Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê, ji bo eşkerekirina cihên gorên Şêx Seîd, Seîdê Kurdî û Seyîd Riza pêşniyara lêkolînê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Gulderen Varliyê bi bîr xist ku di ser bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî re 101 sal, di ser darvekirina Seyîd Riza re 89 sal û di ser mirina Seîdê Kurdî re jî 66 sal derbas bûne lê heta niha jî cihên gorên wan nehatine eşkerekirin.
"Mafê şînê tê binpêkirin"
Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varliyê li ser vê mijarê got:
“Bi veşartin û eşkerenekirina cihên goran re, mafê şîngirtinê yê malbatan û mafê wergirtina termên mirovên wan tê binpêkirin.
Ev rêkar dibe sedema êşên kûr û qutbûna pêwendiya bi pêşerojê re.”
Kuştinên salên 90î
Varliyê di pêşniyarnemeya xwe de her wiha xwest ku cihên gorên wan kesên ku di salên 90î de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û kujerên wan nehatine diyarkirin jî bên eşkerekirin.



