Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ragihand ku şert û mercên xebata Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hatin guhertin û sekreteriya wî hatiye xurtkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de Abdulvahap Aksoy bi bîr anî ku piştî 30 salan sala 2024an hatibû berdan û doh koça dawî kir.
Bakirhan ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxî xwest.
"Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan"
Tuncer Bakirhan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got:
“Çend roj berê girtiyê nexweş Tuncer Saglam canê xwe ji dest da. Her wiha girtiya nexweş Newroz Bozkurt jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Teşxîsa penceşêrê li girtiya nexweş Evîn Zapsûyê hat danîn.
Ji bo berdana girtiyên nexweş pêwîstî bi yasaya çarçoveyî nîne. Êdî tehemula me nemaye.
Em bangî rayedaran dikin ku demildest girtiyên nexweş berdin. Îro jî li ber Wezareta Dadê dê çalakiya nobedê bê destpêkirin. Êdî tehemula kesî nemaye. Heta girtî bên berdan çalakî dê bidome.”
"Em dê siyasetmedarên Kurd biparêzin"
Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî desteserkirina Serokê PSKyê Bayram Bozyel û siyasetmedarên din ên Kurd da û got:
“Fikir û ramanên me cuda bin jî ji bo me parastina wan rêgezek e û em vê desteserkirinê şermezar dikin.”
Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm a li ser Sozcu TVyê jî da.
Wî her wiha nerazîbûn nîşanî desteserkirina parêzerên endamên ÇHDyê da û xwest ku dawî li wan kiryarên ku li pêşiya demokrasiyê dibin asteng bê anîn.
Pêvajoya çareseriyê
Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got:
“Pêvajo bi îradeyeke mezin didome. Em vê pêvajoyê wekî avakirina jiyana hevpar dibînin. Di pêkanîna aştiyê de tişta şaş taloqkirin û bêtehemuliya li dijî demokrasiyê ye.
Birêvebiriya Tevgerê helwesta xwe bi îradeyeke şênber nîşan da. Wan got, îradeya wan a çareseriyê tam e û eger dewlet gavên pêwîst biavêje ew amade ne.
Pêvajo ji çar qonaxan pêk tê. Ya yekemîn bidawîanîna pevçûnan bû. Ev pêk hat. Ya duyem dan û standin e û ev jî pêk hat. Ya sêyem çarçoveya hiqûqî ye. Ev jî tevî kêmasî û nebaşiyan pêk hat û em di nav de ne. Ya çaremîn jî demokratîkbûn e û ev jî li pêşiya me ye.”
"Şertên xebata Birêz Ocalan guherîn"
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê yasaya çarçoveyî bikeve meriyetê û wiha pê de çû:
“Birêz Ocalan derbasî cihê xwe yê nû bû. Di şert û mercên xebata wî de guherîn hat kirin û sekreteriya wî hat xurtkirin. Em van agahiyan cara ewil parve dikin.
Em jî dibêjin werin em paşeroja Tirkiyeyê bi hev re binivîsin. Divê li şûna çekan hiqûq bê bicihkirin.
Em bi hev re di deriyê aştiyê de derbas bibin. Bila ev Meclis bibe meclisa çareseriya pirsgirêka sed salan.
Me di hevdîtina bi Birêz Numan Kurtulmuş re jî got ku mayîndebûna aştiyê bi demokrasiyê pêkan e.
Divê Komîsyona Meclisê tenê çavdêriyê neke û piştgiriya civakîkirina aştiyê bike. Birêz Numan Kurtulmuş jî bi erênî nêzî rexne û pêşniyarên me bû. Di vê pêvajoyê de niyeta me ji dil û baş e.”


