Nakokî bi biryarên yekalî çareser nabin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aloziya van rojên dawî ya li ser birêvebirina deriyên sînorî û çavkaniyên enerjiyê careke din hesasiyeta rêgezên federalîzmê û hevsengiyên destûrî derxistine holê.
DEM Partiyê anî zimên ku nakokiyên îdarî, aborî û hiqûqî yên di navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi biryarên yekalî, bi gotinên ku aloziyê zêde dikin an jî bi nêzîkatiyên mîlîtarîst çareser nabin.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ev nakokî tenê di çarçoveya destûrî de û bi rêya diyalog û dan û standinê dikarin bên çareserkirin û hat gotin:
"Rêya çareseriya mayînde ew e ku birêvebiriya Îraqê ya federal mafên rewa yên gelê Kurd nas bike û bi aqilê hevpar tevbigere."
"Divê aliyên Kurdistanî li hev bikin"
DEM Partiyê bal kişand ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî û diyar kir ku di vê pêvajoya krîtîk de gelekî girîng e ku hemû aktorên siyasî û saziyên li Herêma Kurdistanê lihevkirina demokratîk bikin bingeh.
Her wiha hat xwestin ku pirsgirêk bi rêya dan û standinê bên çareserkirin û yekîtiya civakî û xebata saziyan bên xurtkirin.
"Em piştgiriyê didin parastina statuyê"
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Wekî DEM Partiyê em piştgiriyê didin ku statuya destûrî û destkeftiyên gelê Kurd bên parastin û hemû pirsgirêk bi rêya dan û standinên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin.
Helwesta ku maf û îradeyan li ser bingeha rêzgirtina hevbeş diparêze dê hem ji bo demokratîkbûna Îraqê û hem jî ji bo aştî û aramiya herêmî tevkariya herî xurt bike."



