Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk roja duşemê (16ê Çiriya Paşîn), li Enqereyê derbarê rojeva Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya partiya xwe daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de Çelîk behsa pêvajoya çareseriyê, mijara fonê û banga Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li ser avhewayê kir û bal kişand ser nexşerêya pêvajoya çareseriyê.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk da zanîn ku nexşerêya pêvajoya çareseriyê "Yasaya Çarçoveyê" ye û got, “Ev yasa bi rêya Parlamentoya Tirkiyeyê xwedî zemîn û sîwaneke fermî ye.”
Çelîk diyar kir, dema Desteya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) erê bike ku çek hatine danîn, wê demê bendên "Yasaya Çarçoveyê" dê bikevin meriyetê.
Her wiha destnîşan kir ku li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyona HSDyê didome û valakirina Şingalê ya ji aliyê YBŞyê ve girîng e.
"Tirkiyeya Bêteror û Herêmeke Bêteror"
Omer Çelîk anî zimên ku armanca "Tirkiyeya Bêteror û Herêmeke Bêteror" tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar nîne, Sûriye, Îraq û Îranê jî li xwe digire lê ev yek li her welatekî bi rengekî cuda ye.
Çelîk da zanîn ku entegrasyona HSDyê ya li Sûriyeyê û valakirina Şingalê ya ji aliyê YBŞyê ve ya li Îraqê metodên ji hev cuda ne û bi heman awayî ev yek dê ji bo PJAKê jî were rojevê.
Berdevkê AK Partiyê bal kişand ser wan gavên ku dê di warê demokratîkbûn û avakirina sîstema ewlehiyê de bên avêtin û got ku ew dê li gorî dînamîkên xwezayî yên herêmê pêk bên.
"Nexşerêya 'Tirkiyeya Bêteror' diyar e"
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di berdewama axaftina xwe de got:
"Rojeva me ya li ser 'Tirkiyeya Bêteror' rojeveke mayînde ye. Em hewl didin vê pêvajoyê bi awayekî teqez bigihînin encamekê.
Mesafeya ku me heta niha derbas kiriye gelekî girîng e. Ji bo Tirkiyeyê nexşerêya 'Tirkiyeya Bêteror' derketiye holê û ev nexşerê 'Yasaya Çarçoveyê' ye.
Ew yasaya ku bi erêkirina 467 parlamenteran li parlamentoyê hatiye qebûlkirin, nexşerêyeke wisa ye ku parlamentoya mezin zemîn û sîwanek jê re ava kiriye.
Ev yek ji aliyê dîrokî ve qonaxeke girîng e. Li vir ji bo çareseriya pirsgirêkê çarçoveyeke yasayî derketiye holê û sîwana wê ya hiqûqî baş hatiye nirxandin.
Di çarçoveya van xalan de, dema hat piştrastkirin ku PKKyê çek danîne û MGKyê (Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê) ev yek erê kir, ew yasaya ku bi îradeya 467 parlamenteran hatiye qebûlkirin dê bikeve meriyetê."
"Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyona HSDyê didome"
Çelîk her wiha amaje bi pêşhatên herêmî kir û pê de çû:
"Di vê çarçoveyê de li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyona HSDyê didome. Her wiha biryarên li ser valakirina Şingalê ya ji aliyê YBŞyê ve jî gelekî girîng in.
Bê guman ev mijar tenê bi danîna çekan bi dawî nabe. Li gel danîna çekan ev gavên din jî gelekî girîng in, pêkanîna reformên aborî, avakirina sîstemeke nû ya ewlehiyê û bidawîkirina serweriya çekan a li herêmê.
Ji bilî van, ji bo aramiya her kesî divê li van herêman têgiha 'yek niştiman, yek artêş û yek welat' bi cih bibe û nakokiyên etnîkî û mezhebî bi dawî bibin."
"Gavên li her welatekî dê cuda bin"
Omer Çelîk diyar kir ku gavên herêmî ji hev nayên cudakirin û wiha lê zêde kir:
"'Tirkiyeya Bêteror û Herêmeke Bêteror' çawa ku bi hev ve girêdayî ne û ji hev nayên cudakirin, gavên li ser 'Herêmeke Bêteror' ên li Sûriye, Îraq û Îranê jî ji hev nayên veqetandin.
Bê guman pêkan e ku şêweyên van ji hev cuda bin. Ango entegrasyona HSDyê ya li Sûriyeyê û valakirina Şingalê ya ji aliyê YBŞyê ve li Îraqê metodên ji hev cuda ne. Bi heman awayî ev yek dê ji bo PJAKê jî were rojevê.
Ji ber vê yekê jî mijara 'Herêmeke Bêteror' stratejiyeke entegrasyonê ye lê stratejiyeke wisa ye ku dê li her welatî bi awayekî cuda bê pêkanîn.
Dema ku ev wesayeta bi çekan ji holê rabe, dê gavên demokratîkbûnê bixwe derkevin holê. Ji xwe bi salan e nîqaş li ser vê yekê tên kirin."
Omer Çelîk di dawiya daxuyaniya xwe de got:
"Li cihê ku çek lê hebin, dengê demokrasiyê kêm derdikeve û reformên birêvebirî dê gelekî qels bin. Ji ber vê yekê; çekdanîn, xurtbûna demokratîkbûnê, bipêşxistina yekbûna civakî û siyasî, çêbûna reformên birêvebirî yên ku her kes karibe baştir xwe îfade bike, pêwîst e wekî yek parçe û wekî pakêtekê bên dîtin."



