Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Lêkolînan a MAKê encamên rapirsiya xwe ya meha çiriya paşîn belav kirin.
Li gorî encaman, ji meha Îlonê heta niha di bijarteyên dengderan de guherînên berbiçav çêbûne.
Dengên AK Partiyê di nava du mehan de 4,5 puanan kêm bûne, li hemberî vê yekê dengên Partiya Nû puanekê zêde bûne û gihîştine ji sedî 21ê.
Ferqa dengên di navbera her du partiyan de daketiye 6,5 puanan.
Rapirsî bi 3 hezar û 200 kesan re hat kirin
MAKê lêkolîna xwe ya bi navê "Rojeva Tirkiyeyê" di navbera 1 û 8ê Çiriya Paşîna 2026an de, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 3 hezar û 200 kesan pêk anî.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger sibe hilbijartin çêbibin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.
Dengên partiya desthilatdar kêm bûn
Piştî dabeşkirina dengên kesên bêbiryar, rêjeya dengên AK Partiyê daket ji sedî 27,5an.
Bi vê encamê eşkere bû ku dengên partiya desthilatdar li gorî rapirsiya meha Îlonê 4,5 xalan kêm bûne.
Di heman heyamê de, dengên Partiya Nû jî puanekê zêde bûne û gihîştine ji sedî 21ê.
Bi vî awayî di vê lêkolînê de, ferqa di navbera AKPyê û YENÎ Partiyê de bû 6,5 puan.
Rêjeya dengên DEM Partî, MHP û CHPyê
Di rapirsiyê de rêjeya dengên DEM Partiyê ji sedî 7,5, a MHPyê ji sedî 7,2 û a ÎYÎ Partiyê jî ji sedî 7,1 e.
Rêjeya dengên CHPyê jî di ji sedî 6,5an de ma.
Lîsteya rêjeya dengên hemû partiyan
Piştî dabeşkirina dengên kesên bêbiryar, lîsteya dengên partiyan bi vî rengî ye:
AK Partî: Ji sedî 27,5
Pariya Nû: Ji sedî 21
DEM Partî: Ji sedî 7,5
MHP: Ji sedî 7,2
ÎYÎ Partî: Ji sedî 7,1
CHP: Ji sedî 6,5
Partiya Yenî Refahê: Ji sedî 3,5
Partiya Zaferê: Ji sedî 2,3
Partiyên din: Ji sedî 1,3
Partiya Anahtarê: Ji sedî 1,2
Partiya Saadetê: Ji sedî 1,2
Partiya DEVAyê: Ji sedî 1,1
BTP: Ji sedî 1,1



