کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Deriyê Sêmalkayê / Wêne: Arşîv

Deriyê Sêmalkayê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e
Kurdistan26-11-2026

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê tevgera bazirganiyê ya li Deriyê Sînor ê Pêşabûrê (Sêmalka) heta demeke nediyar rawestand.

Di vê rewşê de tenê geştyar dikarin di wir re biçin û bên.

Çavkaniyekê ji Birêvebiriya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ji Rûdawê re ragihand ku biryara rawestandina tevgera bazirganiyê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn û dê heta agahdarkirineke din bidome.

Li gorî zanyariyên wê çavkaniya Rûdawê, niha li wî deriyê sînorî tenê rê bi çûn û hatina kes û geştyaran tê dayîn û rê bi derbasbûna ti barî nayê dayîn.

Deriyê Sînor ê Pişteyê hat girtin

Li gorî zanyariyên Rûdawê, hêzeke Parêzvanên Sînor çûye Deriyê Sînor yê Pişteyê yê li parêzgeha Helebceyê û derî girtiye.

Li gorî zanyariyan ew hêza Parêzvanên Sînor ji pênc otomobîlên leşkerî û kepçeyekê pêk dihat û hemû jî welatiyên Herêma Kurdistanê ne.

Wê hêzê berpirsên derî agahdar kirine û rê daye wan şofêran ku di derî re hat û çûnê dikin. Piştre bi kepçeyê ax li ber derî rijandiye û ew girtiye.

Bi fermana Elî Zeydî hat girtin

Çavkaniyeke berpirs a li Deriyê Sînor yê Pişteyê ji Rûdawê re axivî û got:

"Hêz saet 16:30î gihîşt derî. Wan di dema girtina derî de got ku fermana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi wan re ye û ji bo demeke nediyar hat û çûna li derî tê rawestandin û derî tê girtin."

Her li gorî zanyariyên Rûdawê, Deriyê Sînor ê Şûşmê yê li nahiyeya Biyareyê ya Helebceyê jî dê bi heman awayî bê girtin.

Ti alozî derneketine

Wê çavkaniya Rûdawê diyar kir ku li deriyan ti alozî derneketine, hêza Parêzvanên Sînor li Pişteyê bi cih bûye û derî bi qefleyê girtiye.

Deriyên sînor ên Şûşmê û Pişteyê ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Helebceyê ne û dikevin nahiyeyên Biyare û Bemoyê.

Ew her du derî heta niha ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi fermî nehatine naskirin.

Deriyê Sînor ê Pêşabûrê jî dikeve sînorê parêzgeha Dihokê, hevsînorê Rojavayê Kurdistanê ye û li aliyê Rojavayê Kurdistanê wekî "Sêmalka" tê naskirin.


Nûçeyên Têkildar

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e
Kurdistan26-11-2026

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

Pirsên