Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê di daxuyaniyeke hevpar de ji bo Encumena Parêzgaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), bi tundî rexne li berdewamiya astengiyên Tehranê yên li ber kontrolên ajansê girt.
Wan her çar welatan da zanîn ku ji ber van astengiyan, êdî nayê piştrastkirin ku bernameya atomê ya Îranê tenê ji bo armancên aştiyane ye an na.
Di daxuyaniya hevpar a 19ê Çiriya Paşîna 2026an de hat diyarkirin ku ji civîna borî ya Encumena Parêzgaran ve heta niha ti pêşketin çênebûye.
"Tenê destûr ji bo santrala Bûşehrê hatiye dayîn"
Li gorî daxuyaniyê, Îranê li ser rewşa saziyên xwe yên atomê û madeyên xwe yên ragihandî ti agahî nedane ajansê.
Her wiha ji meha Sibata îsal ve kontrola sehayê tenê li Santrala Atomê ya Bûşehrê hatiye kirin û ji bo saziyên din, bi taybetî jî stasyona çaran a dewlemendkirina uranyumê ya li Îsfehanê, ti destûr nehatiye dayîn.
Wan her çar welatan fikarên xwe yên kûr anî zimên ku salek û nîv e Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ti agahî li ser depoyên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bi dest nexistiye.
Hat diyarkirin ku ji ber stratejiya astengkirinê ya Tehranê, ajans gihîştiye wê encamê ku nikare dilniyabûnê bide ka madeyên atomê yên Îranê ji bo armancên neaştiyane hatine bikaranîn yan na.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran biryarên Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştguh dike ku wan biryaran sekinandina hemû çalakiyên dewlemendkirina uranyumê û projeyên ava giran dixwest.
"Pêbendbûna bi peymanê nikare yekalî were rawestandin"
Her çar welatan bal kişand ser wê yekê ku pêbendbûna bi Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomê (NPT) nikare bi awayekî yekalî were rawestandin û ji bo astengkirina vegera kontrolên ajansê ti hinceteke teknîk nîne.
Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê piştevaniya xwe ya ji bo çareseriyeke bi rêya dan û standinan anî zimên û ji Îranê xwest ku gavên teknîk bêyî derengxistinê bavêje da ku kontrol bi temamî ji nû ve dest pê bikin û pêbawerî li ser xwezaya bernameya wê ya atomê pêk bê.
Şerê Sibatê û helwesta Tehranê
Meha Sibata îsal Îsraîl û Amerîkayê êrişî Îranê kiribû û Îranê jî bi mûşek û dronan êrişî Tel Evîv û welatên cîran kiribû û bersiv dabû wan.
Piştî vî şerî, Îranê her cure hevkariya bi ajansa Neteweyên Yekbûyî re red kir bi hinceta ku agahiyên şaş ên vê rêxistinê rê li ber êrişan vekiriye.
Banga Rafael Grossi ya ji bo hevkariyê
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku doh Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi li Viyanaya paytexta Awistiryayê di gotarekê de got:
"Tiştekî zelal e, agahiyên herî baş û herî pêbawer ên li ser bernameya atomê ya Îranê ew agahî ne ku kontrolên navneteweyî bi rêya pêkanîna yasayî ya erkên xwe bi dest bixin."
Li ser şert û fikarên Tehranê yên ji bo destpêkirina hevahengiyan, Birêvebirê Ajansa Enerjiya Atomê ya Neteweyên Yekbûyî got ew dikarin li ser mijarên ewlehiyê bigihîjin jihevtêgihiştinê û wiha pê de çû:
"Min çend caran gotiye eger her fikar an dilgiraniyeke ewlehiyê hebe, em dikarin li serê li hev bikin.
Par me li Qahîreyê peymanek îmze kir ku armanca wê li ber çavan girtina fikarên Îranê yên li ser wan saziyên ku êriş li ser wan hatibû kirin bû.
Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku em bikaribin vê hevkariya ku niha nîne ji nû ve ava bikin."



