Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenkê di nîqaşên budceya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê de bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê.
Sevîlay Çelenkê got ku desthilata AK Partiyê di nava 25 salên desthilatdariya xwe de ev maf ji bo zarokên Kurd rewa nedîtiye.
Roja pêncşemê 12ê Çiriya Paşîna 2026an di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de budceya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ya sala 2027an hat gotûbêjkirin.
Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenkê di civînê de axivî û polîtîkayên desthilatê yên li ser perwerde û zimên bi tundî rexne kirin.
“We di çaryeka sedsalê de ev maf rewa nedît”
Sevîlay Çelenkê di axaftina xwe de bi giranî derbarê mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê sekinî û ji rayedarên desthilatê re got:
"We di çaryeka sedsalekê ya Komareke ku sed saliya xwe temam kiriye de desthilatdarî kir lê we mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji zarokên Kurd û welatiyên Kurd re rewa nedît."
Parlamentera DEM Partiyê her wiha got:
"Em bawer dikin ku komareke demokratîk pêkan e. Partiya min jî baweriya xwe bi vê tîne û em hîn jî ji bo vê yekê têdikoşin.
Em li ser bingeha welatîbûna wekhev, bi Kurd, Tirk û Çerkesan re ji bo avakirina komareke demokratîk a hevbeş têkoşîna xwe didomînin."
Astengiya xala 42yan a Destûra Bingehîn
Li gorî xala 42yan a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, ji bilî zimanê Tirkî ti zimanekî din wekî zimanê dayîkê yê perwerde û hînkirinê li saziyên fermî nayê dayîn.
Tevî ku salên dawî dersa bijarte ya Kurdî ketiye nava bernameya xwendinê jî partiyên siyasî yên Kurdan û saziyên mafên mirovan her tim dixwazin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bikeve bin ewlehiya yasayî.



