Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Koordînasyona Karesatan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (AKOM) rapora xwe ya hefteyî ya avhewayê parve kir.
Li gorî raporê, li bajar bayê xurt bandoreke neyînî li jiyanê kir, gelek seferên deryayî û ferîbotan hatin betalkirin, banên avahiyan firiyan û dar li ser wesayîtan de qulibîn.
Li gorî daxuyaniyê, di nava rojê de leza ba gihîşt 50 heta 90 kîlometreyî. Ji ber xurtiya bayê, gelek seferên ÎDO û yên şaredariyê hatin rawestandin.
ÎDOyê ragihand ku 7 seferên di navbera Yenîkapi, Yalova, Bûrsa û Bandirmayê de hatine betalkirin.
Şarederî jî diyar kir ku li ser xetên girêdayî Adalar, Beşîktaş, Bostanci, Sariyer û Beykozê sefer heta daxuyaniyeke duyem hatine rawestandin.
Banên avahiyan firiyan, dar li ser wesayîtan de qulibîn
Bi bandora bayê xurt re li gelek navçeyên Stenbolê ziyanên madî çêbûn:
Li Eyupsultanê banên avahiyeke pênc qatî firiya û li ser 4 wesayîtên ku li wir parkkirî bûn ket, di encamê de ziyan gihişt wesayîtan.
Li Gungoren û Bahçelîevlerê darên ku ji ber ba qulibîn, ziyaneke mezin dan gelek wesayîtan.
Tîmên polîs û agirvemirandinê li herêmê tedbîrên ewlehiyê stendin.
Hişyariya jehrîbûna ji dûyê kulekan
Li aliyê din, Şirketa Belavkirina Gazê ya Stenbolê (ÎGDAŞ) jî pêwendîdarî xetereya jehrîbûna ji dûyê kulekan a ji ber bayê xurt çêdibe, bi rêya peyamên telefonê hişyarî şand welatiyan.
Di peyamê de hat xwestin ku derî û şibake dem bi dem vekirî bên hiştin û kombî, şofben û sobe jî dema raketinê bêne kontrolkirin û li wan cihên ku ev amûr lê hene ranekevin.
Sibe baraneke gur tê pêşbînîkirin
AKOMê ragihand ku bayê xurt dê heta roja şemiyê bandora xwe bidomîne û piştî nîvro germahiya hewayê dê 6 heta 8 pileyan dakeve.
Hat diyarkirin ku 14ê Çiriya Paşîn (Şemî) li seranserê Stenbolê baraneke gur bibare û li her metrekareyê dê nêzîkî 10-25 kîlogram baran bibare.
Her wiha di nava hefteyê de di rojên çarşem û pêncşemê de jî li bajar dubare baranên gur tê payîn.



