Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê hêzên Erebistana Siûdî tawanbar kirin ku wan êrişî keştiyeke sivîlan kiriye û ji ber vê yekê 19 kes hatine kuştin.
Piştî çend salan ji aramiyê, meha Tîrmehê şer û pevçûn careke din li Yemenê dest pê kir.
Di vî şerî de hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin bi piştgiriya Erebistana Siûdî li dijî Hûsiyan şer dike.
"Komkujiyeke tirsnak e"
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan Enîs Esbehî roja înê ew êriş şermezar kir û wekî "komkujiyeke tirsnak" bi nav kir.
Esbehî diyar kir ku êriş ji aliyê "balafirên dijminê Siûdî ve" hatiye kirin û wan keştiyeke sivîlan kiriye armanc ku "zêdetirî 25 koçberan tê de bûn."
Li gorî gotina wî, di encama êrişê de 19 sivîl hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Esbehî her wiha got, “Hedefgirtina xelkê sivîl û koçberan tawaneke temam a şer e û binpêkirineke eşkere ya yasaya mirovî ya navneteweyî û mafên mirovan e."
Li gorî kanala televîzyonê ya El Mesîreyê ya ser bi Hûsiyan ve, di nav kuştiyan de 8 zarok û 6 jin hene.
Esbehî li ser platforma medyaya civakî Xê jî amaje bi wê yekê kir ku keştî ji herêma Ras Ereyê ber bi Heysê ve li başûrê welêt diçû.
Sena û Teiz hatin bombebarankirin
Di heman demê de medyaya Hûsiyan, di nav de Ensarulah û ajansa nûçeyan a Sebayê, roja înê belav kir ku balafirên Erebistana Siûdî Senaya paytexta Yemenê bombebaran kiriye.
Li gorî Ensarulahê, balafiran êrişî bajarê Teizê yê li başûrrojavayê welêt jî kiriye.
Zêdetirî 300 hezar kesî koçber bûne
Şerê navxweyî yê demdirêj ê Yemenê ku yek ji welatên herî hejar ên cîhanê ye sala 2022yan piştî pêkanîna agirbestekê rawestiyabû lê di çend mehên borî de careke din dest pê kir.
Niha Hûsî nêzîkî bajarê Edenê bûne ku paytexta demkî ya hikûmeta Yemenê ye.
Ev pêşketin piştî wê yekê tê ku Hûsiyan bi destpêkirina şer re li ser erdê bi awayekî berfireh bi pêş ve çûne.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, di vê gera nû ya şer û pevçûnan de zêdetirî hezar û 600 kesî hatine kuştin û zêdetirî 300 hezar kesî jî koçber bûne.



