کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Rojhilata Navîn

Îran: Li Tengava Hurmizê 3 tankerên petrolê şewitîn

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Gadi Eisenkot: Îran niha ji bo Îsraîlê ne gefeke lezgîn e
Rojhilata Navîn23-11-2026

Gadi Eisenkot: Îran niha ji bo Îsraîlê ne gefeke lezgîn e

Artêşa Pasdaran a Îranê îdia kir ku li Tengava Hurmizê droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn22-11-2026

Artêşa Pasdaran a Îranê îdia kir ku li Tengava Hurmizê droneke Amerîkayê xistiye

Plana nû ya Amerîka û Îsraîlê: Êriş li ber derî ye?
Rojhilata Navîn20-11-2026

Plana nû ya Amerîka û Îsraîlê: Êriş li ber derî ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku li Tengava Hurmizê 3 tankerên petrolê li mayînên deryayî ketine, teqiyane û agir bi wan ketiye.

Hat diyarkirin ku wan her sê tankeran rêyên ku destûr ji bo wan nehatiye dayîn bi kar anîne.

Artêşa Pasdaran a Îranê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber bikaranîna rêyên bêdestûr, ew 3 tanker li mayînên deryayî ketine û di encamê de teqîn û şewateke dijwar çêbûye.

Artêşa Pasdaran a Îranê da zanîn ku teqîn di demekê de çêbûne ku keştiyek li peravên başûrê tengavê û her du keştiyên din jî li rojhilatê Tengava Hurmizê bûne.

Parastina asmanî ya Amerîkayê nekarî rê lê bigire

Artêşa Pasdaran a Îranê îdia kir ku ew keştî di bin parastina asmanî ya berfireh û hevrêtiya artêşa Amerîkayê de bûne û got:

“Hevrêtiya asmanî ya artêşa Amerîkayê nekarî pêşiyê li rûdana van bûyeran bigire.”

Îranê Tengava Hurmizê girtibû

Piştî ku Amerîkayê 8ê Tîrmehê careke din dest bi êrişên xwe kir, Îranê 12ê Tîrmehê ragihandibû ku wê Tengava Hurmizê careke din girtiye.

Birêvebiriya Tehranê gef xwaribû ku dê keştiyên li derveyî rêya wê ya diyarkirî û “bêdestûr derbas dibin” bike armanc.

Pirsên