Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Botan Cemal Huseyînê 48 salî yê ji Hewlêrê radestî malbata wî hat kirin.
Botan Cemal Huseyîn dema hewl dida bi qaçaxî ji Edîrneyê derbasî Yunanistanê bibe, di Çemê Merîçê de xeniqîbû.
Cenazeyê Huseyîn 24ê Çiriya Pêşîn di dema xebatên dîtina cenazeyê Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî yê ji Silêmaniyê de, ji aliyê tîmên lêgerînê yên AFADê ve di Çemê Merîçê de hatibû dîtin.
Hat zanîn ku malbata wî jî li pey wî digeriya ji ber ku demeke dirêj bû ti agahî jê nestandibûn.
Botan Cemal Huseyîn bavê 3 zarokan bû û ji Hewlêrê bû.
Piştî temambûna rêkarên bijîşkî û dadî yên li bajarê Edîrneyê, cenazeyê Botan Cemal Huseyîn îro bi rêya Konsulxaneya Îraqê ya Stenbolê radestî Kurde Yaşar hat kirin ku li ser navê malbatê cenaze wergirt.
Cenazeyê Huseyîn dê bi rêya bejahî pêşî ji bo Zaxoyê, pişt re jî ji bo veşartinê ji bo Hewlêrê bê veguhastin.


