Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag li hemberî civîna Hevbendiyê ya li Amedê ya Bakurê Kurdistanê bertekeke tund nîşan da û ragihand ku ew rê nadin Tirkiye were parçekirin.
Ozdag her wiha bi bibîrxistina tiştên ku Mustafa Kemal Ataturk li hemberî Şêx Seîd û Seyîd Riza kiribûn gefa ducarekirina wan kir.
Îro pêncşemê 12ê Çiriya Paşîna 2026an Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag li hemberî civîna Hevbendiyê ya ku li Amedê bi rê ve çû bertek nîşan da û got:
"Li gorî wê daxuyaniya cudaxwaz a ku wekî meclîseke sexte ya ji 51 kesan pêk tê hatiye ragihandin, qaşo mafê Kurdan ê çarenivîsê heye.
Em ji vir dipirsin: Gelo hûn bi ser de şîraniya bi qeymax jî dixwazin? Binêrin, em şîraniya bi qeymax nadin we lê tiştê ku Mustafa Kemal Ataturk li hemberî Şêx Seîd û Seyîd Riza kir em dê heman tiştî li we bikin."
Ozdag bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û rexneyên tund li AK Partî û MHPyê girtin.
“Em rê nadin Îsraîleke duyem were avakirin”
Serokê Partiya Zaferê angaşt kir ku di civîna 7ê Çiriya Paşîn a li Amedê de komên Kurdan xewna Peymana Sevrê dibînin û armancên xwe yên rastîn "bêşermane û eşkere" danîne holê.
Ozdag di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Tiştê ku Mustafa Kemal Ataturk li hemberî Şêx Seîd û Seyîd Riza kir em dê heman tiştî li we bikin. Em rê nadin hûn vî welatî parçe bikin.
Êdî bi sebira vî miletî nelîzin. Hûn nikarin Komara Tirkiyeyê perçe bikin. Em nahêlin hûn li Rojhilata Navîn ji bo xwe Îsraîleke duyem ava bikin."
Rexneya li desthilata AK Partî û MHPyê
Ozdag desthilata AK Partî û MHPyê tohmetbar kir ku di bin navê "entegrekirina PKKyê" de ketine xefikekê û got:
"Divê desthilata AK Partî û MHPyê vê xefikê bibîne. Welatê me xistine nav gêja teslîmbûna li ber terorê di bin navê 'Tirkiyeya bê teror' a li hundir û 'entegrasyona PKKyê' ya li derve de.
Divê bê zanîn ku piştgirîkirina vê pêvajoya têkder a li hundir û derve, dê Tirkiyeyê careke din ber bi mercên Peymana Sevrê ve bibe."
Ragihandina Hevbendiyê ya li Amedê
Piştî lidarxistina konferanseke girtî ya damezirandinê bi beşdariya 170 siyasetmedarên Kurd, Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ya bi navê "Hevbendî" hat damezirandin.
Hevbendî, tifaqeke nû ya siyasî ya Kurdan e û xwedî meclîseke ji 51 kesan e.
Ev tifaq 9ê Çiriya Paşîn a 2026an di konferansekê de bi awayekî fermî hat ragihandin.



