Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku li Tengava Hurmizê mayîn bi tankereke petrolê ya "binpêkar" de teqiyaye û agir pê ketiye.
Artêşê da zanîn ku doh bi giştî 4 tankerên petrolê di wê rêya avî de teqiyane.
Beşa Pêwendiyên Giştî ya Artêşa Îranê derengiya piştrast kir ku ji ber teqîna mayînê ya li rojhilatê Tengava Hurmizê agir bi tankereke din a petrolê ketiye.
"Divê pergala rêdîtinê tim çalak be"
Li gorî daxuyaniya Artêşa Îranê, wê keştiyê pergala xwe ya rêdîtinê (GPS) girtiye da ku bêyî agahiya hêzên çekdar ên Îranê di Tengava Hurmizê re derbas bibe.
Artêşê di daxuyaniyê de got, "Hemû keştiyên ku dixwazin di wê rêya avî re derbas bibin divê pêşî bi me re hevahengiyê bikin û pergalên wan ên rêdîtinê tim çalak bin."
Artêşa Îranê gef xwar û got, "Her keştiya ku di dema derbasbûna ji Tengava Hurmizê de pêbendî rênimayên hêzên çekdar ên Îranê nebe dê rastî heman çarenivîsa vê tankera petrolê bê û bê tunekirin."
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye, bi giştî di 24 demjimêrên borî de li rojhilatê Tengava Hurmizê ji ber teqîna mayînan agir bi 4 tankerên petrolê ketiye û ew ji kar ketine.
Mercên Tehranê û dorpêça Amerîkayê
Piştî destpêkirina şerê Îranê yê ji dawiya Sibata 2026an ve, Tehranê ji bo derbasbûna keştiyên bazirganî ya di Tengava Hurmizê re mercên giran danîne.
Tehran dixwaze her keştiyek pêşwext ji bo derbasbûnê razîbûna hêzên çekdar ên Îranê wergire, eger na dê bên hedefgirtin yan jî ji ber mayînên çandî metirsiya teqînê li ser wan heye.
Li beramberî vê yekê, Washingtonê dorpêça deryayî daniye ser benderên Îranê û ji bo parastin û hevrêtiya tankerên petrolê yên di wê rêya avî de operasyonên leşkerî pêk tîne.



