Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li hemberî desteserkirina siyasetmedarên Kurd, parêzeran û danîna qeyûm a li ser Sozcu TVyê nerazîbûn nîşan da.
DEM Partiyê destnîşan kir ku kiryarên nedemokratîk ên li hemberî siyasetmedar, hiqûqnas û medyayê nayên qebûlkirin.
“Her roj bi nûçeyên operasyonan dest pê dikin”
DEM Partiyê îro bi sernavê “Kiryarên nedemokratîk ên li hemberî siyasetmedar, hiqûqnas û medyayê nayên qebûlkirin!” daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew hema bêje her roj bi nûçeyên nû yên desteserkirin û operasyonên li dijî mixalifan dest bi rojê dikin û got:
“Di wan serdegirtinan de ku navenda wan Amed bû, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel jî di nav de gelek siyasetmedarên Kurd hatin desteserkirin.
Di operasyonên li gelek bajaran de ku Îzmîr jî di nav de bû, parêzerên endamên ÇHDyê hatin desteserkirin.
Her wiha di serdegirtina sibehê ya li dijî Sozcu TVyê de birêvebir hatin desteserkirin û qeyûm tayînî kanalê hat kirin.”
“Divê demildest dawî li van kiryaran bê anîn”
DEM Partiyê di berdewamiya daxuyaniyê de behsa azadiya çapemeniyê û mafê rêxistinbûnê kir û wiha got:
“Azadiya çapemeniyê, siyaseta demokratîk û mafê rêxistinbûnê hêmanên jêneger ên civakeke demokratîk in. Divê demildest dawî li van kiryarên zextê bê anîn ku siyaset, çapemenî û civaka sivîl dikin hedef û zererê didin demokrasiyê.
Wekî parêzvanên demokrasî, pirrengî û azadiyan, em kiryarên nedemokratîk ên li hemberî siyasetmedar, hiqûqnas û çapemeniyê qebûl nakin.”



