Enqere (Rûdaw) - Kongreya Yekemîn a Partiya Nû li Enqereyê dest pê kir û kongre dê 14 û 15ê vê mehê bi rê ve biçe.
Di kongreyê de dê rê û stratejiya siyasî ya partiyê ya ji bo serdema nû were diyarkirin.
Pirsgirêka Kurdan, pêvajoya aştiyê û têkoşîna li dijî desthilatê di nav mijarên sereke yên kongreyê de ne.
Partiya Nû li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurdan dibêje, "Yekane rêya çareseriyê demokrasî û wekhevî ye."
Ozgur Ozel bû serok
Di kongreyê de Ozgur Ozel wekî yekane namzed careke din bû serokê Partiya Nû.
Ozel di axaftina xwe de rexne li partiya xwe ya berê CHPyê û desthilatê girtin û got:
"Kesên ku ti carî teslîm nabin li vê salonê hatine ba hev."
Ji bilî hezar û 202 delegeyan, 639 hezar û 454 endamên partiyê yên li bajar û navçeyan jî dengê xwe da Ozgur Ozel.
Di encama kongreyê de hejmara endamên Meclisa Partiyê ku berê 80 kes bûn derket 150 kesî.
Gamze Taşçier: Çavê hemû Tirkiyeyê li vê salonê ye
Parlamentera Enqereyê ya Partiya Nû Gamze Taşçier diyar kir ku ew kongreya damezirandina partiya xwe bi coşeke mezin li dar dixin û got:
"Îro çavê hemû Tirkiyeyê li vê salonê ye ji ber ku 24 sal in desthilatê gelek tiştên nexweş bi serê miletê me anîne. Îro kongreya me ne tenê kongreya damezrandinê ye, di heman demê de kongreya rizgariyê ye jî."
Parlamenterê Partiya Nû Murat Çan jî li ser heman mijarê anî zimên:
"Birêz Serokê me bi zelalî behsa rewşa siyasî û civakî ya Tirkiyeyê kir. Em bawer dikin ku ev kongreya me gava beriya desthilatbûnê ye. Em dê bi kelecan biçin hilbijartinê û em dê bibin desthilat. Manewiyata me bilind e."
"Yekane rêya çareseriyê demokrasî ye"
Partiya Nû pirsên Tirkiyeyê, bi taybetî jî mijara aştiyê û Pirsgirêka Kurdan, wekî beşek ji hemû pirsên din ên Tirkiyeyê dibîne.
Li gorî parlamenterên partiyê, yekane rêya çareseriyê pêşxistina demokrasî û wekheviyê ye.
Parlamenterê Partiya Nû Sezgîn Tanrikulu derbarê armancên partiyê axivî û got:
"Partiya Nû dê Tirkiyeyê jî nû bike. Di serî de mijara aştiyê û hemû pirsên din ên wekî azadî, edalet û bipêşketinê dê çareser bike.
Di nava 4 mehan de em gihîştine asteke wiha. Coş û kelecana me hemû Tirkiye dibîne. Pêdiviya Tirkiyeyê bi Partiya Nû heye, pêdiviya Tirkiyeyê bi desthilateke nû heye."
Parlamenterê berê û endamê Partiya Nû Îlhan Cîhaner jî destnîşan kir:
"Pêdivî bi nûbûnekê heye. Jixwe peyama sereke ya kongreyê jî ev e. Li aliyekî ji bo kongreya damezrandinê ye lê ji bo Tirkiyeyê kongreya nûbûnê ye. Loma jî gelekî girîng e. Dê ji bo çareserkirina hemû kêşeyên sereke deriyekî veke."



