Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê îdia kir ku li Tengava Hurmizê droneke cureyê MQ-1 a Amerîkayê ji aliyê sîstemên parastina esmanî yên welêt ve hatiye xistin.
Artêşa Pasdaran li ser vê mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
“Bi giştî 20 dron hatine xistin”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku drona Amerîkayê li Tengava Hurmizê ji aliyê sîstemên parastina esmanî yên Îranê ve hatiye xistin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat îdiakirin ku di nava 24 saetên dawî de 4 û bi giştî jî 20 dronên cureyê MQ-1 hatine xistin.



