Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî ragihand ku “Tirkiyeya Bêteror” ne tenê mijareke ewlehiyê ye, di heman demê de pirsgirêkeke stratejîk a dewletê ye ku bi paşeroja Tirkiyeyê ve girêdayî ye.
Bahçelî her wiha vîzyona "Ji bo meşa ber bi paşerojeke ronî ve di 50 xalan de" anî zimên.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a (MHP) Devlet Bahçelî got:
"Ji bo avakirina çanda bihevrejiyanê ya di bin heman asmanî de, ji bo lihevhatin û hembêzkirina civakî; her wiha ji bo dîtina çareseriyên mayînde û kûr ji bo hemû pirsgirêkên me yên civakî, êdî dem hatiye û roj hilatiye.
Ev rastiyên ku em dibînin, berpirsyariyeke nû ya dîrokî xistiye stûyê MHPyê.
Biratiya me ya hezar salî, wekî netewe û dewlet çavkaniya me ya herî mezin a hêz û qudretê ye."
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji rojnameya TURKGUNê re axivî û ev tişt anîn zimên:
"Di cîhana îro de, em nîşaneyên serdemeke dîrokî ya tijî qeyranên giran dibînin; tiştên kevn ji holê radibin lê yên nû jî hîn ava nebûne, ev bi xwe jî guherîneke bingehîn e.
Cîhana me di serdemeke gelekî dijwar û bi jan re derbas dibe; ji ewlehiyê heta siyasetê, ji binpêkirina mafên mirovan heta dagîrkeriyan, ji qadên şer heta aborî û rewayiya civakî qeyran kûrtir dibin, metirsî û kemîn zêdetir dibin.
Dema mirov bi vî çavî dinêre; divê Tirkiye wekî dewlet û netewe, vê guherîn û bipêşketina ku gefê li aramiya navxweyî, yekîtiya neteweyî, biratî, ewlehî û berjewendiyan dixwe, ji her alî ve û bi awayekî rastbîn bibîne.
Pirsgirêkên civakî yên bêçareserî êdî nayên bipaşxistin, nîqaşên li ser nirx û nasnameyan neteweya me westandiye û ev yek ji bo kesên ku dixwazin stûnên dewleta me pûç bikin, bûye derfeteke siyasî.
Di vê serdema bi bahoz û xeter a cîhanê de, ji her tiştî zêdetir pêdiviya me bi aqilekî nû, stratejiyeke rasyonel, wijdanê neteweyî, hişê dîrokî û berpirsyariya siyasî heye.
Eşkere ye ku rêbaz û paradîgmayên doh nikarin bersiva pirsgirêkên îro bidin û nikarin paşerojeke ronî ava bikin. Di bin van şertan de, rewşa me ya hebûnî ferz dike ku em xwe ji nû ve binirxînin û ava bikin.
Ji bo pûçkirina siyaseta ku li şûna çareseriyê qeyranan diafirîne, zimanê pevçûnan, propagandaya ku aloziyên civakî kûr dike û bendewariyên dabeşbûnê, hemû şert û merc pêk hatine.
Di vê serdema aloziyên cîhanê de, derxistina Tirkiyeyê ya ber bi paşerojeke ronî ve û avakirina paşerojeke ku neteweya me ya ezîz di nav aramî û refahê de bijî, erkê hevpar ê her welatparêzekî ye.
Êdî dema wê ye ku em dawî li hewldanên dabeşkirina Tirkiyeyê yên li ser bingeha ol, bawerî, mezheb û etnîsîteyê bînin û pênaseyên wekî pêşverû, paşverû, sekuler û dîndar rakin.
Di ser nirxên me re avakirina eniyan û pêşbaziya li ser nirxên me yên hevpar, ne amûra siyasetê ye. Ev çavkaniyên hêza me ne û pîroziyên me ne.
Ji bo avakirina çanda bihevrejiyanê ya di bin heman asmanî de, ji bo lihevhatina civakî û dîtina çareseriyên mayînde ji bo pirsgirêkan, roj hilatiye û berbanga sibê daye.
Van rastiyên heyî, berpirsyariyeke nû dane Partiya Tevgera Neteweyî (MHP). Wekî kurteya baweriya me; biratiya me ya hezarsalî, wekî netewe û dewlet çavkaniya me ya herî mezin a hêzê ye. Bi ruhê yekîtî û piştevaniya neteweyî û bi kombûna li dora nirxên me, ti pirsgirêkek nîne ku em nikaribin çareser bikin.
Rêberê me; aqilê hevpar e, sîngfirehî û têgihiştina dualî ye. Terkkirina pêşdaraziyên hişkbûyî, kombûna li dora hezkirina welat û neteweyê û afirandina siyaseta ku dê Tirkiyeyê derxe ronahiyê, cîbicîkirina erkekî exlaqî, siyasî û mirovî ye. Em nikarin Tirkiyeyê radestî xeleka teng a îdeolojiyan bikin û di avakirina Sedsala Tirk û Tirkiyeyê de em nikarin wê bikin qurbana ti nêrînên hişk.
'Avakirina Sedsala Tirkan û Tirkiyeyê' gaveke siyasî ye ku teqez divê bê avêtin, nêrîneke ku qet nayê paşguhkirin û pêwîstiyek e ku qet nayê bipaşxistin. Va ye Tirkiyeya Bêteror, dîmenê pêkhatî yê van ramanan e."
Bi gotina Bahçelî, di 50 xalan de “Tirkiyeya Bêteror”
1) Tirkiyeya Bêteror; vîna bidawîkirina pirsgirêka terorê ye ku zêdetirî 40 sal in Tirkiye pê re rû bi rû ye, ji holê rakirina wêraniya terorê ya di jiyana mirov, civak, aborî û dewletê de ye û rizgarkirina paşerojê ya ji siya terorê ye. Ji vî alî ve, ev ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ye, di heman demê de pirsgirêkeke stratejîk a dewletê ye ku bi paşeroja Tirkiyeyê ve girêdayî ye.
2) Di bingeha ramana Tirkiyeya Bêteror de; parastina yekîtî û yekparçeyiya neteweya Tirk, bihêzkirina serweriya Dewleta Komara Tirkiyeyê û hiştina welatekî ewletir, aramtir û geştir ji bo nifşên paşerojê heye.
3) Di bingehê vê nêzîkatiyê de, avakirina paşerojê ya bêyî jibîrkirina êşên borî heye. Bîranîna şehîdan, fedakariya xaziyan û tecrubeya neteweyê ya ku di têkoşîna li dijî terorê de berdêlên giran daye, hîmên herî girîng ên Tirkiyeya Bêteror in.
4) Tirkiyeya Bêteror, divê wekî armancekê bê dîtin ku Tirkiyeyê bi vîna xwe, bi aqilê xwe yê dewletê û li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî daniye holê. Di nêzîkatiya MHPyê de, ev pêvajo ne mijara ti ferzkirineke derve, bazarî yan jî amadehiyeke ku vîna neteweyî ya Tirkiyeyê sînordar bike ye.
5) Ji aliyê MHPyê ve mijar; komkirina hemû neteweya Tirk li dora ramana paşerojeke hevpar e û bihêzkirina ewlehiya dewletê û aramiya civakî bi hev re ye. Ji ber vê yekê, armanca Tirkiyeya Bêteror ligel yekîtiya neteweyî û biratiyê bi hev re tê nirxandin.
6) Zemîna siyasî ya Tirkiyeya Bêteror, 1ê Çiriya Pêşîna 2024an dema vekirina sala nû ya yasadanînê ya Parlamentoyê de, bi silavdayîna Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya bi parlamenterên DEM Partiyê re dest pê kir û di nav atmosfereke nû ya siyasî de teşe girt. Ev gav, bû yek ji nîşaneyên destpêkê yên vîna siyasî.
7) Banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya 22yê Çiriya Pêşîna 2024an a di Civîna Koma MHPyê de, hişt ku têgîna Tirkiyeya Bêteror wekî armanceke siyasî bi zelalî derkeve holê. Bi vê bangê re hat destnîşankirin ku divê pirsgirêka terorê bi nêzîkatiyeke nû bê nirxandin. Ev bang, ji bo çareseriya pirsgirêkeke mezin hilgirtina berpirsyariyeke dîrokî ye.
8) Di navenda nêzîkatiya Devlet Bahçelî de ev heye: Tirkiye ne hewceyî pêvajoyeke nû ya çareseriyê ye; lê hewceyî çareseriyeke li ser bingeha aqilê hevpar, jidilbûn, lihevhatina civakî û vîna neteweyî ye. Ji ber vê yekê, Tirkiyeya Bêteror ji aliyê MHPyê ve ne ducarekirina pêvajoyên borî ye, belkî çarçoveyeke cuda ya siyasî û stratejîk e.
9) Berpirsyariya ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di vê pêvajoyê de hilgirtiye, divê di nava siyaseta MHPyê ya li ser bingeha dewlet û neteweyê de bê nirxandin. Têgihiştina "Pêşî welat û neteweya min, paşê partiya min û ez" wekî yek ji referansên siyasî yên vê nêzîkatiyê derdikeve pêş.
10) Ji bo MHPyê siyaset ne tenê berteka li hemberî bûyerên rojane ye; xwendina peywendiya di navbera bûyeran de ye, pêşbînîkirina encamên van bipêşketinan ji bo Tirkiyeyê ye û pêşxistina polîtîkayeke li gorî berjewendiyên neteweyî ye. Ev yek, şiyana birêvebirina bûyeran e bêyî ku mirov bibe dîl û bindestê wan.
Pêvajoya çekdanînê û pêngavên qadê
11) Yek ji armancên bingehîn ên Tirkiyeya Bêteror ew e ku rêxistina terorê çekan deyne û hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî bîne. Banga danîna çekan û fesihkirinê ya 27ê Sibata 2025an, di vî warî de bûye qonaxeke girîng a pêvajoyê.
12) Daxuyaniya PKKyê ya 12ê Gulana 2025an ku ragihand xwe fesih kiriye û biryara danîna çekan daye, pêvajoya Tirkiyeya Bêteror derbasî asteke nû kir. Bi vî rengî, ji banga siyasî heta biryara fesihkirinê serdemeke nû dest pê kir.
13) Çalakiya danîna çekan a komek endamên PKKyê ya 11ê Tîrmeha 2025an, bû gava destpêkê ya cîbicîkirina biryara fesihkirin û danîna çekan li qadê. Di daxuyaniyên MHPyê de ev yek, wekî cîbicîkirin û pratîkkirina pêvajoyê hat nirxandin.
14) Şertê bingehîn ê Tirkiyeya Bêteror, derxistina çek û tundiyê ji nav amûrên siyasî ye. Zemîna rewa ya daxwazên siyasî; siyaseta demokratîk, hiqûq û pergala destûrî ya Komara Tirkiyeyê ye.
15) Ji ber vê yekê, di çarçoveya ku MHPyê diyar kiriye de Tirkiyeya Bêteror ne teslîmbûn, tawîz an jî bazara bi rêxistina terorê re ye; ew armanca ji holê rakirina terorê û birêvebirina siyasetê di zemîna rewa ya demokratîk de ye. Devlet Bahçelî jî di her firsendê de ev xal destnîşan kiriye.
16) Wateya siyasî ya Tirkiyeya Bêteror ew e ku hemû ferdên neteweya Tirk karibin li dora heman hesta neteweyî û paşeroja hevpar bicivin. Ev têgihiştin armanc dike ku li şûna kûrkirina cudahiyan û pevçûnan, hiqûqa welatîbûna hevpar û biratiyê xurt bike.
17) Di nêrîna MHPyê de netewe, ne tenê civaka îro ye; wekî giştekî mezin tê nirxandin ku di nav dîrok, çand, dewlet û vîzyona paşerojê de wateyê bi dest dixe. Tirkiyeya Bêteror jî encama siyasî ya vê ramana dîrokî ye.
18) Di vê çarçoveyê de ramana neteweyî, wekî siyaseteke ku civakê parçe nake, lê yekparçeyiya neteweyê xurt dike tê dîtin. Armanca Tirkiyeya Bêteror jî avakirina zemînekê ye ku aramî, ewlehî û refaha hevpar a hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê misoger bike.
19) Jiholêrabûna terorê, dê rojeva siyaseta Tirkiyeyê jî biguherîne. Bi kêmbûna pirsgirêkên ewlehiyê re, dê atmosfereke siyasî çêbibe ku tê de pirsgirêkên aborî, civakî, çandî û demokratîk bi awayekî berfirehtir bên nîqaşkirin.
20) Aliyê civakî yê Tirkiyeya Bêteror, bihêzkirina jiyaneke civakî ye ku li şûna pevçûnê lihevhatinê; li şûna parçebûnê yekbûnê; li şûna tundiyê siyaseta demokratîk; û li şûna tirsê ewlehiyê esas digire.
Guherînên jeopolîtîk û ewlehiya herêmî
21) Tirkiyeya Bêteror tenê wekî pirsgirêkeke ewlehiya navxweyî nayê dîtin. Bipêşketinên ku di erdnîgariya Tirkiyeyê de diqewimin, rasterast bandorê li ewlehî, aborî, polîtîkaya derve û pêgeha herêmî ya welêt dikin.
22) Di cîhana îro de hevsengiyên hêzê diguherin; pêşbaziya Amerîka û Çînê, şerê Rûsya û Ukraynayê, pevçûnên li Rojhilata Navîn, pirsgirêkên siyasî û aborî yên Ewropayê û guherîna rêyên bazirganî û enerjiyê atmosfereke nû diafirînin. Gelekî girîng e ku mirov Tirkiyeya Bêteror di nav vê veguherîna jeopolîtîk de fêm bike.
23) Tirkiye, ji ber pêgeha xwe ya di navbera Ewropa û Asyayê, Deryaya Reş û Deryaya Spî, û rêyên enerjî û bazirganiyê de, rasterast dikeve bin bandora van guherînên herêmî. Ji ber vê yekê peywendiyeke rasterast di navbera ewlehiya navxweyî ya Tirkiyeyê û ewlehiya herêmî de heye.
24) Berdewamiya bêîstîqrariya li Rojhilata Navîn, ne tenê bandorê li welatên herêmê dike; di heman demê de bandorê li aboriya cîhanî, ewlehiya enerjiyê, tevgerên koçberiyê û ewlehiya navdewletî jî dike. Lewma polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyeyê nikarin ji bipêşketinên herêmî serbixwe bên nirxandin.
25) Di perspektîfa MHPyê de Tirkiyeya Bêteror, ji aliyê kêmkirina rîskên ewlehiyê yên ku şerên bi wekalet û rêxistinên terorê yên li derdora Tirkiyeyê diafirînin ve jî armanceke stratejîk e. Armanc, xurtkirina vîna ewlehiyê ya Tirkiyeyê û şiyana wê ya tevgerê ya li herêmê ye.
26) Di cewhera vê nêzîkatiyê de ew raman heye ku Tirkiye divê ne tenê dewletek be ku bipêşketinên herêmê dişopîne, lê dewletek be ku li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî wan dinirxîne û arasteyî wan dike.
27) Tirkiyeya Bêteror, li gel kapasîteya parastin û ewlehiyê ya Tirkiyeyê, rasterast bandorê li aboriya wê jî dike. Kêmbûna lêçûnên ewlehiyê yên ji ber terorê û kêmbûna windahiyên veberhênanê, dê derfetê bide ku çavkaniyên welêt zêdetir ji bo avadaniyê bên bikaranîn.
28) Ji ber vê yekê, Tirkiyeya Bêteror ne tenê bi serkeftina saziyên ewlehiyê ve girêdayî ye. Bipêşketina aborî, bipêşketina herêmî, perwerde, kar, entegrasyona civakî û başkirina xizmetên giştî jî hêmanên sereke yên Tirkiyeya Bêteror in.
29) Ji bo ku Tirkiyeya Bêteror mayînde bibe, divê zemînên siyasî, civakî, aborî û jeopolîtîk ên ku terorê xwedî dikin jî ji holê bên rakirin. Di daxuyaniyên sala 2026an de yên MHPyê de jî, ev mijar wekî pirsgirêkeke ewlehiya neteweyî ya piralî hatiye îfadekirin ku tenê bi tasfiyekirina pêkhateyên bi çekan ne sînordar e.
30) Ev têgihiştin xwe dispêre wê bingehê ku mafê serweriyê yê dewletê li seranserê Tirkiyeyê bi awayekî bêkêmasî derbasdar be û ti pêkhateyeke bi çekan an neqanûnî nikaribe li ser vîna welatiyan serdestiyê ava bike.
31) Aliyekî girîng ê Tirkiyeya Bêteror jî tevlîbûna Parlamentoya Tirkiyeyê ya nav pêvajoyê ye. Ji aliyê nirxandina encamên pirsgirêka terorê ya di nav rewayiya demokratîk de, rola Parlamentoyê gelekî girîng e.
32) Di vê çarçoveyê de li bin banê Parlamentoyê xebatên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hatin meşandin û bi beşdariya partiyan dan û standin hatin kirin. Serokatiya Parlamentoyê, 18ê Sibata 2026an ragihand ku pêşnûmeya raporê armanca xurtkirina aştî û aramiya civakî li xwe digire.
33) Bi vî awayî, destgirtina Tirkiyeya Bêteror ne tenê di asta hikûmetê de, lê di zemîna Parlamentoyê de jî bû sedema avakirina qadeke nîqaşê ya demokratîk a berfirehtir.
34) Bipêşveçûna pêvajoyê di çarçoveya hiqûqê de, yek ji şertên bingehîn ên mayîndebûna Tirkiyeya Bêteror e. Divê serdestiya hiqûqê, pergala destûrî, nîzama giştî û maf û azadiyên bingehîn ên welatiyan di heman demê de bên parastin.
35) "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku sala 2026an hat qebûlkirin, di têkoşîna hiqûqî ya li dijî terorê de qonaxeke nû ye. Devlet Bahçelî, ev guherîn bi armanca ziwakirina zemînên ku dibe teror lê derkeve holê ve girê da.
36) Lewma armanca dawî ya Tirkiyeya Bêteror ne tenê ji holê rakirina rêxistina terorê ya îro ye, belkî avakirina dewlet û civakeke bihêz e ku rê li ber derketina şert û mercên rêxistinên bi vî rengî bigire.
37) Ev armanc dixwaze di heman demê de ku ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê qayîm dike, rê li ber polîtîkayên ku dê refaha welatiyan bilind bikin jî veke. Têkiliya di navbera Tirkiyeya Bêteror û avadaniyê de, ji bo paşerojê gelekî girîng e.
38) Ji aliyê MHPyê ve Tirkiyeya Bêteror, ne polîtîkayek e ku dewleta neteweyî ya Tirkiyeyê qels bike; berevajî, ew armanceke siyasî ye ku dê serweriya dewletê, piştevaniya civakî û yekîtiya neteweyî bihêz bike.
39) Ji ber vê yekê tê destnîşankirin ku di pêvajoyê de tawîz, bazar an jî nêzîkatiyeke ku yekparçeyiya destûrî ya Tirkiyeyê bixe ber nîqaşê qet nîne.
40) Armanceke din a Tirkiyeya Bêteror jî bihêzkirina rola Tirkiyeyê ya li herêmê ye. Rastiyeke nayê nîqaşkirin e ku Tirkiyeyeke ku ewlehiya xwe ya navxweyî saxlem kiriye û yekparçeyiya xwe ya civakî qayîm kiriye, dê li hemberî bipêşketinên herêmî û cîhanî bi awayekî xurttir bersiv bide.
41) Di nêzîkatiya siyasî ya Devlet Bahçelî de, divê paşeroja Tirkiyeyê ne tenê li ser pirsgirêkên îro, lê li ser hevsengiyên hêzê yên sedsala paşerojê bê nirxandin. Ji ber vê yekê, Tirkiyeya Bêteror wekî stûna ewlehiyê ya vîzyona "Tirkiyeya Welatê Lîder" tê dîtin.
42) Di vê têgihiştinê de, hêza Tirkiyeyê ne tenê bi kapasîteya leşkerî; bi hêza aborî, teknolojî, dîplomasî, hilberîn, ewlehiya enerjiyê û bandora saziyên dewletê ve jî girêdayî ye. Tirkiyeya Bêteror dê derfetê bide ku ev unsûr hemû bi awayekî çalaktir bên bikaranîn.
43) Xurtkirina aştî û aramiyê di erdnîgariya Tirkiyeyê de, bi taybetî ji aliyê kêmkirina bandorên bipêşketinên Îraq û Sûriyeyê li ser ewlehiya Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Serokkomariyê jî anîbû zimên ku fesihkirina rêxistina terorê dê alîkariya aştî û aramiya Îraq û Sûriyeyê bike.
44) Serkeftina Tirkiyeya Bêteror girêdayî wê yekê ye ku polîtîkayên ewlehiyê û siyaseta demokratîk di çarçoveya hiqûqê de hevdû temam bikin. Di zemîneke bêtundî de, divê siyaset bikaribe pirsgirêkên civakê bi rêyên demokratîk nîqaş bike.
45) Di vê pêvajoyê de hestiyariya malbatên şehîdan û xaziyan xwedî girîngiyeke taybet e. Armanca Tirkiyeya Bêteror, ne jibîrkirina fedakarî û êşên borî ye, belkî avakirina nîzameke civakî ya ewle ye da ku nifşên nû heman êşan nejîn.
46) Ji aliyê dîrok û têgihiştina dewletê ya MHPyê ve, Tirkiyeya Bêteror wekî vîna veguhastina hiqûqa biratiya hezarsalî ya neteweya Tirk ji bo paşerojê tê dîtin. Di vê nêzîkatiyê de yekîtiya neteweyî, ne tunekirina cudahiyan e, lê xurtkirina hişmendiya welat û paşeroja hevpar e.
47) Berpirsyariya ku Devlet Bahçelî di vê pêvajoyê de hilgirtiye, di çarçoveya mayîndebûna dewletê, serweriya neteweyî û yekparçeyiya civakî ya ku MHP diparêze de cih digire. Tirkiyeya Bêteror berdewamiya vê xeta siyasî ye.
48) Mayîndebûna Tirkiyeya Bêteror, ne tenê bi bêdengbûna çekan; bi pêşxistina kapasîteya aborî, civakî, hiqûqî û demokratîk a Tirkiyeyê ve jî girêdayî ye. Ji ber vê sedemê divê ev armanc, bi vîzyona bilind a sedsala duyemîn a Tirkiyeyê re bê nirxandin.
49) Armanca dawî; ji holê rakirina bandora diyarker a teror û tundiyê ya li ser jiyana siyasî û civakî ya Tirkiyeyê ye û destpêkirina serdemekê ye ku Tirkiye bikaribe çavkaniyên xwe li şûna pirsgirêkên ewlehiyê, ber bi avadanî, refah û pêdiviyên nifşên paşerojê ve araste bike.
50) Tirkiyeya Bêteror, vîna veguherandina êşên borî bo aramiya paşerojê ye. Di perspektîfa MHPyê de mijar; parastina yekparçebûna dewleta Komara Tirkiyeyê, xurtkirina hiqûqa biratiya neteweya Tirk û derxistina terorê ji jiyana civakî ye da ku Tirkiye bibe hêzeke xurt û serbixwe. Ji bo MHPyê ev mijar, nîşandana vîna şekildana paşeroja xwe ye, di bin her cure şert û mercan de.



