Hewlêr (Rûdaw) - Wêneyekî nû yê Abdullah Ocalanê ku di Girtîgeha Îmraliyê de girtî ye hat belavkirin.
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan li ser hesabên xwe yê torên civakî li ser hevdîtina bi apê xwe Abdullah Ocalan re wêneyek parve kir.
Hat zanîn ku ev hevdîtin Cejna Qurbanê (Gulana 2026an) li Îmraliyê pêk hatiye.
Di wêneyê ku Omer Ocalan bi nivîsa “Serok Abdullah Ocalan” parve kiriye de ji bilî wî, biraziya wî Asmîn Ocalan û pismamê wî Mehmet Reşît Ocalan jî cih digirin.
Bakirhan behsa guherîna şertên Ocalan kiribû
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de eşkere kiribû ku Ocalan derbasî mala ku ji bo wî hatiye amadekirin bûye.
Bakirhan her wiha diyar kiribû ku şert û mercên xebatê yên Ocalan jî hatine guhertin û gotibû:
“Ji bo ku karibe bi lez û berhemdar bixebite, sekreteriya wî jî hat bihêzkirin.”
Beriya niha jî wêneyê hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbata wî re ya 31ê Çiriya Pêşîn a 2025an hatibû belavkirin.
Di wî wêneyî de xwişka Ocalan, Fatma Ocalan û biraziyên wî Omer, Berfîn û Alî Ocalan cih girtibû.
Serok Abdullah Öcalan https://t.co/sXC6tlitfP
— Ömer Öcalan (@omerrocalan) November 18, 2026


.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)