Hewlêr (Rûdaw) – Mehsa Remezan a îsal jî kete demsala Havînê û di rewşekê de ku pileya germiya hewayê derbasî 45 pileyan dibe, xelk rojî dibin.
Germbûna hewayê Hewlêrê wan kesan bêtaqet dike ku rojî dibin. Hevdem nebûna kehrebayê (elektrîkê) di wan rojên Remezanê de zêdetir barê xelkê giran kiriye. Di demekê de ku xelkê Misilman li Hewlêrê bo dema 16 saetan rojî dibin, qutbûna kehrebayê bo dema çend saetan, rojîgirtin ji xelkê re zehmettir kiriye.
Ji ber germiya hewayê, piraniya hevwelatiyan ji malê dernakevin û yên ku diçin derê, ew kes in ku karmend û dukandar in an jî karê wan li derê heye.



