Hewlêr (Rûdaw) - Nexşeya siyasî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an derketibû holê, di navbera 30 mehan de bi rengekî berbiçav guherî.
Ji ber midaxeleyên dadwerî, girtin, ji wezîfeyan dûrxistin, tayînkirina qeyûman û derbasbûna partiyên din, vîna ku gel di hilbijartinan de nîşan dabû li gelek bajaran serobin bû.
Li gorî amarên dawî yên li ser şaredariyên mezin û şaredariyên navendî yên 81 parêzgehan, di 37 parêzgehan de partiyên ku di hilbijartinan de bi ser ketibûn, êdî şaredariyan bi rê ve nabin.
DEM Partiyê 6 parêzgeh ji dest dan
Di nava vê hevsengiya nû de, guherîna herî mezin di rêjeya şaredariyên DEM Partiyê de çêbû.
DEM Partiyê ku di hilbijartinan de li 10 parêzgehan bi ser ketibû, ji ber zext û biryarên siyasî û dadwerî 6 parêzgeh ji dest dan û niha tenê li 4 parêzgehan desthilatdar e.
Hejmara şaredariyên AK Partiyê zêde bû
Berevajî mixalefetê, partiya desthilatdar AK Partî ku di hilbijartinan de 24 parêzgeh bi dest xistibûn, niha hejmara parêzgehên di bin kontrola xwe de gihandiye 29an.
Her wiha gava şaredariyên navçeyan û bajarokên biçûk jî li ser vê hejmarê bêne zêdekirin, hejmara giştî ya şaredariyên ku derbasî AK Partiyê bûne gihîştiye 112 şaredariyan.
Rewşa CHPê û partiyên nû yên di qada siyasî de
Partiya sereke ya mixalefetê CHPyê ku di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xistibû û 35 parêzgeh biribûn, piştî dabeşbûn û bipêşketinên navxwe bi paş de vekişiyaye û niha tenê 6 parêzgehan bi rê ve dibe.
Li aliyê din, Partiya NÛ ku piştî veqetîna ji CHPyê hate damezrandin, bûye aktorekî girîng û niha 21 şaredariyên mezin û şaredariyên navendî yên parêzgehan di destê xwe de digire.
Li 5 parêzgehan serokên şaredariyan wekî serbixwe kar dikin û li 6 parêzgehan jî pergala qeyûman hîn berdewam e.
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
