Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fîdan piştî civîna li gel hevtayê xwe yê Sûriyeyî ragihand ku ew di pêvajoya tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên dewleta Sûriyeyê de bi hikûmeta Şamê re di nava hevahengiyê de ne.
Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Esed Şeybanî îro li Enqereya Paytexta Tirkiyeyê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve hat pêşwazîkirin.
Her du wezîran piştî civînê di konferanseke rojnamegeriyê de ji medyayê re axivîn.
“Em di parastina yekîtiya axa Sûriyeyê de hestiyar in”
Hakan Fîdan ragihand ku hevahengiya di warên ewlehî û parastinê de mijara sereke ya civîna wan bûye û got:
“Em di mijara parastina yekîtiya axa Sûriyeyê de gelekî hestiyar in.
Divê gefên navxweyî û derve û her wiha gefên terorê rojeva Sûriyeyê mijûl nekin.
Divê herêm wekî berê di bêaramiyê de nemîne.”
Avakirina artêşa Sûriyeyê û têkoşîna li dijî terorê
Hakan Fîdan amadebûna welatê xwe ya ji bo hevahengiya bi Sûriyeyê re ya di warên cuda de dubare kir û wiha axivî:
“Em wekî Tirkiye, me ji bo ji nû ve avakirina artêşa Sûriyeyê û bihêzkirina şiyana saziyên ewlehiyê dest bi hewldaneke cidî kiriye.
Ev ji bo wê yekê ye ku têkoşîna li dijî terorê bi rê ve biçe û her wiha desthilata dewletê li ser hêzên cudaxwaz hebe.”
Hevahengiya li ser pêvajoya tevlîbûnê
Di demekê de ku pêvajoya tevlîbûnê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de berdewam dike, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got:
“Ji bo ku pêvajoya tevlîbûnê bi awayekî serkeftî bi dawî bibe, em dê hevahengiya xwe ya li gel hikûmeta Sûriyeyê bidomînin.”
Fîdan her wiha ragihand ku kar û çalakiyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de yên ji bo bihêztirkirina hevahengiya di navbera wan de berdewam dikin.
.webp&w=3840&q=75)

