Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kilimliyê ya parêzgeha Zonguldakê ya Tirkiyeyê, di kana komirê de teqînek çêbû, 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Teqîna xaza grîzuyê li herêma Dereiçiyê ya bajarokê Gelikê, di kana taybet a komirê de pêk hat.
Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê yekser çûn cihê bûyerê.
Di encama xebatên rizgarkirinê de derket holê ku 2 karker mirin û 5 karker jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê 5 karkerên birîndar birin nexweşxaneyê.



