Hewlêr (Rûdaw) - Di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, dema Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag behsa belavbûna xebatkarên tenduristiyê yên li herêman dikir û gotina “parêzgehên Kurdan” bi kar anî, nîqaş derket.
Serokê Komîsyonê Mehmet Muş ev gotin wekî "zimanekî cudakar" bi nav kir. Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik û Hakki Saruhan Oluç jî di bersivên xwe de destnîşan kirin ku nasname û erdnîgariya Kurdan nayên înkarkirin.
Ev nîqaş roja duşemê (16ê Çiriya Paşîn), di dema gotûbêjkirina budceya 2027an a Wezareta Tenduristiyê de derket.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, dema behsa amarên derbarê hejmar û belavbûna xebatkarên tenduristiyê dikir, bal kişand ser ferqa rêjeya navînî ya Tirkiyeyê û wan herêmên ku wî wekî “parêzgehên Kurdan” bi nav kirin.
Ferqa di navbera herêman de
Li gorî amarên ku Bozdag pêşkêş kirin, li seranserê Tirkiyeyê serê 100 hezar kesî 129 bijîşkên pispor dikevin lê ev hejmar li Bakurê Kurdistanê dadikeve navbera 80 û 90 kesî.
Dîsa li Tirkiyeyê serê 100 hezar kesî bi giştî 270 bijîşk hene lê ev hejmar li Bakurê Kurdistanê tenê 173 ye.
Li gorî heman amaran, li Tirkiyeyê serê 100 hezar kesî hejmara bijîşkên diranan 62 ye lê li herêmê 34 e.
Hejmara dermansazan 51 li hemberî 41-42yan e û ya perestaran jî 378 li hemberî 330î ye.
Piştî ku Bozdag gotina “parêzgehên Kurdan” bi kar anî, Mehmet Muş midaxele kir û jê xwest ku di hilbijartina gotinên xwe de baldar be.
Bozdag jî pirsî, “Gelo Wezareta Tenduristiyê dê vê yekê çawa bi nav bike? Ew siyaseta ku ji salên 1960î ve tê meşandin, dê çawa were pênasekirin?”
Muş di bersiva xwe de got, “Ne rast e ku em parêzgehên Tirkiyeyê wekî parêzgehên Kurdan, parêzgehên Tirkan an jî tiştekî din bi nav bikin. Hemû parêzgehên me ne. Ev zimanekî cudakar e û qet ne rast e.”
Sakik: Yên ku înkar dikin hûn bi xwe ne
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik li hemberî axaftina Muş derket û got, “Cudaxwaz hûn bi xwe ne. Yên ku înkar dikin hûn in, yên ku red dikin hûn in û hûn rabûne me tawanbar dikin.”
Muş jî diyar kir ku kes hebûn û çanda Kurdan înkar nake lê ew li hemberî wê yekê nerazî ye ku parêzgehên Tirkiyeyê bi vî awayî bên pênasekirin û got:
“86 milyon hemû yek in û wekhev in lê hûn bi israr ji bo herêmeke taybet vê pênaseyê bi kar tînin.”
Oluç: Divê em behsa erdnîgariya Kurdan bikin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Hakki Saruhan Oluç jî tevlî nîqaşê bû. Oluç destnîşan kir ku ji aliyê dîrokî û civaknasî ve ew pênaseya “parêzgehên Kurdan” rast nabîne lê divê gotina “erdnîgariya Kurdistanê” yan jî “erdnîgariya Kurdan” were bikaranîn.
Oluç da zanîn ku ev pênase ne ji bo dabeşkirina parêzgehên Tirkiyeyê ya li gorî neteweyan e lê tenê pênaseyeke dîrokî, civaknasî û çandî ye.
Her wiha diyar kir ku mebesta wan ne cudakarî û parçekirina Tirkiye ye.
Oluç anî zimên ku li ser madeyên 3, 123 û 126an ên Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ti pirsgirêk an nîqaşa wan nîne û mînakên navên “Trakya” û “Rumelî” nîşan dan.
Di dema nîqaşê de, Parlamentera ÎYÎ Partiyê ya Manîsayê Şenol Sunat jî bi gotinên “cudaxwaz” û “parçeker” êrişî parlamenterên DEM Partiyê kir.
Oluç jî bersiv da û got, "Yên ku civak û gelên welêt ji hev vediqetînin, hûn in."



