Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Yaşarê Gadi Eisenkot ragihand ku Îran niha ji bo Îsraîlê gefeke rasterast û lezgîn nîne ku beriya avakirina hikûmeta nû pêwîstî bi avêtina gavan hebe.
Eisenkot her wiha diyar kir ku metirsiya herî mezin a Îranê ew 440 kîlogram uranyuma dewlemendkirî ye ku heta niha ji holê nehatiye rakirin.
Gadi Eisenkotê ku ji bo avakirina hikûmeta Îsraîlê hatiye erkdarkirin di civîna fraksiyona partiya xwe de axivî û got:
"Li ser mijara Îranê, ez îro ti gefa rasterast û lezgîn li ser Dewleta Îsraîlê nabînim ku beriya avakirina hikûmetê pêwîstî bi avêtina gavan hebe."
Uranyuma dewlemendkirî ya Îranê
Eisenkot tekez kir ku divê Îsraîl bala xwe bide ser depoya uranyuma dewlemendkirî ya Îranê.
Eisenkot li ser dan û standinên avakirina hikûmetê jî got:
"Em bi dilekî paqij dikevin nav dan û standinan" û soz da ku ji bo çêkirina yekrêziyeke rasteqîn "her tiştî" bike.
Serokê Partiya Yaşarê Eisenkot red kir ku li ser avakirina komîteyeke lêkolînê ya dewletê ya derbarê şikestinên 7ê Çiriya Pêşîn û pirsa leşkeriya neçarî ya ji bo her kesî ti tawîzan bide.
Civîna ewlehiyê û krîza siyasî
Serokwezîr Benjamin Netanyahu 12ê Çiriya Paşîn bi Eisenkot re civîneke ewlehiyê ya du demjimêran pêk anî.
Ev civîn piştî wê hat ku Eisenkot wekî berpirsê avakirina hikûmetê civîn xwestibû.
Di daxuyaniyeke hevbeş de hat diyarkirin ku di civînê de qala astengiyên ewlehî û dîplomatîk ên Îsraîlê hatiye kirin.
Kanala 13an a Îsraîlê eşkere kir ku di civînê de helwesta artêşa Îsraîlê ew bûye ku ti pêwîstiyeke lezgîn a ji bo êrişkirina ser Îranê nîne.
Paşê Netanyahu daxuyand ku vê civînê tenê pêwîstiya avakirina hikûmeteke yekrêziyê "bihêztir kiriye."
Astengiya 61 kursiyan
Roja 8ê Çiriya Paşîn, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog ji bo avakirina hikûmetê Eisenkot erkdar kir û 28 roj dem da wî.
Her wiha îhtimal heye ku ev dem 14 rojên din jî were dirêjkirin.
Di vê navberê de Netanyahu wekî serokwezîrê karbirêker li ser karê xwe maye.
Di hilbijartinên 27ê Çiriya Pêşîn de, hevpeymaniya Eisenkot 48 kursî û partiyên Ereban 19 kursî bi dest xistin.
Li hemberî vê, hevpeymaniya Netanyahu 53 kursî bi dest xistibûn.
Ji bo avakirina hikûmetê li Îsraîlê herî kêm 61 kursî pêwîst in.



