کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump û Benjamin Netanyahu / Wêne: Arşîv

Donald Trump û Benjamin Netanyahu / Wêne: Arşîv

Rojhilata Navîn

Plana nû ya Amerîka û Îsraîlê: Êriş li ber derî ye?

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Artêşa Îranê: Li Tengava Hurmizê 4 tanker bi mayînan teqiyan
Rojhilata Navîn20-11-2026

Artêşa Îranê: Li Tengava Hurmizê 4 tanker bi mayînan teqiyan

Hûsiyên Yemenê: Di êrişa balafirên Siûdiyê de 19 sivîl hatin kuştin
Rojhilata Navîn20-11-2026

Hûsiyên Yemenê: Di êrişa balafirên Siûdiyê de 19 sivîl hatin kuştin

Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê hişyarî da Îranê
Rojhilata Navîn19-11-2026

Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê hişyarî da Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 9 mehan bi ser destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê re derbas dibin û medyaya Amerîkayê ragihand ku Washington û Tel Evîv li ser êrişeke nû ya li dijî Îranê gotûbêjan dikin.

Li gorî kanala CBS Newsê ya Amerîkayê, hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji leza jinûveavakirina şiyanên çêkirina mûşekên balîstîk ên Îranê û hewlên Tehranê yên ji bo veguhastina binesaziya wê ya leşkerî û atomî ya binê erdê dilgiran e da ku wan ji êrişan biparêze.

Her wiha hîn jî di bin kavilên navendên atomî yên bombebarankirî de zêdetirî 400 kîlogram uranyuma dewlemendkirî ya bi rêjeya ji sedî 60î ya Îranê maye.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper roja çarşemê li Wezareta Parastinê ya Îsraîlê bi Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamir û Birêvebirê Saziya Îstixbaratê ya MOSSADê Roman Gofman re civiya.

Ev civîn piştî wê yekê hat ku Gofman hefteya borî li Washingtonê bi Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe re civiyabû.

Çavkaniyên leşkerî yên Amerîkayê amaje pê dikin ku ji ber hebûna bi dehhezaran leşkeran, keştiyên balafirhilgir, bi dehan keştiyên şer û balafiran ên li herêmê heke Trump fermanê bide, Washington dikare di navbera 2 heta 4 rojan de êrişeke nû bide destpêkirin.

Li ser erdê jî alozî berdewam dikin. Amerîkayê wekî bersivekê ji bo êrişên Îranê yên bi mûşek û bi dronan ên li ser baregehên Amerîkayê yên li Behreyn û Kuweytê, sêşema borî êrişî Girava Qeşmê ya stratejîk a li Tengava Hurmizê kir.

Daxuyaniyên Trump û zextên siyasî

Her çi qasî hikûmeta Netanyahu daxwaza operasyonên hevbeş ên nû yên li gel Amerîkayê bike jî dudiliyek li cem Trump tê dîtin.

Donald Trump roja çarşemê li Çînê beriya civîna xwe ya li gel serokên Rûsya û Çînê bêyî ku ti delîlan nîşan bide ragihand, dibe ku Îran hewl bide çekên kîmyewî yan biyolojîk bi dest bixe û got, ew dê “di demeke nêzîk de dawî li vî şerî bîne.”

Lê Trump roja pêncşemê ji Kanala 12an a Îsraîlê re got ku ew di dayîna biryaran de “lezê nake” û dê piştî sersalê rewşê careke din binirxîne.

Îhtimal heye ku Netanyahu di nav hefteyên bê de erkê xwe ji dest bide û rikeberên wî jî wî bi wê yekê tometbar dikin ku dixwaze bi rêya şer li ser desthilatê bimîne.

Li Amerîkayê jî Komarî di hilbijartinên nîvê dewreyê de şikestin û dê meha Kanûna Paşîn a bê kontrola Civata Pîran û Meclisa Nûneran ji dest bidin.

Ev yek dê desthilata darayî ya şer bixe destê Demokratan.

Mercên Tehranê

Li hemberî vê yekê, Wezareta Karên Derve ya Îranê roja pêncşemê tometên Trump red kirin.

Berdevkê wezaretê Îsmaîl Beqayî gotin wekî senaryoya sala 2003yan a Amerîkayê ya dagirkirina Îraqê bi hinceta hebûna çekên komkuj bi nav kir.

Dan û standinên nerasterast ên çend mehan ên di navbera Washington û Tehranê de nekarîne ji bo vekirina Tengava Hurmizê bigihîjin agirbestekê.

Ji bo vekirina Tengava Hurmizê çend mercên Îranê hene.

Di egera her êrişeke nû de, berpirsên payebilind ên Îranê û Artêşa Pasdaran a Îranê hişyarî da ku dê bersiva wan gelekî berfirehtir be.

Wan da zanîn ku ew dê ne tenê li Îsraîl û baregehên Amerîkayê yên li Kendavê, dibe ku li baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li deverên din, binesaziya enerjiyê ya Kendavê û kabloyên înternetê yên binê deryayê jî bixin.

Nûçeyên Têkildar

Artêşa Îranê: Li Tengava Hurmizê 4 tanker bi mayînan teqiyan
Rojhilata Navîn20-11-2026

Artêşa Îranê: Li Tengava Hurmizê 4 tanker bi mayînan teqiyan

Hûsiyên Yemenê: Di êrişa balafirên Siûdiyê de 19 sivîl hatin kuştin
Rojhilata Navîn20-11-2026

Hûsiyên Yemenê: Di êrişa balafirên Siûdiyê de 19 sivîl hatin kuştin

Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê hişyarî da Îranê
Rojhilata Navîn19-11-2026

Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê hişyarî da Îranê

Pirsên