Hewlêr (Rûdaw) - Ozgur Ozel ragihand ku ji ber neavêtina gavên demokratîkbûnê, berdewamiya sîstema qeyûman û zextên li ser mixalefetê ew dê endaman nedin Desteya Çavdêriyê ya ku di çarçoveya pêvajoyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê tê avakirin.
Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel got, "Bila kes ji bo qonaxên bê li ser pişta me hesaban neke, em di nava vî karî de nînin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên ji bo avakirina Desteya Çavdêriyê de, îro li Enqereyê çû serdana Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel.
Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyaniyeke çapemeniyê da û helwesta partiya xwe ya li ser Desteya Çavdêriyê eşkere kir.
Ozgur Ozel destnîşan kir ku desthilat di warê demokratîkbûnê de gavên pêwîst navêje û xala 7emîn a rapora Komîteya Parlamentoyê ya ji bo demokratîkbûnê nayê bicihanîn.
Sedemên redkirinê
Ozel ragihand ku sîstema qeyûman berdewam dike, qeyûm li ser 3 kanalên televîzyonê hatine danîn û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayên bicihanîn.
Ozel ev yek wekî sedemên cihnegirtina partiya xwe ya di nav Desteya Çavdêriyê de destnîşan kir.
Ozgur Ozel da zanîn ku Partiya NÛ dê ji ber van sedeman endaman nede Desteya Çavdêriyê ya ku biryar e li Parlamentoya Tirkiyeyê were damezirandin.
Serokê Giştî yê Partiya NÛ rexne li helwesta hikûmetê girt û diyar kir ku desthilat tenê ji bo parastina pêgeha xwe gavên siyasî diavêje û got:
"Tekane tiştê ku di berjewendiya vî welatî de ye, rawestandina vê desthilatê ye.
Hinekan tenê ji bo ku desthilata xwe bidomînin her tişt kir."
"Bila kes li ser pişta me hesaban neke"
Ozgur Ozel her wiha got:
"Ji bo qonaxên piştî vê yên pêvajoyê, bila kes me tevlî hesabên xwe yên şexsî neke û li ser pişta me hesaban daneyne.
Ji niha û pê ve bila kes bi hizirkirina li ser me hesaban neke.
Bila li gorî hebûn an nebûna me hesabên xwe bikin. Kes nikare kesî bixapîne.
Dema hûn li wan deriyan dixin, hûn dê wan sozên ku we berê dabûn bînin bîra xwe.
Ez dibêjim em di nava vî karî de nînin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di çarçoveya hewldanên damezirandina Desteya Çavdêriyê de bi serok û nûnerên partiyên AK Partî, MHP, DEM Partî û Rêya Nû re jî hevdîtin kiribû.
Ev deste li gorî Yasaya Çarçoveyê ya Tebaxa 2026an li Parlamentoya Tirkiyeyê tê avakirin û ji bo şopandina gavên pêvajoya aştiyê û bêçekbûnê hatiye plankirin lê belê redkirina Partiya NÛ dê bandorê li ser hevsengiya nûnertiya partiyan a di nava desteyê de bike.
"Em di nava vî karî de nînin"
Serokê Partiya NÛ Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Ji niha û pê ve eger hûn li cihekî deriyê Partiya NÛ bixin, dema hûn tên li wî derî dixin, hûn dê wan sozên ku we berê dabûn bi cih bînin; ne sozên ku we dane Partiya NÛ lê ez behsa wan sozan dikim ku we li ber komîteyê di girtenameyan de xistine bin îmzeyan.
Ez ji wan kesên ku gotin 'em dê di demokratîkbûnê de her tim bi hev re bin' û pişt re parçe dikin re dibêjim.
Ez ji wan kesên ku teslîmî burokratên Koşkê bûne re dibêjim.
Ez ji wan kesên ku bi zext û zordariyê hewl didin tiştekî bikin re dibêjim, em di nava vî karî de nînin.
Ew kesên ku dixwazin em di nava van karan de bin, divê pêşî wan sozên ku di dîrokê de dane vî welatî bi cih bînin.
Rapor li wir e, komîte li wir e. Ji niha û pê ve ew kesên ku bi serê xwe lîstika demokrasiyê dilîzin, bila kerem bikin bilîzin.
Li wir we partiyeke mixalefetê ya 'meqbûl' jî dît; mixalefeta majesteyan!
Heta ji we tê bi kar bînin. Mixalefeteke ku hatiye hilbijartin, di hilbijartinan de bi ser ketiye, li kolanan bi deh hezaran kes li pey dimeşin û bi milyonan mirovan li meydanan kom dike, dê rewabûnê nede wî zemînê ku hûn lê ne.
Bi mixalefeta majesteyan re hûn dikarin li ser kîjan rêyê bixwazin bimeşin."



.jpg&w=3840&q=75)