Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Çemê Merîçê yê li ser sînorê Tirkiye û Yunanîstanê, 3yê Çiriya Paşîn boteke lastîkî ya 13 koçberan bin av bû.
Di encamê de fikar hene ku du zarokên Kurd ên Êzidî xeniqî bin.
Yek ji wan kurikekî 6 salî yê ji Şingalê ye. Ev rûdan malbatên wan di nava xemgînî û nediyariyeke kûr de hişt.
Zarok tenê çend xulek piştî siwarbûnê, li derdora saet 04:00an a serê sibehê winda bûn.
Dema botê dest bi binavbûnê kir, bi herikîna avê her du zarok bi lez ji ber çavan winda bûn.
Hat zanîn ku yek ji van zarokan Heyman Haşim Berakat ê 6 salî ye.
Ew ji bajarokê Sinûnê yê navçeya Şingalê ye.
Zarokê duyem jî ji gundê Bozayê yê devera Alqûşê ya Dihokê ye lê nasnameya wî hîn nehatiye eşkerekirin.
"Pêlên avê ew ji me birin"
Dayîka dilşewat Feryal Xidir, qala wan kêliyên reş ji medya û çalakvanên Kurdên Êzidî re kir û got:
“Bot binav bû, hevjînê min destê Heyman girtibû lê paşê min dît ku pêlên avê ew ji me bir.”
Bavê zarokî karîbû xwe rizgar bike lê Heyman û zarokê din li ber avê çûn.
Malbatê gazî berpirsên sînor ên Tirkiyeyê kir û tîmên rizgarkirinê çûn cihê rûdanê.
Feryalê li ser vê yekê jî got, “Yekser piştî bûyerê polîs hatin. Hevjînê min xwest bi xwe li Heyman bigere lê polîsan got ku dê di nava 2 saetan de tîmên pispor bên û dest bi lêgerînê bikin.”
Lê belê di encama lêgerînan de ti şopa kurê wê nehat dîtin.
Feryalê bi xemgîniyeke mezin anî zimên, “Tiştê ku ez dixwazim tenê ew e ku Heyman vegere ba min. Ez nizanim ew li kû derê ye.”
Malbat niha bi paş ve hatiye şandin û vegeriyaye Şingalê.
Ew di nava xemgîniyeke mezin de li benda nûçeyekê ne ka çarenivîsa zarokên wan çi bûye û xebatên lêgerînê didomin an na.
Rayedarên Tirkiyeyê dest bi lêgerînê kir
Rayedarên Tirkiyeyê 3yê Çiriya Paşîn ragihand ku li ser Çemê Merîçê, li nêzîkî Pira NATOyê ya li devera Bosnakoyê ya Edirneyê boteke koçberan noqî avê bûye û du zarokên nêzîkî 6 salî winda bûne.
Çavkaniyekî ji navenda krîzê ya li Tirkiyeyê ji beşa Îngîlîzî ya Rûdaw re piştrast kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo dîtina her du zarokan hîn jî didomin.
Di 3 hefteyan de trajediya duyem
Ev rûdan piştî trajediyeke din a bi vî rengî pêk hat ku sê birayên Kurd ên ji Silêmaniyê tevî dê û bavên xwe di heman çemî de xeniqîbûn.
14ê Çiriya Pêşîn, bota lastîkî ya ku ji kapasîteya xwe zêdetir hatibû barkirin piştî ketina nav avê wergeriya.
Di encamê de Hestiyarê 12 salî, Heryadê 9 salî û Melayê 5 salî li ber avê çûn.
Her wiha bavê wan Herêm Mihemed wê demê diyar kiribû ku ji ber nerazîbûna wî ya li ser barkirina zêde ya botê, qaçaxçiyan gef lê xwaribûn.
Çemê Merîçê ku li Yunanîstanê wekî Evros û li Bulgarîstanê jî wekî Maritsa tê naskirin beşek ji sînorê navbera Tirkiye û Yûnanîstanê ye.
Ev çem ji ber herikîna avê ya tund, astengiyên di bin avê de û xemsariya qaçaxçiyan, ji bo koçberên ku berê xwe didin Ewropayê veguheriye rûbarekî mirinê.


